Şeqaqî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 18:
Gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl ji [[Finik]]ê an jî ji qezaya [[Kilîs]]ê<ref>Li warê Şeqaqan çend eşîrên, ên ku ji Kilîsê koçberbûne, dijîn: [[Canbolad]], [[Kolûkcanlû]] û [[Dêlikanlû]] hemû eşirên [[Kurdên Kilîsê]] ne û warê wanan ê kevneşopî herêma kilîsê ye. Mumkun e ku wanan piştê [[Serhildana Canboladan]] li hember osmaniyan reviyabin Îrane.</ref> koçberê rojhilata [[Gola Wirmê]] bûye. Şeqaq an Şeqak di kurdî de navê ''heywaneke ku di lingê xwe ve seqet'' e. [[Mînorsky]] diyar dike ku ev êl di dema Baraniyan (Aqkoyinlî) de barê Transqefqasyayê kiriye. Ji xwe ji navê tayifên wan jî belû ye ku ev êleke kurdan a qizilbaş bû ye: Palûkan, Goran, Zaferan, Şatran hemû navên êl û eşîrên kurdan in. Di dokumentên rusan ên serê sedsala 19'mîn ev êl derbas dibe. Gorî J. Morier serjimara Şeqaqan li [[Erdebîl]], [[Xalxal]] û Zenganê di 1814'an de 50.000 mal bû. Hin şaxên vanan jî bi eşîrên kurdan ve li [[Kurdên Xorasanê|Xorasan]]ê hatine bicîhkirin. Şeqaqî bi taybetî di dema Zendiyan de yek ji êlên bihêz bûn. Mîrê Serabê Elî Xanê Şeqaqî xwedî rutbekî artêşiya giring bûye. Kurê wî [[Sadiq Xanê Şeqaqî]] mîrê Serabê ji aliye Qeceran ve hatiye kuştin.
 
== Binêr ==
* [[Xanedana Serab]]
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}