Geh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 12:
== Geha kirkirki ==
 
Geha kirikirkî (bi îngilîzî: ''cartilaginous joint'' ) bi navbeynkariya kirkirkê, hestiyan bi hevre girê dide, loma vî navê lê kirine<ref name="OpenStax, Biology" />. Gehên kirkirkî bi gelemperî gehên livoka sinordar (bi îngilîzî: ''semimovable joint'') an jî gehên nebizêw in e. Mînak, serê [[Parsû|parsûyan]] bi navbeynkariya kirkirkê bi [[hestiyê sîngê]] ve girêdayî ye, ev geh, gehek lîvoka sinordar e. Herwisa navbera hestiyên birrbirreya piştê de xepleyên kirikirk hene bi vî awayê gehên birrbirreyê dikarin bi awayekî sinordar bilivîn. Hestiyên rûv ên [[piştêna hewzê]] li aliyê pêşiyê laş de digihîjindigehêjin hev û bi navbeynkariya kirkirkê bi hev re girêdayî dimînin. Geha rûv ji xeynî dema ducaniya dayikê, gehek nebizêw e. Bejna mirov ji dayikbûnê heta temenê pêgehiştinê dirêj dibe. Bi eslê xwe dirijbûna bejnê ji ber dirêjbûna hestiyan e. Beşa ko hestî dirêj dibe wekî perê cemserê hestî (bi îngilîzî: ''epiphyseal plate'') tê navkirin. Li vir xaneyên kirkirk dabeş dibin, diguherin û dibin hestî. Di hestiyên dirêj, li beşa serî yê hestî de kirkirk di navbera hestiyan de cih digire. Ango di cemserê hestîyên dirêj de geha kirkirakî heye, lê ev geh geha nebizêw e. Kirkirka li perê cemserê hestiyên dirêj di temenê 17 -20 salî de bi tevahî winda dibe herdu beşên hestî digihîjindigehêjin hev û geha kirkirkî winda dibe<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
== Geha sînoviyal ==
Rêz 24:
=== Kelên û şileya gehê ===
 
Gehên sinoviyal, valahiyek bi şileya sînoviyal tîjîkirîtijîkirî li xwe digirin. Ji vê valahiyê re tê gotin kêlena gehê (bi îngilîzî: ''joint cavity''). Kelêna gehê hestiyên gehê ji hev dûr digire. Kirkirkên gehê û şileya gehê ya kelêna gehê lêkxişandina hestiyan kêm dike. Şileya gehê (bi îngilîzî: ''synovial fluid'') li [[Xane|xaneyên]] perdeya sînoviyal, ji [[plazmaya xwînê]] tê parzûnkirn û derdan<ref name="Human anatomy" />.Şileya gehê sê erkên sereke bi cih tîne;
 
1. Şileya gehê, rûyê kirkirkên hestiyên gehê xijokî dike bi vî awayî serê hestiyan ji lêkxişandinê diparêze.
Rêz 38:
=== Besterên gehê ===
 
Hestiyên gehê bi besteran bi hev re girêdayî ne. [[Bester]] (bi îngilîzî: ''ligament'') bandên zexm ên bestereşaneya rîşalî ne<ref name="VILLEE" />. Bester, gehê destek dike, livîna asayî ya gehê hêsantir dike û lê rê li ber livînên neasayî an jî ji hev dûrketina hestiyan digire<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Gehên sînoviyal ji aliyê masûlke û jêyên masûlkeyan ve jî tên destekkirin. [[Jê]] (bi îngilîzî: ''tendon'') dişibin besteran. Bester hestî bi hesti ve girê dide lê jê masûlke bi hestî ve girê dide. Jê û masûlke jî mîna bester destek didin gehê.
 
== Çavkanî ==