Hestîbûn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 12:
 
== Hestîbûna di navbera perdeyan ==
[[Wêne:Hestîbûna di navbera perdeyan ku.png|thumb|Çavkaniya hestîbûna di navbera perdeyan, xaneyên mezenşîm e.|355x355px]]
Çavkaniya hestîbûnê çîna [[Xane|xaneyên]] mezenşîm e. Xaneyên mezenşîm, xaneyên bineratî yên bestereşaneyê ne. Ji ber ko bestereşane ji xane û madeya binyad pêk tê, li derdora çîna xaneyên mezenşîm jî madeya binyad heye. Hestiyên pan ên [[Kiloxê mirov|kiloxê]], hestiyên hinarikê (bi înglîzî: ''zygomatic bone''), çeneya jorîn, çeneya jêrîn û hestiyên [[Piştêna sîngê|pirikê]] (bi înglîzî: ''collarbone'') bi hestîbûna di navbera perdeyan ve ava dibin.<ref name="Human anatomy" />
 
Rêz 38:
 
== Hestîbûna di nav kirkirkê ==
[[Wêne:Hestîbûna di nav kirkirkê ku.png|thumb|Çêbûna hestiyên dirêj 6 heta 8emîn hefteya ducaniyê de dest pê dike.|355x355px]]
Di hestîbûna nav kirkirkê de, hestî cihê [[Kirkirk|kirkirka ron]] (hîalîn) digire. Bi eslê xwe kirkirk naguherin bo hestî, lê kirkirk ji bo çêbûna hestî wekî qalib kar dikin.<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref> Her ko kirkirk hildiweşe cihê vala ji aliyê hestî ve tê dagirkirin bi vî awayî hestîyê nû li şûna kirkirkê cih dibe. Hestîbûna di nav kirkirkê li gor hestîbûna navbera perdeyan, ji bo demek dirêjtir didome.
 
Rêz 46:
 
Her ko kirkirk geş dibe hê pirtir mûlûleyên xwînê di kirkirkê re diçin. Têreçûna lûleyên xwînê ya nav kirkirkê, bergê kirkirkê çalak dike û diguherine bo bergê hestî. Xaneyên çêkerê hestî yên li bergê hestî, li derdora kirkirkê, li beşa doxê (bi grekî: ''diaphysis'') de gerdeniya hestiyê pitew (bi înglîzî:''compact bone collar'') ava dikin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />
[[Wêne:603 Anatomy of a Long Bone ku.jpg|thumb|Lewheyên geşê ji bo çêbûna hestî navendên duyem ên hestîbûnê ne. |261x261px]]
Dema temenê korpeleyê gihîşt du an jî sê mehî, geşbûna xaneyên hestî û leza çekirina hestî zêdetir dibe. Li kûrahiya gerdeniya hestî (bi înglîzî: ''bone collar'') de navenda hestîbûnê ya yekem tê avakirin. Çêbûna hestî li vê navendê dest pê dike. Dema ev guherîn rû didin, li aliyê din ve jî xaneyên kirkirk û şaneya kirkirkê li cemserên hestî de geşbûna xwe didomînin. Di heman demê de li beşa doxê de hestî cihê kirkirkê digire. Gava ko avakirina hestiyepeykerê korpeleyê çû serî, kirkirk tenê li du cihên hestî de dimîne. Di beşa [[Geh|gehê]] de rûyê hestiyên gehê bi kirkirka gehê (bi înglîzî: ''articular cartilage'') dapoşî dimîne. Herwisa hinek kirkirk jî di navbera cemserê hestiyê û doxê hestiyê de dimîne û wekî lewheya geşê (bi înglîzî: ''epiphyseal plate'') tê navkirin.<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref> Lewheya geşê ji dayikbûnê heta temenê pêgehiştiyê dirêjbûna hestiyan dabîn dike. Ango hestîbûn piştî ji dayikbûnê jî didome. Lewheyên geşê ji bo çêbûna hestî navendên duyem ên hestîbûnê ne. Navendên duyem a hestîbûnê heta temenê 21 saliyê çalak dimînin. Lê her ko mirov ji zaroktiyê derbasî temenê pêgehiştiyê dibe, çalakiya lewheya geşê ji ber bandora [[hormona geşê]] û hormonên zayendê kêm dibe. Paşê li kirkirka lewheya geşê jî hestîbûn rû dide, êdî ji vê gavê şûn ve dirêjbûna hestî radiweste.<ref name="Anatomy and physiology" />