Hestîbûn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 15:
Çavkaniya hestîbûnê çîna [[Xane|xaneyên]] mezenşîm e. Xaneyên mezenşîm, xaneyên bineratî yên bestereşaneyê ne. Ji ber ko bestereşane ji xane û madeya binyad pêk tê, li derdora çîna xaneyên mezenşîm jî madeya binyad heye. Hestiyên pan ên [[Kiloxê mirov|kiloxê]], hestiyên hinarikê (bi înglîzî: ''zygomatic bone''), çeneya jorîn, çeneya jêrîn û hestiyên [[Piştêna sîngê|pirika mil]] (bi înglîzî: ''collarbone'') bi hestîbûna di navbera perdeyan ve ava dibin.<ref name="Human anatomy" />
 
Di destpêka pêvajoya hestîbûnê de, xaneyên mezenşîmê nêzî hev dibin û li hîn beşan çînên stûr ava dikin. Ji xaneyên beşên stûrbûyî ya mezenşîmê, hinek xane diguherin bo [[Mûlûleya xwînê|mûlûleyên xwînê]], hinek xane jî diguherên bo xaneyên pêşengê hestî (bi înglizî: ''osteoprogenitor / osteogenic cells''). Xaneyên pêşeng, xaneyên paşêbineratî ne, diguherin bo xaneyên çêkerê hestî (bi înglîzî: ''osteoblast''). Koma xaneyên çêkerê hestî wekî navanda hestîbûnê tê navkirin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" /> Di qonaxa hestîbûnê de ne yek, lê gelek navendên hestîbûnê bi awayekî hevbeş kar dikin.
 
Xaneyên çêkerê hestî osteoîd der didin.<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref> Osteoîd madeya binyad (matrîks) a hîn nereqbûyî ye. Di nav çend rojan de bi kombûna xwêyên kalsiyumê, osteoîd req dibe.<ref name="Human anatomy" /> Bi reqbûna osteoîdê, xaneyên çêkerê hestî di nav osteoîdê de asê dimînin, paşê van xaneyan diguherin bo xaneyên hestî.<ref name="Anatomy and physiology" /> Her ko xaneyên çêkerê hestî diguherin bo xaneyên hestî, pêşengê xaneyên hestî yên derdorê jî diguherin boy xaneyên çêkerê hestî.