Geh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Geh''' an jî '''cumge''' (bi îngilîzî: ''joint'')
 
Peykerekoendam ji boy girêdana [[masûlke]], [[Endam (biyolojî)|endam]] û [[Çermê mirov|çerm]] rûyek req ava dike. Herwisa yek ji karê sereke ya [[Koendama peykerê|peykerekoendamê]] jî parastina endam û pêkhateyên laş e. Lê li gel destekkirin û parastinê, peykerekoendama mirov bi navbeynkariya gehan, çemînbarî û livîna laş jî rêk dixe<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Bi gelemperî cihê ko du an jî pirtir [[hestî]] digihêjindigehêjin hev wekî geh tê navkirin. Geh çemînbarî û livîna peykerê hêsan dike. Herwisa rê dide bo avabûna girêdanan di navbera hestiyan de<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Li gel girêdana hestî bi hestî re, dibe ko gehek bi girêdana hestî bi [[kirkirk]] re, hestî bi masûlke ve an jî hestî bi [[Diranê mirov|diran]] ve jî pêk were.
 
Geh bi du awayî tên polenkirin, li gor pêkhate û li gor erkên xwe. Pêkhateya gehê, diyar dike ko hestî bi çi awayê bi hev re girêdayî ne. Li gor pêkhateyên xwe sê cor geh heye; geha rîşalî, geha kirkirkî û geha sînoviyal. Di vê polenkirinê de geh tên polenkirin, li gor cora [[Bestereşane|bestereşaneya]] ko hestiyan bi hev re girê didin an jî hebûna valahî di navbera hestiyên gehê de<ref name="Human anatomy" />. Herwisa geh li gor erkên xwe jî tên polenkirin. Ev polenkirin li gor asta livîna gehê çê dibe. Li gor vê polenkirinê jî sê cor geh heye, geha nebizêw, geha livoka sinordar û geha bizêw.
Rêz 8:
== Geha rîşalî ==
 
Geha rîşalî (bi îngilîzî: ''fibrous joint''), ev gehê ko hestiyên gehê raste rast bi hev re girêdayî ne û di navbera hestiyên gehê de valahî an jî kirkirk tune. Hesti bi navbeynkariya rîşalên bestereşaneyê bi hev re girêdayî ne<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>. Wekî mînak, gehên navbera hestiyên [[Kiloxê mirov|kiloxê]] û gehên navbera [[Diranê mirov|diran]] û hestiyê çêneyê gehên rîşalî ne<ref name="Anatomy and physiology" />. Herwisa li beşa jêrê mil de [[Hestiyên mil û dest|hestiyê kewere û]] hestiyê enîşkê li gel hev dirêj dibin, doxên van herdu hestiyan jî bi geha rîşalî bi hevre girêdayî ne<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Gehên rîşalî gehên nebizêw (bi îngilîzî: ''fixed joint'') in. Ango hema bêje qet nalivin an jî pir hindik dilivin<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>.
 
== Geha kirkirki ==
Rêz 28:
1. Şileya gehê, rûyê kirkirkên hestiyên gehê xijokî dike bi vî awayî serê hestiyan ji lêkxişandinê diparêze.
 
2. Şileya gehê ji bo xaneyên kirkirkên gehê [[xurek]] dabîn dike, madeyên ziyanbexş ji xaneyan dûr dixe.
 
3. Şileya gehê hêza darbeyan dimijîne, pestoya darbeyan belavê ser rûyê kirkirkên gehê dike.