Hestî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Hê pirtir zanyarî, çavkanî û wêneyên kurdîkirî li gotarê hat zêdekirin.
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:603 Anatomy of a Long Bone ku.jpg|thumb|PekhateyaHestî hestiyêhemû dirêjcor şaneyan li xwe digire.]]
Peykerakoendama mirovên pêgehiştî ji 206 hestiyan pêk tê<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Hestî corek ji [[Bestereşane|bestereşaneyê]] ye<ref name="visualizing-human-biology" />. Lê bi eslê xwe [[Endam (biyolojî)|endamên]] hestî hemû cor [[Şane (biyolojî)|şaneyan]] li xwe digirin. Şaneya [[Xwîn|xwînê]], şaneya [[Kirkirk|kirkirkê]], şaneya [[Masûlke|masûlkeyê]], şaneya [[Demareşane|demarê]], şaneya [[Rûkeşeşane|rûkeşê]] di pêkhateya hestî de cih digirin. Wekî minak, serê hestiyên dirêj bi kirkirk dapoşrav e. Xwîn xurek û oksîjen dabîn dike ji bo hestî. Xwîn bi navbeynkariya [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] digihîje hestî, rûyê navî yê lûleyên xwînê bi çînek xaneyên rûkêş ve dapoşrav e. Herwîsa li ser dîwarê lûleyên xwînê de masûlkeyên lûs cih digin. Ji bo hestkirina pesto û azarê şaneya demar li hestî de kar dike<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill</ref>. Hesti bi gelemperî ji kirkirk çê dibin. Her wekî hemû corên bestereşaneyan, hestî jî ji [[xane]] û madeyên navbera xaneyan (matrîks) pêk tê. Reqbûna hestî ji ber mîneralên kalsîyûmê ye, lê zexmbûna hestiyan ji ber rîşalên kolojen û rîşalên eleastînê ye.
 
== Erkên hestî ==
Rêz 14:
 
=== Enbarkirina mîneralan û Çavkaniya enerjiyê ===
% 90ê ji mîneralên kalsiyum û fosfar ên laş di hestî de tên enbarkirin an jî ji hestî tê berdan<ref name="Human anatomy" />. Kalsiyum mîneralek bingehîn e. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan, meyîna xwînê û ji bo [[Erkê kar|demareragihandinê]] pêdiviya laş bi kalsiyumê heye. Asta kalsiyuma laşê mirov ji aliyê [[Hormon|hormonên]] kalsîtonîn û [[Hormona paratîroîd|parathormonê]] ve tê rêkxistin. Ji boy dirustkirin û bikaranîna molekula ATP (Adenozîna sê fosfatî) û molekûlên asîdên navikî (nukleyî); [[Asîda rîbonukleyî|ARN]] (Asîda rîbononukleyî) û [[Asîda deoksîrîbonukleyî|ADN]] (Asîda deoksîrîbonukleyî) pêdivî bi fosforê heye. Gava di xwîna mirov de rêjeya kalsiyum an jî fosforê ji asata asayî nizimtir dibe, hinek ji bestereşaneyên hestî hildiweşin û mîneralan ji hesti der didin nav xwînê. Bi vî awayî rêjeya fosfor û kalsiyumê dîsa ber bi asta asayî ve bilind dibe. Li gel enbarkirina xwêyan, di doxê hestiyên dirêj de di nav moxê zer ê hestî de, [[Lîpîd|çewrî]] jî tê enbarkirin,. Gava pêdivî pê hebe, ev çewriya li moxê zer, ji bo bi destxistina enerjiyê tê bikaranîn.
 
== Polenkirina hestiyan li gor şêweyê wan ==
Rêz 77:
'''[[Hestiyê pitew]]''' (bi îngilîzî: ''compact bone'') yek ji du corê [[Şane (biyolojî)|şaneya]] hestî.
 
Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya [[hestiyê îsfencî]]<ref name="OpenStax, Biology">Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>.Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.</ref>. Kêlena nav doxa hestî, [[moxê hestî]] li xwe digire<ref name="visualizing-human-biology" /> . Hestiyê pitew li bin [[bergê hestî]] de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref>. % 80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi îngilîzî: ''lamellae'') li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi îngilîzî: ''osteon, Haversian system'') tê navkirin<ref name="Human Biology." />. Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin.
Rêz 100:
 
== Moxê hestî ==
[[Wêne:Bone_cross-section_ku.svg|thumb|250x250px|Pêkhateya hestiyê dirêj]]
'''[[Moxê hestî]]''' an jî '''mejiyê hestî''' (bi înglîzî ''bone marrow'')<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9</ref> [[Şane (biyolojî)|şaneyeke]] nerm e û dişibe [[Jelatîn|jelatînê]]. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê berhem dike<ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p951,p985</ref>, loma têkiliya wî bi [[sîstema lîmfê]] û [[sîstema gera xwînê]] ve heye<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."/>. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox, hestiyên hewzê û hestiyê singê, moxê hestî li xwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran, hestiyên persû û hestiyên bazû (humerus) jî moxê hestî li xwe digirin<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."/><ref name="Anatomy and physiology" />.
[[Wêne:619_Red_and_Yellow_Bone_Marrow_ku.jpg|thumb|250x250px]]
Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, '''moxê sor''' û '''moxê zer'''. Di nav hestiyên zarok û yên mirovên têgihîştî de cihên moxê sor ê hestî ne yek e. Di laşê zarokan de moxê sor di nav hestiyê îsfencî û di kelêna moxê piraniya hestiyan de cih digire. Ji dayikbûnê heta temenê heft salî, li nav hestiyên zarokan de tenê moxê sor berhem dibe. Her ko zarok mezin dibe, moxê sor ê di kelêna moxê de hildiweşe û diguhere bo şaneya çewrî ya bi navê moxê zer. Ango piştî temenê heft salî, li hin beşên hestiyan de dewsa moxê sor, moxê zer cih dibe<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."/>. Ji ber vê yeke, di laşê mirovê têgihîştî de moxê sor tenê li hin beşên [[Tewerepeyker|tewerepeykere]] de heye. Wekî mînak, hestiyê kiloxê, hestiyên [[Birrbirreya piştê|birrbirreyê]], [[parsû]], [[hestiyê sîngê]] û [[Piştêna hewzê|hestiyê qorikê]] moxê sor ê hestî li xwe digirin. Herwisa hestiyê ran û hestiyê bazû jî moxê sor li xwe digirin<ref name="Human anatomy" />. Moxê zer ê hestiyan gelek [[Xane|xaneyên]] çewrî li xwe digire<ref name="Anatomy and physiology" />. Di demên asayî de moxê zer wekî enbara çewrî kar dike. Heke di laş de ji ber xwînçûna zêde, [[kêmxwînî]] peyda bibe, dibe ku moxê zer biguhere û bibe moxê sor û [[Xwîn|xaneyên xwînê]] çê bike<ref <ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Bone marrow [https://www.britannica.com/science/bone-marrow]</ref>. Hemû cureyên xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ê hestiyan ve tê berhemkirin<ref name="Anatomy and physiology" />. Di moxê sor de [[Xaneya bineratî|xaneyên bineratî]] (stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin<ref name="Anatomy and physiology" /><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
 
== Çavkanî ==