Bîrdoziya xilîska deziyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4:
Li gor bîrdoziya xilîska deziyan, [[sarkomer]] kin dibin lê ne dirêjiya [[Masûlkerîşal|deziyê stûr]] ne jî yê barik (zirav) naguhere. Ji ber ko [[Masûlkerîşal|deziyê zirav]] ji aliyê deziyê stûr ve ber bi hêla Z ve tê kişandin, deziyên zirav ên li herdû aliyên sarkomerê nêzî hev dibin û sarkomer kin dibe<ref name="Biology">Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).</ref> . Kinbûna sarkomeran dibin sedema kinbûna [[Masûlke|masûlkeyê]].
 
== Rûdana xelîskaxilîska deziyan ==
[[Wêne:Sarkomer ku.png|thumb|454x454px|Miyozîn deziyê aktînê li ser xwe de kaş dike. ]]
[[Peykeremasûlke]] di bin bandora [[Koendama demarê|koendama demare]] de kar dikin. [[Erkê kar|Demareragihandinên]] ji [[Demaxê mirov|demax]] an jî ji [[Dirkepetik|dirkepetikê]] dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Rîşalên demar bi masûlkerîşalan ve [[gehînke]] ava dikin. Gehînkeya di navbera demarê livînê (bi înglîzî: ''motor nerve'') û peykeremasûlkeyê, wekî [[gehînkeya demarûmasûlke]] (bi înglîzî: ''neuromuscular junction / myoneural junction''.) tê navkirin. Demar bi kotahiya [[Tewere|tewereyê]] bi sarkolemaya masûlkerîşalan ve [[gehînkeya kîmyayî]] ava dikin. Ji kotahiya tewereyê [[Gehînkeya kîmyayî|demareguhêzera]] (bi înglîzî: ''neurotransmitter'') bi navê asetîlkolîn (ACh) tê derdan<ref name="Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>. Gava demareguhêzer xwe li ser sarkolemaya masûlkerîşalê girê didin, sînyalên elektrikî, bi şeweyê sînyalên kîmyayî diguhêzînin ser rûyê sarkolemaya masûlkerîşalê. Ev rewş li ser rûyê sarkolemayê de [[erkê kar]] dide destpêkirin. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: ''T tubule / transverse tubules'') tên navkirin. Dema demarereguhêzer digihîje ser rûyê sarkolemayê, sînyal bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe. Ev rewş dibe sedema vebûna cogên kalsiyumê yên li ser rûyê [[Masûlkerîşal|retîkûlûma sarkoplazmiyê]]. Bi vebûna cogan, kalsiyuma embarkirî, ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav [[Masûlkerîşal|sarkoplazmayê]] dibe. Îyonên kalsiyumê deziyên miyozînê hander dikin ko bi deziyên aktînê ve girêdan ava bikin. Girêdana navbera herdu deziyan wekî panîpire (bi înglîzî: cross-bridge) tê navkirin. Miyozîn deziyê aktînê li ser xwe de kaş dike. Ango deziyê aktîn li ser deziyê miyozînê de dixilîske (kaş dibe). Enerjiya ji bo xilîska deziyan ji molekûlên ATPyê tê dabînkin. Gava dezî li ser hev dixilîskin, hêlen-Z yên li ser herdu aliyên sarkomerê kaş dikin, sarkomerê kin dikin. Hêjmara masûlkerîşalên ko kin dibin ji aliyê sînyalên demareragihandinê ve tê diyarkirin. Ne pewist e ko her car hemû masûlkerîşalên masûlkeyê were çalakkirin. Li gor rewşê dibe ko hinek ji masûlkerîşalan an jî hemû masûlkerîşal ji aliyê demareragihandin ve hatibe handerkirin<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Wekî mînak; bila li erdê gogek futbolê û kevirek gilover hebe û qebareya herduyan jî wekhev be. Bila mirovek pêşî kevirê, paşê jî gogê ji erdê rakê û deyne ser maseyê. Ji bo rakirina gogê û kevirê, mirov heman cor masûlkeyan bi kar tîne lê hêjmara masûlkerîşalên çalakbûyî ne yek e. Ji ber ko giraniya gogê û kevir ne yek e û kevir girantir e, ji bo rakirina kevirê hê pirtir masûlkerîşalên masûlkeyan tê çalakkirin.