Aynur Bozkurt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 39:
 
== Jînenîgarî ==
Bavê wê ji [[Mêrdîn]]ê, diya wê ji Amedê ye. Piştî xwendin û mamostetiya li ser zimanên programkirina kompîturê li Amedê, Aynur Bozkurt ji destpêka sala 1992yan şûn ve li [[Stembol]]ê, di rojnameya hefteyî ya kurdî ''[[Welat (rojname)|Welat]]'', rojnameya hefteyî ''[[Welatê Me]]'' û di rojnameya hefteyî ''[[Azadiya Welat]]'' de xebatên rojnamevaniyê kir.
 
Ew her wiha bû xwediya rojnameya ''Welatê Me'' ku bi qasî salekê weşana xwe domand, bi temamî sê doz lê hatin vekirin û cezayên pereyê li wê hatin birrîn. Wê jî mîna hin rojnamevan û nivîskarên wê demê, parastina xwe û ya rojnameyê bi kurdî dikir ji bo danpejirandina hebûna kurdî di dadgehan de. Bi salan zimanê kurdî wek "zimanekî ku nayê zanîn" dihat qeydkirin ji aliyê dadgehên tirk ve.