Sedam Huseyn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Wêneyê bi navê Iraq_Saddam_Hussein.jpg ji gotarê hate jêbirin, ji ber ku ew li Commonsê ji aliyê Fitindia ve hate jêbirin. Sedema jêbirinê: No permission since 8 February 2021
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
Sedam di 16'ê adara 1988'an de li hemberî kurdan, li bajarê [[Helebce]]yê [[Komkujiya Helebceyê|komkujiyeke]] mezin pêk anî û bi bombeyên kîmyawî pênc hezar kurd kuştin.
 
Di sala 1980'yî de Îraqê bi Îranê re şer îlan kir û hêzên Sedam herema avî ya [[Şetelereb]] bi dest xistin. Şerê di navbera Îran û Îraqê de 8 salan dom kir û bi sedhezaran kesî di vî şerî de jiyana xwe ji dest da. Dema ku şer bi dawî bû herdu alî jî di cîhê xwe yên dest pêkê de bûn. Piştre Sedam di 2'yê gelawêja 1990'î de [[Kuweyt]] dagir kir. Li ser wê yekê gelek welatên cihanê bi pêşengiya DYA'yê li dijî Îraqê şer îlan kirin. Di 16'ê berfanbara 1990'î de li ser Îraqê bombe bariyan. Şer heya 27'ê reşemiya 1991'an domiya. Piştî bûyerên 11'ê Rêzberê dîsa çaw zivirîn ser Sedam Huseyn. Di dawiyê de [[DYA]] û [[ÎngiltereBrîtanya]]ê di avrêla 2003'an de, bi angaşta [[çekên nukleer]] careke din li dijî Îraqê dest bi şer kirin. Hêzên koalîsyonê, di 10 avrêlê de ketin paytexta Iraqê Bexdayê û peykerê Sedam Huseyn ê li navenda bajêr anîn xwar. Ev roj ji bo gelên li Îraqê wekî destpêkeke nû hate nirxandin. Di serî de gelê kurd, gelên Îraqî rabûn ser piyan û têkçûna pergala Sedam pîroz kirin.
 
Bi têkçûna dîktatore Sedam Huseyn re, berhemên desthilatdariya wî yek bi yek derketin holê; li çar hêlên Îraqê goristanên tomerî û wêneyên wahşetê yên desthilatdariya Sedam yek bi yek derketin holê.