Nîjadkujiya ermeniyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
 
== Nêrîna dîrokî (1894-1915) ==
Dema şerê dewleta Osmanî û [[Ûris]] di sala [[1876]]an de [[Ebdulhemîd II]] bû Sultan. Wê demê dewleta Osmanî îdî bi nexweşiya mirinê Ketibû. Serhildana [[Bedirxan|Mîr Bedirxanan]] di salên [[1821]]-[[1847]]an de, dagirkirina Îraqê ji aliyê îngilîzanbrîtanî ve, şerê Ûris û çeteyên ermeniyan û bi serhildana [[Şêx Ubeydullahê Nehrî]] ve dewleta Osmanî ketibû rewşek xirab.
Dewleta Ûris bi her awayî piştgiriya ermeniyan dikir û [[ermenî]] li dijî dewleta Osmanî sor dikirin. Di şerên navbera dewleta Osmanî û Ûris ya di salên [[1877]]-[[1878]]an de, ermeniyan bi dewleta Ûris re şerê Osmaniya dike. Di navbera salên 1894-1896an de 300 hezar ermen ji aliyên artêşa Osmaniyan ve hatin kuştin <ref>Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:161</ref>
 
[[Martin van Bruinessen]] waha dibêje; Yekîtiya Miletan ji bona rê li tevliheviya Rojhilata Navîn karibin bigirin, di sala 1878an de di Kongira Berlînê de hatin ba hev. Dewleta ÎngilîzBrîtanî jî wek Ûris piştgiriya Ermeniyan digire. Di wê demê çeteyên ermeniyan li Kurdistan û Stembolê dest bi qetlîamê kiribûn. Her wiha armancek vê kongreyê heq û hiqûqa ermenan bû. Wî wextî [[Şêx Ubeydelayê Nehrî]] hewl dida ku li dijî Osmaniyan û Îranê şer bike. Lê dewletên Ewropayî tenê ermen didîtin ku mafên wan biparêze.
 
Girêdana kurdan jî bi dewleta Osmanî re di gumanandabû. Piştî şerê Ûris û Osmaniyan, bona damezirandina dewleteka kurdî, Serhiladan Şêx Ubeydullahê Nehrî di sala 1880an de dest pê kir. Ji ber van sedemana dewleta Osmanî bi zorûduberan xwe li ser piyan digirt.
Rêz 25:
Pîrika min yanî Diya bavê min ji me re behsa sala maciriyê dikir û di wê demê de bûkbûye, digot: eskerên Ûris em hemî li nava gund komkirin û paşê jin û mêr û zarok jihevdû qetandin ku her gurubek bixin xaniyekî û bişewutîne. Di nava eskerên Ûris de Ermenî hebûn bi Kurd dizanîbun ew Ermeniyana ji ber qetlîmê reviyabûn û paşê bi eskerên Ûris ve para hatibûn. Paşê me dît qefelkî eskerên din hatin yekê navsal navê wî Xapo bû û xelkê gundî Dadîna girêdayê Qezaya Gimgim (Varto) yê bû û Xapo xelkê gundê me nasdikir û wî nehîşt ku eskerê Ûris me bişewutîne. Piştî esker ji gund derketin, me bişev gud li cî hişt û em berbi başûr birêketin û piştî pênc salan em vegeriyan gundê xwe.
 
Bi Gorî Martin van Bruinessen, dewletên Ûris û îngilîzBrîtanî li hev kiribûn ku heryek ji alîyekî de êrişî Osmaniyan bike ku ji hola rakin. Îngilîz di kavin Iraqê û Ûris ji ji hêlê xwe de herema serhedê dagirdike, lê pîlanên wan lê nayên û bi înqilaba bolşevîkan ve dewleta Ûris ji heremên ku dagirkiribû şûnde dikşe û silehên xwe jî didin Ermeniyan.
 
Ji Ermeniyan hinekên wan bi eskerên Ûris ve paşvedikişin û hinek ji Ermeniyan jî li Antolayayê belv dibin û dest bi qetlîamê dikin û tola xwe hildidin. Dewleta Osmanî ji salên 1918an hetanî 1920/21ê carekî din dest bi qirkirina Ermeniyan dike. En tên kuştin ji xwe tên kuştin yên mayîn jî xwe disipêrin Komara Başûrê Qafqasyayê. Ev Komar ji aliyê Ermenî, [[Azerî]] û Gurcîna ve hatibû avakirin, navê wê jî; " [[Komara Başûrê Qafqasyayê]] bû"