Navpençik: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Navpençik''' an jî '''navbirr''' (bi îngilîzî: ''diaphragm''), li gel masûlkeyên parsû, masûlkeyî bingehîn e ji boy [[koendama henaseyê]].
[[Wêne:Respiratory system ku.svg|thumb|326x326px|Navpençik di navbera singekelên û zikekelênê de ye.]]
[[Wêne:1113 The Diaphragm ku.jpg|thumb|300x300px|Navpençik jêyek navendî lixweli xwe digire.]]
 
== Pêkhate ==
Navpençik pêkhateyek masûlkî yê bi şeweya qubbe ye. Navpençik di nav [[Kelênên laşê mirov|singekelên]] û [[ZikekelênKelênên laşê mirov|zikekelênê]] de cih digire<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Rûyê [[qoqiz]] li aliyê singekelênêde, rûyê çal jî li aliyê zikekelênê de dimîne. Navpençik ji masûlkeyên peykerpeykerê ([[peykeremasûlkê]]) pêk tê<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref>. Girjbûn û xavbûna navpençikê xwenewîst e. Ango çalakiya masûlkeyan di bin kontrola [[Koendama demarê|koendama demar]] a xweser de ye. Li gel peykeremasûlkeyan, navpençik [[Jê|jêyek]] navendî lixweli xwe digire<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Masûlkeyên navpençikê ji jêyê navendî ber bi [[parsû]] û [[MovikBirrbirreya piştê|birrbirreyê]] dirêj dibin. Ango seriyekî rîşalên [[Masûlke|masûlkeyan]] bi jêyê ve girêdayî ye, seriyê din ê masûlkeyan jî bi parsûyên jêr, [[depêHestiyê sîngê|hestiyê singê]] û hestiyên birrbirreyê ve girêdayî ye<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA" />. Li ser navpençikê hin kortal hene, [[Soricik|soriçik]], [[Xwînhêner|xwînhênera sereke ya jêrîn]], [[Xwînber|xwînbera]] sereka ya jêrîn di nav van kortalan de ji singekelênê dirêj dibin ber bi zikekelênê.
 
== Çalakiya navpençikê ==
Dema masûlkeyên navpençikê xav in, jêyê navendî ber bi jor ve qoqiz (bi îngilîzî: ''convex'') e, û di asta birrbireyê piştê yê 8emîn e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Gava masûlkeyên navpençikê girj dibin, îcar navpençik ber bi jêr ve dilive, masûlkeyên navpençikê jêyê navendiyê heta asta birrbirreyê piştê yê 9em dikişîne, bi vî awayê navpençik piçek pahn dibe û qoqiziya wê kêm dibe<ref name="Anatomy and physiology" />. Ji ber ko masûlkeyên girjbûyî, navpençikê ber bi jêr ve dikişînin, dirêjiya singekelenê zêde dibe, loma qebareya singekelênê jî zêde dibe. Zedebûna qebareya singekelênê dibe sedema kêmbûna pestoya hewayê nav [[Pişika mirovî|pişikan]]<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Asta pestoya hewayê pişikan ji pestoya hewayê derve nizimtir dibe, loma hewa ji derve ber bi pişikan ve diherike<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>. Ango henasegirtin rû dide. Ber bi jêr ve kişandina navpençikê, singekelênê fireh dike, lê zikekelênê teng dike. Tengbûna zikekelênê pestoya nav zikekelênê zêde dike. Bi xavbûna masûlkeyên navpençikê, jêyê navîn ê navpençikê ber bi jor ve hildikişe, Ji ber rûyê qoqiz a navpençikê, qebareya singekelenê kêm dibe, pestoya nav pişikan zêde dibe. Bi vî awayê hewa ji pişikan ber bi derve diherike, ango henasedayîn rû dide. Li gel navpençikê masûlkeyên [[parsû]] (masûlkeyên navbera parsû) jî şirîkê henasegirtin û henasedayînê dibin<ref name="Anatomy and physiology" /><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Li gel erka heneseyê, navpençik alîkarî dike ji boy kûxikê, bêhnijînê, qêrrînê, verişînê, paldana pîsayi ya nav [[Tortorîk|tortorikê]] û dema zayinê, paldana [[Korpele|korpeleyê]] ji [[Malzarok|malzarokê]]<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" /><ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, diaphragm [https://www.britannica.com/science/diaphragm-anatomy]</ref> .
 
== Çavkanî ==