Keremê Seyad: Cudahiya di navbera guhartoyan de

pêşkêşkar û rêveberê radyoyê Radyoya Êrîvanê bû
Content deleted Content added
Pêşnimaya gotarekê
Etîket: 2017 amûra guhartina çavkaniyê
(Cudahî nîne)

Guhartoya 23:51, 27 adar 2021

Keremê Seyad (z. 1938, gundê Heko, qeza Talîn, Ermenistan – m. 28ê adara 2021an Ermenistan), pêşkêşkar û xebatkarê Radyoya Êrîvanê bû.

Keremê Seyad
Jidayikbûn
Keremê Seyad

1ê kanûna paşîn a 1938an(1938-01-01) (86 salî)
gundê Heko, qeza Talîn, Ermenistan
Mirin28ê adara 2021an(2021-03-28)
Ermenistan
HevwelatîErmenistan
PîşePêşkêşkarê radyoyê û nivîskar
Salên çalak1960 - 2014
biguhêreBelge

Heyat û xebatên wî

Malbata wî sala 1918a ji ber zilmê, ji Qersê koçberî Ermenistanê bûne. Xwendina xwe li dibistana gundê Hekoyê temam dike.

Di sala 1938an de li gundê Heko, qeza Talîn a Ermenistanê ji dayik bûye. Di rojnameya bi navê "Bolşêvîkyan Droşov" de nivîsên xwe belav dike. Bi wan nivîsên xwe bi nav û deng dibe. Gotarên wî di rojnameyên Ermenistanên ên bi navê "Avangard", "Sovêtakan Hayastan", "Komûnîst" de tên weşandin.

Di sala 1960an de Xelîl Mûradov wî dawetê Radyoya Êrîvanê dike. Ew di sala 1960an de di Radyoya Êrîvanê de wek spîker dest bi kar dike. Bi gotina xwe ya "Yêrîvan xeber dide" jî tê zanîn.

Piştî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst aboriya Ermenistanê kete haleke nebaş. Di vê demê de Keremê Seyad di radyoyê de tenê ma. Vladîk Zadayan wê çaxê ji ber tinebûna xebatkaran xwestiye ku beşa kurdî ya radyoyê bide girtin, lê Keremê Seyad wê demê kurê xwe Tîtal û keça xwe Leylê jî dixe nav kadroya xebatkaran. Herçiqas birayê wî, wî û malbata wî ji bo îmkanên baş dawetê Rûsyayê kiribe jî ew neçûye Rûsyayê û xebatên beşa kurdî ya radyoyê daye dewamkirin.

Keremê Seyad bi qasî 5 salan jî di rojnameya Riya Teze de korêktorî kiriye, xebitiye. Ji xeynî wê korêktoriya bi dehan kitêban kiriye. Herwisa tevî xebatên hazirkirina fîlma kurdî a bi navê "Zerê" jî bûye.[1]

Ew heya 2014an tevî kurê xwe Tîtalê Kerem di Radyoya Êrîvanê de xebitiye. Lê piştî sala 2014an ji ber sedemên tendiristiyê xwe ji karên radyoyê vedikişîne.

Di 28ê adara 2021an de çû ber dilovaniya Xwedê.[2]

Kurê wî Tîtalê Kerem redaktoriya rojnameya Riya Teze kiriye.

Çavkanî

  1. ^ Kerem, Tîtalê (6 gulan 2011). "50 Sal Xebat Di Radyoya Yerîvanê De" (PDF). Agirî. 160: 10.
  2. ^ Rûdaw: Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Kadrî Yildirim û Keremê Seyad kir

Girêdanên derve