Hestî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Guhertoya 854179 ya Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Xist şûnê Betal bike
Hê pirtir zanyarî, çavkanî û wêneyên kurdîkirî li gotarê hat zêdekirin.
Rêz 1:
[[Wêne:603 Anatomy of a Long Bone ku.jpg|thumb|Pekhateya hestiyê dirêj]]
'''Hestî''' (carina jî, [[hestû]]) an [[hêstik]] (bi [[latînî]]: ''os'') kelexê barhêl e, ko karê wî rahiştina laş e. Hestî kelexê di [[skelet]]ê [[laşê mirov]] û kakerîkê de ye. Kakerîk bi dawiya hin hestûyan ve, di zengelor û di guh de ye. Hestî ji hemû kelexên din hişktir e. Ko mirov ber bi kalbûnê ve diçe hestî pûç dibin û zûtir dişkin.
Peykerakoendama mirovên pêgehiştî ji 206 hestiyan pêk tê<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Hestî corek ji [[Bestereşane|bestereşaneyê]] ye<ref name="visualizing-human-biology" />. Lê bi eslê xwe [[Endam (biyolojî)|endamên]] hestî hemû cor [[Şane (biyolojî)|şaneyan]] li xwe digirin. Şaneya [[Xwîn|xwînê]], şaneya [[Kirkirk|kirkirkê]], şaneya [[Masûlke|masûlkeyê]], şaneya [[Demareşane|demarê]], şaneya [[Rûkeşeşane|rûkeşê]] di pêkhateya hestî de cih digirin. Wekî minak, serê hestiyên dirêj bi kirkirk dapoşrav e. Xwîn xurek û oksîjen dabîn dike ji bo hestî. Xwîn bi navbeynkariya [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] digihîje hestî, rûyê navî yê lûleyên xwînê bi çînek xaneyên rûkêş ve dapoşrav e. Herwîsa li ser dîwarê lûleyên xwînê de masûlkeyên lûs cih digin. Ji bo hestkirina pesto û azarê şaneya demar li hestî de kar dike<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill</ref>. Her wekî hemû corên bestereşaneyan, hestî jî ji [[xane]] û madeyên navbera xaneyan (matrîks) pêk tê. Reqbûna hestî ji ber mîneralên kalsîyûmê ye, lê zexmbûna hestiyan ji ber rîşalên kolojen û rîşalên eleastînê ye.
 
== Erkên hestî ==
hestû, bi du awayan di laş de heya. awayê ku mirov jê re karê bêje [[Kakerîk]] û awayê ku mirov hestûyê asayî yê ku heya. Hestûryê Kakerîk, ne weke hestûyê laşê yê din hişka. Lê ku mirov mirov hestû bêne ser ziman hemû hestû jî, bi çermikekî re rûgirtî ya. Ew çermik, hestû xwedî dike. Wekî din jî di xisar û zîyanên ku têde bibin di buhurîna wan de û di stûrbûn û mazinbûna wê de jî xwediyê awayekî xwedîkirinê ya. Ew mixka di hundurê hestû ya ku xwediyê çavikan a, di valahiya hestûr de di awayekî zer de ya. Di serê hestû de weke ku di awayekî sor de ya. Ev rewş hemû di temenê bûn û pêşketina wan de û di mazinbûn û hişkbûn û zexmbûna hestû de ew çermikê pergî. Nexweşiyên hestû yên weke yên [[helîna hestû]] bi jêçûna wê re dibê. Halîna hestû, ew rûpistiya ku li ser metabolîzma hestû ku heya bi halîn û ji serçûna wê re dibe. Bi wê re mirov karê vê bêje ku ew mînarale ku asta wê kêmbûna wê, wê bê sedeme halîna hastû.
{{kurt}}
 
=== Palpiştkirin û Parastin ===
[[Kategorî:Kakût]]
Hestî binkeyek req dabîn dike ji bo cihbûn û girêdana masûlkeyan. Endamên navî yên laş diparêze. Destek dide ji bo çêbûna bejnûbala mirov. Hestiyên [[qefesa sîngê]] [[Dilê mirov|dil]] û [[Pişika mirovî|pişikan]] diparêze, hestiyên kiloxê [[Demaxê mirov|demaxê]] dorpêç dike û diparêze, hestiyên [[Birrbirreya piştê|birrbirreyê]] [[Dirkepetik|dirkepetikê]] diparêzê û [[Piştêna hewzê|hestiyên hewzê]] hêlînek awa dike ji bo endamên [[Koendama herisê ya mirovan|koendama herisê]], endamên zawûzeyê û endamên koendama mîzê<ref name="Human anatomy" />.
 
=== Livîn ===
Hestî cihê girêdanê ne ji bo masûlkeyên peykerê. Gava masûlke girj dibin û xav dibin hestî jî bi navbeynkariya gehan dilive, bi vî awayê ew beşa laş jî dilive.
 
=== Berhemanîna xaneyên xwînê ===
Xaneyên xwînê di nav corek bestereşaneyê ya bi navê [[moxê hestî]] de tên berhemanîn. Moxê hestî du cor in, moxê sor û moxê zer. Xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ve tê berhemkirin. Moxê sor li beşa hestiyê îsfence yê hestî de cih digire. Moxê sor ê hestî xaneyên bineratî li xwe digire. Xaneyên bineratî yên moxê sor hemû cor xaneyên xwînê berhem dikin.
 
=== Enbarkirina mîneralan û Çavkaniya enerjiyê ===
% 90ê ji mîneralên kalsiyum û fosfar ên laş di hestî de tên enbarkirin an jî ji hestî tê berdan<ref name="Human anatomy" />. Kalsiyum mîneralek bingehîn e. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan, meyîna xwînê û ji bo [[Erkê kar|demareragihandinê]] pêdiviya laş bi kalsiyumê heye. Asta kalsiyuma laşê mirov ji aliyê [[Hormon|hormonên]] kalsîtonîn û [[Hormona paratîroîd|parathormonê]] ve tê rêkxistin. Ji boy dirustkirin û bikaranîna molekula ATP (Adenozîna sê fosfatî) û molekûlên asîdên navikî (nukleyî); [[Asîda rîbonukleyî|ARN]] (Asîda rîbononukleyî) û [[Asîda deoksîrîbonukleyî|ADN]] (Asîda deoksîrîbonukleyî) pêdivî bi fosforê heye. Gava di xwîna mirov de rêjeya kalsiyum an jî fosforê ji asata asayî nizimtir dibe, hinek ji bestereşaneyên hestî hildiweşin û mîneralan ji hesti der didin nav xwînê. Bi vî awayî rêjeya fosfor û kalsiyumê dîsa ber bi asta asayî ve bilind dibe. Li gel enbarkirina xwêyan, di doxê hestiyên dirêj de di nav moxê zer ê hestî de, [[Lîpîd|çewrî]] jî tê enbarkirin, Gava pêdivî pê hebe, ev çewriya li moxê zer, ji bo bi destxistina enerjiyê tê bikaranîn.
 
== Polenkirina hestiyan li gor şêweyê wan ==
Li gor şêweyê xwe hestî pênc cor in; hestiyê dirêj, hestiyê kurt(kin), hestiyê pan, hestiyê bêserûber û hestiyê kunciyî
[[Wêne:Blausen 0229 ClassificationofBones ku.png|thumb|Di laşê mirov de herî zêde hestiyên dirêj hene.]]
 
=== Hestiyê dirêj ===
Hestiyên ko dirêjiya wan ji firehiyan wan zêde ye wekî hestiyên dirêj tên navkirin. Hestiyên dirêj doxek dirêj a lûleyî li xwe digirin. Ji [[Hestiyên mil û dest|hestiyên mil û destê]], hestiyên bazû, kewere û zende, şeyên dest û tilî hestiyên dirêj in. Herwisa ji [[Hestiyên ling û pê|hestiyên ling û pêyê]]; hestiyê ran, qamîşe, telezime, şêyên pê û pêçî jî mînak in ji bo hestiyê dirêj.
 
=== Hestiyê pan ===
Hestiyên pan vê navê ji ber rûyên xwe yên pan girtine. Hestiyên pan ji bo girêdana masûlkeyan rûyek fire dabîn dikin û şaneyên nerm ên li bin xwe diparêzin. Hestiyên kiloxê yên li tasa serî, hestiyên bêrokê, [[parsû]], hestiyê [[qefesa sîngê]] mînak in bo hestiyên pan.
 
=== Hestiyê kurt ===
Li hestiyê kurt, firehî û dirêjiya hestî hema wekhev e. Hestiyên meçeke yê dest û hestiyên bazinê pê mînak in ji bo hestiyê kurt.
 
=== Hestiyê kunciyî ===
Hestiyê kunciyî (bi îngilîzî: s''esamoid bones'') hestiyên hûrik û piçek glover in. Ji ber ko dişibin tovê kunciyê vê navê girtine. Hestiyê kunciyî di nav [[Jê|jêyan]] de cih digire. [[Jê]] ,masûlkeyan bi hestîyan ve girê didin. Li [[Geh|gehan]] pestoya li ser jêyan zêde ye, hestiyên kunciyê jêyan ji hêza pestoyê diparêze<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Hestiyê kulavê çokê mînak e ji bo hestiyê kunciyî. Hin caran hestiyên kunciyî wek hestiyê kurt jî tê polenkirin.
 
=== Hestiyê bêserûber ===
Hestiyên bêserûber xwediyê şêweyêk diyarî nîn in bi gelemperî teşeyê wan aloz e û naşibin hestiyên din. Hestiyê [[Birrbirreya piştê|birrbirreyê]], hestiyên rûyê mirov mînak in ji bo hestiyên bêserûber.
 
== Xaneyên Hestî ==
Çar cor xane di pêkhateya hestî de cih digire
 
=== Xaneyên çêkerê hestî (Osteoblast) ===
Hestî ji aliyê xaneyên negehiştî yên bi navê osteoblast tê çêkirin. Wateya osteoblast “çekerê hestî” ye. Ango xaneyên osteoblast hestî çê dikin. Xaneyên çêkerê hestî li beşa geşê ya hestî de, li [[bergê hestî]] û li ser rûyê navî (''endosteum'') yê hestî de zêde ne. Xaneyên çêkerê hestî dabeş nabin. Çêbûna hestî wekî [[hestîbûn]] (bi îngilîzî: ''ossification'') tê navkirin. Di laşê mirov de hestîbûn bi gelemperî piştî qonaxa kirkirkê dest pê dike, lê hinek hestî jî bê ko qonaxa kirkirkî rû bide yekser wekî hestiyê req dirust dibin<ref name="visualizing-human-biology" />. Gava hestîbûn rû dide, xaneyên çêkerê hestî li gel derdana xwêyên kalsiyumê, rîşalên ji proteînên kolojen û elastîn jî berhem dike û der dide derdora xwe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Di heman demê de xwêyên kalsîyumê jî li nav rîşal û proteînande kom dibe. Bi vî awayî derdora xaneyên çêkerê hestî req dibe û xane di nav kelênek (lacune) de asê dimîne. Ji vê gavê şûn ve êdî ji boy xaneyên çêkerê hestî, erkê dirûstkirina hestî diqede û xaneyên çêkerê hestî jî diguherin û êdî wekî xaneyên hestî (ostecytes) tên navkirin<ref name="Human Biology."/>.
 
=== Xaneyên hestî (osteosît) ===
Xaneyên hestî (osteosît) xaneyên serekî yên hestiyê têgihîştî ye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Xaneyên hestî jî mîna xaneyên çêkerê hestî, xaneyên nedabeşdar in. Her çiqas xaneyên hestî di nav kelênê de ji hev cuda cih bigirin jî, ji her xaneyê niçikên [[sîtoplazma]] û [[parzûna xaneyê]] ber bi xaneyên din ve dirêj dibe, di navbera xaneyên hestî de fersenda têkilî dayîn û alûgorkirina madeyan peyda dike<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Ango navbera xaneyên hestî ji pêkhateyek req pêk tê, lê xaneyên hestî bi hev re di nav têkiliyê de ne.
 
=== Xaneyên bineratî yê hestî ===
Xaneyên bineratî yê hestî (bi îngilîzî: ''osteogenic cells'') xaneyên cora sêyem in ko di pêkhateya hestî de cih digirin. Xaneyên bineratî xaneyên negihîştî û neguherbuyî ne. Di nav her çar cor xaneyên hestî de, tenê xaneyên bineratî dikarin dabeş bibin û hejmara xwe zêde bikin. Dema pêdivî pê hebe, xaneyên bineratî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên çêkerê hestî (osteoblast). Xaneyên bineratî di çîna navî ya bergê hestî û di moxê hestî de cih digirin.
 
=== Xaneyên hilweşînerê hestî ===
Heke şikestin an jî derizîn di hestiyê mirov de rû bide, ji bo saxkirina hestiyê, xane û şaneyên nû tên çêkirin. Herwisa beşa hestiyê ziyangirtî an jî xaneyên mirî û nekêrhatî jî ji hestî tên dûrxistin. Ji bo hêlweşîna beşa hestiyê ziyangirtî, xaneyên hilweşînerê hestî (bi îngilîzî: ''osteoclasts'') kar dikin. Xaneyên hilweşînerê hestî li ser rûyê hestî de cih digirin. Bi hilweşandina xaneyên hestî, kalsiyum jî serbest dimîne ji bo tevlêkirina nav xwînê. Ango ji alîkî ve xaneyên çêkerên hestî xaneyên nû çê dikin, ji aliyê din ve xaneyên hilweşînerê hestî xaneyên mirî û ziyangirtî hildiweşînin. Bi xebatên van herdû cor xaneyan, şêweyê hestî tê parastin<ref name="Human anatomy" />.
 
== Matrîksa hestiyê ==
Beşa şaneya hestiyê ko di navbera xaneyên hestî de dimêne, wekî matrîks (bi îngilîz: ''matrix'') tê navkirin. Matrîks ji pêkhateyên endamî (''organic'') û neendamî (''inorganic'') pêk tê.
 
Yek ji sisêyê giraniya hestî, ji madeyên endamî pêk tê<ref name="Human anatomy" />. Xaneyên hestî û rîşalên kolojen beşa serekî ya endamî ya hestî pêk tînin. Rîşalên kolojen zexmî dide hestî, li hember darbeyên hawirdorê bê ko hestî bitewe an jî kin û dirêj bibe qaîşokiya hestîyê dabîn dike. Rîşalên kolojen di nav madeyek nîvreq de cih digirin, ev made wekî madeya binyat (bi îngilîzî: ''ground substance'') tê navkirin. Madeya binyat jî madeyek endamî ye û hilawîstin û destekkirina rîşan dabîn dike.
 
Madeyên neendamî yên hestî, berpirsiyarin bo reqbûna hestî. Piraniya madeyên neendamî yên hestiyê ji xwêya kalsiyumê pêk tê. Bi taybetî kalsiyuma fosfat Ca <sub>3</sub> (PO <sub>4</sub> ) <sub>2</sub> û kalsiyuma hîdroksîd bi hevre li derdora rîşalên kolojen berhev dibin û navbera xaneyan de matrîksa req ava dikin. Herwisa li gel xwêyên kalsiyumê, dema [[Hestîbûn|hestîbûnê]] de kalsiyuma karbonat û îyonên wekî sodyum, magnezyum, flor û sulfat jî li hestî tên tevlêkirin<ref name="Human anatomy" />.
 
== Bergê Hestî ==
[[Wêne:Bergê_hestî_ku.png|thumb|350x350px|Bergê hestî ji du çînan pêk tê.]]
'''Bergê hestî''' (bi îngilîzî: ''periosteum''), perdeyek zexm a li ser rûyê hestiyan e.
 
[[Hestî]] bi perdeyek du çînî dapoşrav e. Navê vê perdeyê bergê hestî ye. Bergê hestî, perdeyek bi hêz e, di bergê hestî de [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]], [[Sîstema lîmfê|lûleyên lîmfê]] û [[demar]] hene<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>.Bergê hestî, hestiyê ji hawirdorê diparêze, lûleyên xwînê û demaran bi hestî ve girê dide, ji bo başkirina hestiyê şikestî û ji bo stûrkirina hestiyê, xaneyên nû dabîn dike<ref name="Human anatomy" />.
 
Çîna derve ya bergê hestî wekî çîna rîşalî (bi îngilîzî: ''fibrous layer'') tê navkirin û ji [[Bestereşane|bestereşeneya]] şidayî (bi îngilîzî: ''dense connective tissue''), pêk tê. Çîna navî ya bergê hestî wekî çîna [[Xane|xaneyî]] (bi îngilîzî: ''cellular layer'') tê navkirin û ji xaneyên çêkerê hestî (''osteoblast'') pêk tê<ref name="Human anatomy" />.
 
Çîna derve rîşalên kolojen û rîşalên demar li xwe digire. Gava ziyan digihîje hestî, hestî diderize an jî dişikê, [[Demarexane|demarexaneyên]] hestê demareragihandin dişînin [[Demaxê mirov|demaxê]]. Bi vî awayî êşa hestî li mirov peyda dibe. Herwisa çîna derve gelek lûleyên xwînê jî li xwe digire. Lûleyên xwînê ji bergê hestî şax didin û belavê nav hestî dibin, bi vî awayê ji xaneyên hestî re xurek dabîn dikin<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA">ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Periosteum [https://www.britannica.com/science/periosteum]</ref> .
 
Çîna navî ya bergê hestî ji xaneyên çêkerê hestî (bi îngilîzî: ''osteoblasts'') pêk tê. Xaneyên çêkerê hestî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên hestî (bi îngilîzî: ''osteocytes''). Li gel stûrbûna hestî, şikestin an jî derizên hestî jî ji aliyê van xaneyan ve tên başkirin<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>.
 
Xaneyên bergê hestî dikarin dabeş bibin û çînên nû li hestî zêde bikin, loma bergê hestî, tîreya hestî zêde dike, hestî stûr dibe<ref name="VILLEE">Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>.[[Jê]] (bi îngilîzî: ''tendon'') û [[bester]] (bi îngilîzî: ''ligament'') bi navbeynkariya bergê hestî, bi hestiyan ve tên girêdan. Ji xeynî beşa hestiyê ya ko bi hestiyek din ve [[geh]] ava dike, hemû rûyê hestî bi bergê hestî dapoşrav e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
 
== Pêkhateya Hestî ==
[[Wêne:Bone_cross-section_ku.svg|thumb|390x390px|Hestî ji du şaneyên sereke pêk tê, şaneya hestiyê pitew û şaneya hestiyê îsfencî.]]
 
=== Hestiyê Pitew ===
'''[[Hestiyê pitew]]''' (bi îngilîzî: ''compact bone'') yek ji du corê [[Şane (biyolojî)|şaneya]] hestî.
 
Hestî ji du şaneyên sereke pêk te, şaneya hestiyê pitew û şaneya [[hestiyê îsfencî]]<ref name="OpenStax, Biology">Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>.Rûyê derveyî hestiyan bi çînek req dapoşrav e, ev çîna hestî wekî hestiyê pitew tê navkirin. Hestiyê pitew şaneyek çirr, req û lûs e. Doxa hestiyên dirêj ji şaneya hestiyê pitew pêk tê<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.</ref>. Kêlena nav doxa hestî, [[moxê hestî]] li xwe digire<ref name="visualizing-human-biology" /> . Hestiyê pitew li bin [[bergê hestî]] de cih digire, hestiyê diparêze û zexmtiyê dide hestiyê<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref>. %80yê giraniya hestiyê laş ji hestiyê pitew pêk tê<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
Şaneya hestiyê pitew ji çînên bazinî yên tenik pêk tê. Çînên bazini wekî perik tên navkirin. Perik (bi îngilîzî: ''lamellae'') li derdora cogên navendî de bi awayekî yeknavendî rêz dibin. Coga navendî û koma perikên dora wê, bi hev re wekî lûle an jî sîstema havers (bi îngilîzî: ''osteon, Haversian system'') tê navkirin<ref name="Human Biology." />. Lûle di hestî de bi awayekî paralelê hev û paralelê doxa hestî dirêj dibin.
 
==== Beşên sîstema Haversê ====
Di hestiyê pitew de sîstema Havers (lûle) ji coga Havers, perikên yeknavendî, xaneyên hestî û cogikan pêk tê<ref name="Human anatomy" />.
 
===== Coga Havers =====
[[Wêne:Bone_unit_-_Osteon_--_Smart-Servier_ku.jpg|thumb|500x500px|Lûle di hestiyê pitew de bi awayekî paralelê hev û paralelelê doxa hestî dirêj dibin.]]
Di navenda sîstema Havers de cogek lûleyî dirêj dibe, ev cog wekî coga Havers an jî coga navendî (bi îngilîzî: ''Haversian canal or Central canal'') tê navkirin. Di nav coga Havers de, [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]], [[Sîstema lîmfê|lûleyên lîmfê]] û [[demar]] hene<ref name="Anatomy and physiology" />. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xurek û oksîjen ji bo [[Xane|xaneyên]] hestî tê dabînkirin<ref name="VILLEE" />.
 
===== Perikên yeknavendî =====
Perikên yeknavendî (bi îngilîzî: ''concentric lamellae''), xelekên [[Bestereşane|bestereşaneya]] hestiyê ne. Perik li derdora coga Havers de bi şêweyek yeknavendî cih digirin. Hejmara perikên yeknavendî li hemû lûleyan de ne yek e. Perik rîşalên kolojen li xwe digirin. Rîşalên kolojen ên perikên cînar, di heman alî de dirêj nabin. Wekî minak, heke rîşalên kolojen ên perikek ber bi çepê jor ve dirêjî be, rîşalên perika cînar ber bi rastê jor ve dirêj dibe. Rêzbûn û dirêjbûna rîşalan a bi şeweyê dijalî, zexmtiya hestiyê zêdetir dike<ref name="Human anatomy" />. Xaneyên hestî (bi îngilîzî: ''osteocytes'') di nav kelênan (''lacunae'') de, di navbera perikên cînar de cih digirin. Perik li gel rîşalên kolojen, xweyên kalsiyum û fosfor jî li xwe digire, reqbûna hestî ji ber kombûna xwêyan a li navbera rîşalan e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
 
===== Cogik =====
Li şaneya hestiyê pitew de her kelênek bi navbeynkariya cogên gelek biçûk bi kelênên din ve girêdan ava dike, ji van cogên hûrik re tê gotin cogik (bi îngilîzî: ''canaliculi''). Xaneyên hestî yên di nav kelênan, niçikên [[Sîtoplazma|sîtoplazmaya]] xwe di cogikan de dirêjê xaneyên din dikin, bi vî awayê di navbera xaneyan de ragihandin çê dibe<ref name="VILLEE" />. Herwisa di navbera coga Havers û xaneyên hestî de alûgorkirina xurek, gaz, mîneral û madeyên paşmayî jî bi rêya cogikan rû dide. Ango cogik him xaneyên hestî bi hev re girê didin, him jî [[xaneyên hestî]] bi coga Havers ve girê didin<ref name="Human biology15ed" />.
 
=== Hestiyê Îsfencî ===
Hestiyê îsfencî (bi îngilîzî: spongy bone /cancellous bone/ trabecular bone) . Hestî ji aliyê derve bi şaneya hestiyê pitew dapoşrav e, rûyê navî yê hestiyê bi şaneya hestiyê îsfencî rûpoş e. Cudahiya sereke ya hestiyê îsfencî ji hestiyê pitew ev e ko, hestiyê îsfencî lûle (sîstema havers) lixwe nagire<ref name="OpenStax, Biology" />. Li dewsa lûleyan, hestiyê îsfencî ji kêranan (bi latînî: ''trabeculae'') pêk tê. Hestiyê îsfencî bi [[Çavê mirov|çavê]] tazî wekî mîna şaneya [[hingiv]] çavçavî xuya dibe<ref name="Anatomy and physiology" />.
[[Wêne:Hestiyê îsfencî ku.png|thumb|Her çiqas şaneya hestiyê îsfencî wekî pêkhateyek nerm û bêhêz xuya dibe jî, lê bi eslê xwe hestiyê îsfencî pêkhateyek zexm û mukim e.]]
Her wekî hestiyê pitew, hestiyê îsfencî jî di nav kelênan de xaneyên hestî li xwe digire, lê xaneyên hestiyê îsfencî bi awayekî xelekên yeknavendî rezbûyî nîn in<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Xane di kelênên nav kêranan de cih digirin. Kêran perikên bi şêweyî pelikên paralelê hev in<ref name="Human anatomy" />. Tora kêranan wekî mîna îsfenc xuya dibin. Bi vê pêkhateyê hestî xwe ji pestanên hawirdor û kêşa giraniya laş diparêze, herwîsa kêşa hestî jî kêm dike loma hestî zexm lê hinek sivik dimînin. Valahiyên di navbera kêranan bi moxê sor û lûleleyên xwînê tîjî ne<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA." />. Her çiqas şaneya hestiyê îsfencî wekî pêkhateyek nerm û bêhêz xuya dibe jî, lê bi eslê xwe hestiyê îsfencî pêkhateyek zexm û mukim e<ref name="Human Biology." />. Di navbera kêranan de moxê sor ê hestî cih digire<ref name="McGraw-Hill">Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Moxê sor xaneyên bineratî yê [[Xwîn|xaneyên xwînê]] li xwe digire. Hemû xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ve tên berhemkirin<ref name="visualizing-human-biology" />. %20ê hestiyên laşê mirov ji hestiyê îsfencî pêk tê<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA."> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Cancellous bone [https://www.britannica.com/science/cancellous-bone]</ref>.
 
== Moxê hestî ==
[[Wêne:Bone_cross-section_ku.svg|thumb|250x250px|Pêkhateya hestiyê dirêj]]
'''[[Moxê hestî]]''' an jî '''mejiyê hestî''' (bi înglîzî ''bone marrow'')<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9</ref> [[Şane (biyolojî)|şaneyeke]] nerm e û dişibe [[Jelatîn|jelatînê]]. Ev şane xaneyên xwînê û xaneyên lîmfê berhem dike<ref name="Villee">Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p951,p985</ref>, loma têkiliya wî bi [[sîstema lîmfê]] û [[sîstema gera xwînê]] ve heye<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."/>. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox, hestiyên hewzê û hestiyê singê, moxê hestî li xwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran, hestiyên persû û hestiyên bazû (humerus) jî moxê hestî li xwe digirin<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."/><ref name="Anatomy and physiology" />.
[[Wêne:619_Red_and_Yellow_Bone_Marrow_ku.jpg|thumb|250x250px]]
Li nav hestiyên mirov de du cureyî moxê hestî heye, '''moxê sor''' û '''moxê zer'''. Di nav hestiyên zarok û yên mirovên têgihîştî de cihên moxê sor ê hestî ne yek e. Di laşê zarokan de moxê sor di nav hestiyê îsfencî û di kelêna moxê piraniya hestiyan de cih digire. Ji dayikbûnê heta temenê heft salî, li nav hestiyên zarokan de tenê moxê sor berhem dibe. Her ko zarok mezin dibe, moxê sor ê di kelêna moxê de hildiweşe û diguhere bo şaneya çewrî ya bi navê moxê zer. Ango piştî temenê heft salî, li hin beşên hestiyan de dewsa moxê sor, moxê zer cih dibe<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."/>. Ji ber vê yeke, di laşê mirovê têgihîştî de moxê sor tenê li hin beşên [[Tewerepeyker|tewerepeykere]] de heye. Wekî mînak, hestiyê kiloxê, hestiyên [[Birrbirreya piştê|birrbirreyê]], [[parsû]], [[hestiyê sîngê]] û [[Piştêna hewzê|hestiyê qorikê]] moxê sor ê hestî li xwe digirin. Herwisa hestiyê ran û hestiyê bazû jî moxê sor li xwe digirin<ref name="Human anatomy" />. Moxê zer ê hestiyan gelek [[Xane|xaneyên]] çewrî li xwe digire<ref name="Anatomy and physiology" />. Di demên asayî de moxê zer wekî enbara çewrî kar dike. Heke di laş de ji ber xwînçûna zêde, [[kêmxwînî]] peyda bibe, dibe ku moxê zer biguhere û bibe moxê sor û [[Xwîn|xaneyên xwînê]] çê bike<ref <ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA.."> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Bone marrow [https://www.britannica.com/science/bone-marrow]</ref>. Hemû cureyên xaneyên xwînê ji aliyê moxê sor ê hestiyan ve tê berhemkirin<ref name="Anatomy and physiology" />. Di moxê sor de [[Xaneya bineratî|xaneyên bineratî]] (stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin<ref name="Anatomy and physiology" /><ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
[[Kategorî:Biyolojî]]
[[Kategorî:Anatomî]]