Hestî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 39:
 
=== Xaneyên çêkerê hestî (Osteoblast) ===
Hestî ji aliyê xaneyên negehiştî yên bi navê osteoblast ve tê çêkirin. Wateya osteoblast “çekerê hestî” ye. Ango xaneyên osteoblast hestî çê dikin. Xaneyên çêkerê hestî li beşa geşê ya hestî de, li [[bergê hestî]] û li ser rûyê navî (''endosteum'') yê hestî de zêde ne. Xaneyên çêkerê hestî dabeş nabin. Çêbûna hestî wekî [[hestîbûn]] (bi îngilîzî: ''ossification'') tê navkirin. Di laşê mirov de hestîbûn bi gelemperî piştî qonaxa kirkirkê dest pê dike, lê hinek hestî jî bê ko qonaxa kirkirkî rû bide yekser wekî hestiyê req dirust dibin<ref name="visualizing-human-biology" />. Gava hestîbûn rû dide, xaneyên çêkerê hestî li gel derdana xwêyên kalsiyumê, rîşalên ji proteînên kolojen û elastîn jî berhem dike û der dide derdora xwe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Di heman demê de xwêyên kalsîyumê jî li nav rîşal û proteînande kom dibe. Bi vî awayî derdora xaneyên çêkerê hestî req dibe û xane di nav kelênek (lacune) de asê dimîne. Ji vê gavê şûn ve êdî ji boy xaneyên çêkerê hestî, erkê dirûstkirina hestî diqede û xaneyên çêkerê hestî jî diguherin û êdî wekî xaneyên hestî (ostecytes) tên navkirin<ref name="Human Biology."/>.
 
=== Xaneyên hestî (osteosît) ===