Lûsemasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir. |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 13:
* Di [[Çermê mirov|çerm]] de masûlkeyên repkirina mûyan
* [[Rijên|Rijênên şîr]], di koendama zawzê de beşên wekî rijênê prostat, mindaldan (malzarok), kîsikê gunan (tûrikê gun)
* Di [[Çavê mirov|çav]] de [[rengîne]] û tenê kûlkdar
== Erkên lûsemasûlkeyê ==
Rêz 31:
'''Di [[koendama mîzê]] de erkên lûsemasûlekeyê,'''
Di [[Gurçik|gurçikan]] de lûsemasûlkeyên dîwarên lûleyên xwînê
'''Di [[koendama zawzê]] de erkên lûsemasûlekeyê,'''
Rêz 57:
Deziyên lûsemasûlkeyê ji yên peykeremasûlkeyê dirêjtir in. %90ê xaneya lûsemasûlkeyê bi dezî û tenên çîr dagirtî ye<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>. Di xaneyên lûsemasûlkeyê de lûlekên T tune<ref name="Human anatomy" />, qebareya retîkûlûma endoplazmî jî ne bi qasî yên xaneyên peykeremasûlkeyê zêde ye. Loma, ji bo girjbûnê iyonên kalsiyumê li gel retîkûlûma sarkoplazmî, ji şileya derveyê xaneyê jî tê dabînkirin.
[[Wêne:Smooth muscle contraction ku.png|thumb|400x400px|Tenên çîr li ser xêzek de rezbûyî nîn in, loma dema girjbûnê, xaneya masûlkeyê bi şêweyê lûlpêç ba dibe û kin dibe.]]
Lûsemasûlke ji [[Peykeremasûlke|peykeremasûlkeyan]] hêdîtir girj dibin, lê gava girj dibin, bo demek dirêjtir dikarin wekî girjbûyî bimînin<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Aktîn û miyozînên lûsemasûleyê hema wekî mîna yên peykeremasûlkeyê kar dikin. Ango aktîn li ser miyozînan dixilîskin. Ji bo girjbûnê, pêdiviya xaneyên lûsemasûlkeyê bi îyonên kalsiyumê û ATPyê heye<ref name="medical physiology" />.
Di xaneyên lûsemasûlkeyê de bi navê kalmodulîn (bi înglîzî: ''calmodulin'') [[Proteîn|proteînek]] peyamber heye, ev proteîn dişibe troponîna peykeremasûlkeyê. Dema masûlkexane neçalak in, ji derve kalsiyum derbasî nav xaneyan nabe û bi kalmodulînê ve girê nabe, loma masûlkexane di rewşa bêdengiyê de dimîne<ref name="Human anatomy" />. Gava masûlkexane ji aliyê [[demarexane]], [[hormon]] an jî ji aliyê hêzên din ve tên handerkirin, li parzûna xaneya lûsemasûlkeyê de [[Erkê kar|berevajîbûna cemsergirî]] (bi înglîzî: ''depolarization'') rû dide û kalsiyum bi navbeynkariya cogên kalsiyumê, ji şileya navbera xaneyan ber bi hundirê xaneyê ve diherike. Herwisa di heman demê de retîkûlûma sarkopazmî jî hinek kalsiyum der dide nav sarkoplazmaya xaneyê. Di xaneya lûsemasûlkeyê de asta berevajîbûna cemsergirî çiqas zêde be, herika kalsiyûmê ya ber bi nav xaneyê jî ewqas zêde dibe, di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê çiqas zêde bibe, girjbûna masûlkeyê jî hê bi hêztir dibe<ref name="Human Physiology" />. Di nav sarkoplazmayê de zêdebûna kalsiyumê di masûlkexaneyê de rêzeçalakiyan dide destpêkirin.
Zincîra sivik a miyozînê (bi înglîzî:
Ji bo xavbûna lûsemasûlkeyan, cogên kalsiyumê yên li ser parzûna masûlkexaneyan tên girtin, kalsiyuma nav sarkoplazmayê bi navbeynkariya pompeyên kalsiyume ber bi derveyî xaneyê ve tên pompekirin. Bi vî awayê di nav xaneyê de xestiya kalsiyumê kêm dibe, kalmodulîn ji kînaza zîncîra sivik a miyozînê diqete, dawî li çalakiya eznîmê tê. Enzîma fosfataza zincîra sivik a miyozînê ( bi înglîzî: ''myosin light-chain phosphatase'' ( MLCP ) fosfatên bi miyozînê ve girêdayê, ji miyozînê diqetîne. Dûrxistina fosfatan [[Peykeremasûlke|panîpireyê]] hildiweşîne, bi vî awayê masûlke xav dibe. Hêza girjbûn û xavbûna hemû lûsemasûlkeyan ne yek e. Di xaneyê de xestî û çalakiya du enzîman; kînaza zincîra sivik a miyozînê û fosfataza zincîra sivik a miyozînê hêz û leza girjbûna lûsemasûlkeyê diyar dikin<ref name="Human Physiology" />.
== Çavkanî ==
|