Ehmed Dilzar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

helbestvan ekî kurd bû
Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "'''Ehmed Dilzar''' (1920, Koye,Herêma Kurdistana Iraqê - 1'ê Nîsan a 2021, Hewler, Herêma Kurdistana Iraqê) Helbestvan<nowiki..." hat çêkirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 09:49, 12 nîsan 2021

Ehmed Dilzar (1920, Koye,Herêma Kurdistana Iraqê - 1'ê Nîsan a 2021, Hewler, Herêma Kurdistana Iraqê) Helbestvanekî Kurd e.

Ehmed Dilzar sala 1920an li bajarê KoyeHerêma Kurdistanê ji dayîk bu. Bi sedan helbest bi zimanên Kurdî û Erebî nivîsiye. Berhemeke din ya Ehmed Dilzar, bîranîna alim û helbestvanê navdar Bab Tahîr Hemedanî ye ku ji Lorî vergerandiye Kurdî.

Navê rast yê Ehmed Dilzar, Ehmed Mistefa Mihemed e. Dema dest bi nivîsandina helbestan kir, paşnavê xwe kir Dilzar.

Ehmed Dilzar sala 1942an de dest bi nivîsandina helbestan kir, wê demê di nav artêşa Iraqê de bû leşker. 3 sal û nîv leşkerî kir. Beşek ji leşkerîya xwe li Filistînê derbas kir. Piştî leşkerîya xwe vegeriya bajarê xwe. Sala 1946an tevlî tevgerên komonîstî bû, ji ber wê jî hat girtin.

Dilzar cara duyem li sala 1948an hat girtin. Sala 1949an ji girtîgeha Hewlêrê şandin girtîgeha Bexdayê. Li nav girtîgeha Bexdayê de jî ji ber fikr û çalakiyên xwe yên siyasî, bi sê sal zîndan hat mehkûmkirin û sirgûnî girtîgeha bajarê Kût yê Iraqê hat kirin.

Ehmed Dilzar sala 1952an de hat berdan. Ji wê demê de bi rengekî veşartî li ser rêça komonîstiyê bû. Ji bo ku neyê girtin, zû bi zû cihê jiyana xwe diguherand. Ji Koye çû Hewlêrê û ji Hewlêrê derbasî Kerkûkê bû. Ji Kerkûkê jî derbasî Helebcê bû. Lê li wir hat girtin. Destpêkê, ew şandin girtîgeha Kerkûkê paşê jî sirgûnî girtîgeha Nugre Selman li başûrê Iraqê hat kirin. Sala 1956an de hat berdan û vegeriya Koye. Heta sala 1960an li Koye bû. Wê salê bû endamê desteya nivîskarên rojnameya Azadî li Bexdayê. Sala 1963an de bû çekdarê partiya komonîst. Baregeha wan li gundê Kilkesimaq yê Koye bû, paşê derbasî gundê Awekird yê Koye bûn.

Ehmed Dilzar piştî heyamek dirêj ji penaberiyê, sala 1994an de vegeriya Kurdistanê û li Hewlêrê niştecî bû.

Ehmed Dilzar di temenê 101 salî ya xwe da, dî 1'ê nîsana 2021an de li bajarê Hewlêrê mir.


Çavkanî

http://www.rupelanu.com/helbestvane-navdare-kurd-ehmed-dilzar-di-temene-101-sali-de-koca-dawi-kir-16896h.htm