Memed Drewş: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luqman (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "Memed Drewş di 28'ê Şibata 1974’an de li navçeya <nowiki>Amed</nowiki> Çêrmûgê hate dinê. Heta 15 saliya xwe li Çêrmûgê jiya. Dûre li Mêrsînê bi c..." hat çêkirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 19:22, 15 nîsan 2021

Memed Drewş di 28'ê Şibata 1974’an de li navçeya [[Amed]] Çêrmûgê hate dinê. Heta 15 saliya xwe li Çêrmûgê jiya. Dûre li Mêrsînê bi cih bû. Hem dixwend û hem dixebitî. Di sala 1992’an de beriya bibe 18 salî, bi îdîaya alîkariya PKK’ê hate girtin. Li girtîgehê Lîsa qedand. Heta hezîrana 1994’an li zindanên cûda ma. Di sala 1994’an de dema ji girtîgehê derket ew birin Narlidere ya Îzmîrê û radestî eskeriyeyê kirin. Lê belê 4 roj pişt re ji eskeriya Tirk reviya. Ji sala hezîrana 1994’an heta kanûna 2000’î li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rojnamevaniyê kir. Di 21 saliya xwe de dest bi fêrbûna Kurmancî kir. Tevî kirdkî-dimilî, bi Kurmancî jî rojnamevanî kir. Di rojameya Welatê Me, [[Azadiya Welat]] û gelek rojnameyên çapemeniya azad a [[Kurd]] de xebitî. Mudurtiya Azadiya Welat û kovara qerfî Pînê kir. Dema rojnamevaniyê de li Amed, [[Colemerg]] û Wanê 3 caran bi mirinê re rû bi rû ma. Gelek caran hate binçavkirin û rastî êşkenceyê hat. Dema mudurê Azadiya Welat û Pîne bû, di 9’ê kanûna 2000’î de bi îdîaya propagandaya PKK’ê hate girtin. Heta 16’ê sibata 2001’an li Zindana Amedê ma. Dema ji zindana Amedê derket, dîsa ew radestî eskeriya Tirk hatkirin. 126 rojan li Girtîgeha Eskerî ya li Harput a Xarpetê di nava psîkopatan de ma. Dema cezaya fîrarê xelas bû, dîsa birin eskeriya Tirk a Xarpetê. Ji wir jî piştî 11 rojan fîrar kir. Di cotmeha 2001’an de derbasî Ewrupayê bû. Li Belçîka li televîzyonên bi rêzê li Mezopotamya Tv, li radyoya Dengê Mezopotamya, [[Medya Tv]], [[Roj Tv]], û [[Med Nûçe]] de wekî pêşkeşvan, edîtor û nûçegehan xebitî.  Xebata rojnameyê di [[Stêrk Tv]] de didomîne. Di Azadiya Welat, Pîne, Yenî Ozgur Polîtîka û gelek rojnameyan de nivîskarî kir.

Zimanê dayikê Kirdkî/dimilî/zazakî ye

Kurmancî, Tirkî û Fransî baş dizane, di asta navîn de Îngîlîzî û bi qasî ku îdare bike jî Flamanî/Holandî dizane.


[[Kategorî: Rojnamevanê kurd|nivîskarê kurd]]