Ehmed Dilzar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "'''Ehmed Dilzar''' (1920, Koye,Herêma Kurdistana Iraqê - 1'ê Nîsan a 2021, Hewler, Herêma Kurdistana Iraqê) Helbestvan<nowiki..." hat çêkirin
 
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Ehmed dilzar.jpg|thumb|332x332px|Ehmed dilzar]]
'''Ehmed Dilzar''' (1920, [[Koye]],[[Herêma Kurdistana Iraqê]] - 1'ê Nîsan a 2021, [[Hewlêr (paytext)|Hewler]], [[Herêma Kurdistana Iraqê]]) [[Helbestvan]]<nowiki/>ekî [[Kurd]] e.
 
Line 9 ⟶ 10:
Dilzar cara duyem li sala 1948an hat girtin. Sala 1949an ji [[girtîgeh]]<nowiki/>a Hewlêrê şandin girtîgeha [[Bexda]]<nowiki/>yê. Li nav girtîgeha Bexdayê de jî ji ber fikr û çalakiyên xwe yên siyasî, bi sê sal zîndan hat mehkûmkirin û sirgûnî girtîgeha bajarê [[Kût (bajar)|Kût]] yê Iraqê hat kirin.
 
Ehmed Dilzar sala 1952an de hat berdan. Ji wê demê de bi rengekî veşartî li ser rêça komonîstiyê bû. Ji bo ku neyê girtin, zû bi zû cihê jiyana xwe diguherand. Ji Koye çû Hewlêrê û ji Hewlêrê derbasî [[Kerkûk|Kerkûkê]] bû. Ji Kerkûkê jî derbasî [[Helebce|Helebcê]] bû. Lê li wir hat girtin. Destpêkê, ew şandin girtîgeha

Kerkûkê paşê jî sirgûnî girtîgeha Nugre Selman li başûrê Iraqê hat kirin. Sala 1956an de hat berdan û vegeriya Koye. Heta sala 1960an li Koye bû.

Wê salê bû endamê desteya nivîskarên rojnameya Azadî li Bexdayê. Sala 1963an de bû çekdarê partiya komonîst. Baregeha wan li gundê [[Kilkesimaq (gund)|Kilkesimaq]] yê Koye bû, paşê derbasî gundê [[Awekird (gund)|Awekird]] yê Koye bûn.
 
Ehmed Dilzar piştî heyamek dirêj ji penaberiyê, sala 1994an de vegeriya Kurdistanê û li Hewlêrê niştecî bû.
 
Ehmed Dilzar di temenê 101 salî ya xwe da, dî 1'ê [[nîsan]]<nowiki/>a 2021an de li bajarê Hewlêrê mir.
 
 
== Çavkanî ==
http://www.rupelanu.com/helbestvane-navdare-kurd-ehmed-dilzar-di-temene-101-sali-de-koca-dawi-kir-16896h.htm
[[Kategorî:Kurd]]
[[Kategorî:Helbestvan]]
[[Kategorî:Mêr]]