Lûsemasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 53:
== Pêkhate û girjbûna xaneya lûsemasûlkeyê ==
 
Xaneya lûsemasûlke, deziyên barîk û stûr li xwe digire. Her wisa proteînên aktîn û miyozîn jî di pêkhateya lûsemasûlkeyê de cih digirin. Pêkhateya van herdu proteînan dişibin proteînên aktîn û miyozîna peykeremasûlkeyê. Li deziyê barîbarîkbarîk de aktîn û tropomiyozîn heye lê troponîn tune, loma pêvajoya girjbûna xaneyên lûsemasûlkeyê ji ya peykeremasûlkeyê cuda ye. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de sarkomer tune deziyên aktînê ne bi hêla Z lê bi tenên çîr (bi înglîzî: ''dense bodies'') ve girêdayî ne<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Tenên çîr wekî mîna hêlên Z yên peykeremasûlke û [[Dilemasûlke|dilemasûlkeyê]] kar dikin û bi sarkolemayê ve girêdayî ne. Tenên çîr li ser xêzek de rezbûyî nîn in, loma dema girjbûnê, xaneya masûlkeyê bi şêweyê lûlpêç ba dibe û kin dibe<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
Deziyên lûsemasûlkeyê ji yên peykeremasûlkeyê dirêjtir in. %90ê xaneya lûsemasûlkeyê bi dezî û tenên çîr dagirtî ye<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de lûlekên T tune<ref name="Human anatomy" />, qebareya retîkûlûma endoplazmî jî ne bi qasî yên xaneyên peykeremasûlkeyê zêde ye. Loma, ji bo girjbûnê iyonên kalsiyumê li gel retîkûlûma sarkoplazmî, ji şileya derveyê xaneyê jî tê dabînkirin.