Împeratoriya Osmanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B Guhartinên 176.88.29.83 (gotûbêj) hatine betalkirin, vegerand guhertoya dawî ya GPinkerton Etîket: Vegerandin SWViewer [1.4] |
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî) B jêbirina beşên zêde kurt |
||
Rêz 48:
Osmanî bavikekî tirk ji [[Oxiz]]an e, navê bavê ku navê xwe dayê vî bavikî [[Osman]] bû. Di sedsala 13em û 14em de wekî mîrîtiyeke biçûk li sînorên [[Bîzans]]a ku êdî lawaz bû de bi cîh bû. Di demeke kurt de li hemberî Bîzans xwe birêxistin kir û serkeftinên leşkerî bi dest xistin. Dîsa bi riya siyaseta xweyî bi bavikên cîran re erdê xwe mezin kirin. Di nîşana 1453an de [[Stembol]] ([[Konstantînopolîs]]) bi dest xistin û kirin paytexta xwe.
Bi giştî 36 siltanên osmaniyan çêbûn. Osmanî di sedsala 16em û şûn de êdî bi pêş neketin. Di sedsala 18em û 19em êdî gelekî lawaz bûn, herçend di sedsala 19em de hewl ji bo guhertinan hate dayîn û reform jî hate kirin êdî di dawiya sedsala 19em û di serê sedsala 20em de Osmanî bi navê [[Zilamê Nexweş ê Ewropayê]] dihate nasîn. Bi derbeya Jon Tirkan(1908) desthilata Osmaniyan kete bin destê [[Îtihad û Teraqî]]yê. Ew di [[şerê cîhanê yê yekem]] de di aliyê [[Elmanya]]yê de cîh digirin. Di dema şer de qirkirineke herî mezin ya cîhanê li dijî [[ermenî]] û [[mesîhî|mesîhiyên]] din tê pêk anîn. Piştî şer bi dawî dibe osmanî têk diçin û qedera wan dikeve destê hezên serketî yên mîna [[Fransa]] û [[Brîtanya]]. Bi dûçûna yek ji avakerên dewleta Iraqê ya modern Abdulmuhsin Sadun; sedema mezintirîn ya parçebûna Osmaniyan ew e ku tirkan heq û hiqûqa gelên din yên osmanî înkarkirin.<ref>Kerkük, Tarih, politika ve etnik yapı-Kemal Mazhar Ahmed, Weşanên Avestayê, r:193</ref> Piştî şerê azadîxwaz yên tirkan [[komara Tirkiyeyê]] yê hate damezirandin û bi awayekî fermî împeratoriya osmaniyan di sala [[1923]]an de bi dawî bû.
== Binêre herwiha ==
▲==Peymana Sevrê==
== Girêdanên derve ==
* [http://www.dilbilimi.net/osmanli_arastirmalari.htm Ottoman Resources in Internet]
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
{{Siltanên Împeratoriya Osmanî}}
|