Peykeremasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 122:
ADP ya ji hilweşîna ATP çebûye, ji bo dûbare berhemkirina ATP tê bikaranîn. Lê ADP nikare fosfata neendamî (P<sub>i)</sub> rasterast tevlê xwe bike. Divê ADP bi molekulek fosfatî ya bi bendê enerjiya bilind ve yek bibe. Di xaneyan da bi du rêbazan fosfata bi bendê enerjiya bilind tê bi destxistin, a yekem kreatîna fosfatî (bi înglîzî: ''creatine phosphate''), a duyem jî xurekên [[Karbohîdrat|karbohîdradî]], proteînî û [[Lîpîd|çewrî]] ne. Kreatîna fosfatî molekulek taybet e, dikare di bendên fosfatî de enerjiya bilind embar bike. Masûlkerîşal di demên vêsînê de, ango gava ne çalak in, di nav xaneyên xwe de kreatîna fosfatî berhem dikin û embar dikin. Gava ATP fosfatekî xwe dide kreatînê û dibe ADP, kreatîn jî dibe kreatîna fosfatî. Dema masûlkerîşal çalak dibin, îcar kreatîna fosfatî bi navbeynkariya enzîmê hildiweşê bo kreatîn û fosfata bendê bi enerjiya bilind. Fosfata ji kreatînê hatiye berdan bi ADPyê ve girê dibe û ATP çê dibe. Lê kreatîna fosfatî dikare bi qasî 15 çîrkeyan ji bo masûlkerîşalê enerjî dabîn bike, ji bo domandina girjbûn û xavbûna masûlkeyan, divê çavkaniyek din a enerjiyê ji bo bi destxistina ATPyê bene bikaranîn<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
[[Wêne:ATP_ji_xurekan_ku.png|thumb|399x399px|Di xaneyê de bi navbeynkariya oksîjenê hilweşandina glukoz û xurekên din wekî henaseya xaneyî tê navkirin.]]
Di xaneyê de bi navbeynkariya oksîjenê hilweşandina glukoz û xurekên din wekî henaseya xaneyî (bi înglîzî: ''cellular respiration'') tê navkirin. Di masûlkerîşalan de henaseya xaneyî di mîtokondriyê de dawî dibe. Glukoz, asîda piruvî (bi înglîzî: ''pyruvic acid'') û asîdên çewrî ji bo henaseya xaneyî tên bikaranîn. Ji
Heke di xaneyên peykeremasûlke de bi têra xwe oksîjen tune be, xane dîsa ji glukozê ATP berhem dike. Glukoz heta asîda piruvî tê hilweşandin lê ji ber kêmoksîjeniyê asîda piruvî heta CO<sub>2</sub> û H<sub>2</sub>O nayê perçekirin, ji dêla wê asîda piruvî diguhere bo asîda mastê (bi înglîzî: ''lactic acid''), ev rêbaz wekî genîn (bi înglîzî: ''fermentation)'' tê navkirin. Bi genînê di xaneyê de asîda mastê wekî madeya paşmayî berhev dibe, asîda mastê dibe sedema çêbûna azar di masûlkeyan de. Herwisa li mirov de hestê westiyabûnê jî peyda dibe.
|