Memed Drewş: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Drews memed.jpg|thumb]]
'''Memed Drewş''', di 28ê şibata 1974an de li navçeya [[Diyarbekir]] Çêrmûgê hate dinê. Heta 15 saliya xwe li [[Çêrmûg]]ê jiya. Dûre li Mêrsînê bi cih bû. Hem dixwend û hem dixebitî. Di sala 1992an de beriya bibe 18 salî, bi îdîaya alîkariya [[Partiya Karkerên Kurdistanê|PKK]]’ê hate girtin. Li girtîgehê Lîsa qedand. Heta hezîrana 1994an li zindanên cûda ma. Di sala 1994an de dema ji girtîgehê derket ew birin Narlidere ya Îzmîrê û radestî eskeriyeyê kirin. Lê belê 4 roj pişt re ji eskeriya [[tirk]] reviya. Ji sala hezîrana 1994’an heta kanûna 2000’î li [[Bakurê Kurdistanê|Bakurê Kurdistan]] û Tirkiyê rojnamevaniyê kir. Di 21 saliya xwe de dest bi fêrbûna Kurmancî kir. Tevî kirdkî-dimilî, bi Kurmancî jî rojnamevanî kir. Di rojameya ''[[Welatê Me]]'', ''[[Azadiya Welat]]'' û gelek rojnameyên çapemeniya azad a [[Zimanê kurdî|Kurdî]] de xebitî. Mudurtiya [[Azadiya Welat|''Azadiya Welat'']] û kovara qerfî Pînê kir. Dema rojnamevaniyê de li Amed, [[Colemêrg, Hekarî|Colemerg]] û [[Wan]]ê 3 caran bi mirinê re rû bi rû ma. Gelek caran hate binçavkirin û rastî êşkenceyê hat. Dema mudurê Azadiya Welat û Pîne bû, di 9’ê kanûna 2000î de bi îdîaya propagandaya PKK’ê hate girtin. Heta 16ê sibata 2001an li Zindana Amedê ma. Dema ji zindana Amedê derket, dîsa ew radestî eskeriya tirk hatkirin. 126 rojan li Girtîgeha Eskerî ya li Harput a Xarpetê di nava psîkopatan de ma. Dema cezaya fîrarê xelas bû, dîsa birin eskeriya Tirk a Xarpetê. Ji wir jî piştî 11 rojan fîrar kir. Di cotmeha 2001an de derbasî Ewrupayê bû. Li Belçîka li televîzyonên bi rêzê li Mezopotamya Tv, li radyoya Dengê Mezopotamya, [[Medya TV|Medya Tv]], Roj TV, û [[Med Nûçe]] de wekî pêşkeşvan, edîtor û nûçegehan xebitî.  Xebata rojnameyê di [[Stêrk TV|Stêrk TV]] de didomîne. ''Di Azadiya Welat'', ''[[Pîne (kovar)|Pîne]]'', ''[[Yeni Özgür Politika|Yenî Ozgur Polîtîka'']] û gelek rojnameyan de nivîskarî kir.
 
Zimanê dayikê [[zazakî|kirdkî]] ye.