Hestiyên mil û dest: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 8:
Her mil û destek mirov ji 30 hestiyan pêk e<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Hestiyên mil û dest bi [[Geh|gehên bizêw]] bi hev re girêdayî ne.
 
Mil ji du beşan pêk tê, jorê mil û jêrê mil. Jorê mil ji hestiyek, jêrê mil ji du hestiyan pêk tê. Hestiyê beşa jorê mil wekî hestiyê bask (hestiyê bazû) ( bi îngilîzî: ''humerus'') tê navkirin. Hestiyê baskê hestiyê herî dirêj û stûr e hestiyê mil e<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Hestiyê baskê bi seriyekî xwe ve bi hestiyê berokbêrok ve girêdayî ye, serê din ê hestiyê baskê jî li hêla anîşkê, bi herdu hestiyên jêrê mil ve girêdayî ye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>.
 
Ji herdu hestiyên jêrê mil, hestiyêyê stûr û kintir, wekî kewere (bi îngilîzî: ''radius'') tê navkirin. Kewere li aliyê tiliya mezin a dest de cih digire. Hestiyê dirêjtir û ziravtir ê jêrê mil jî wekî hestiyê enişkê (hestiyê zende) (bi îngilîzî: ''ulna'') tê navkirin. Hestiyê enîşkê li aliyê tiliya qilîçkê ya dest de cih digire. Hestiyên jêrê mil, ango kewere û hestiyê enîşkê li kêleka hev ji enîşkê heta zendê dirêj dibin û bi hestiyên meçeke yên dest ve girê dibin.