Piştêna hewzê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Piştêna hewzê''' an jî '''piştêna qorikê''' (bi îngilîzî: ''pelvic girdle / hip'') pêkhateya bi şeweyê bazinî ye li jêrê zikê mirov de cih digire.
 
Piştêna hewzê ling û pêyan bi [[Tewerepeyker|tewerepeykerê]] ve girê dide<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Ji ber ko piştêna hewzê li bin giraniya laş de ye û berbirseberpirse ji bo livîna laş, piştêna hewzê bi [[Bester|besterên]] zexm, bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Di beşa ko hersê hestiyên qorikê; kemax, rûv û hestiyê qûnê bi hev re tên girêdan, kortikek (çalik) taybet heye ji bo girêdana hestiyê ran. Hestiyên ran bi navbeynkariya besteran bi piştêna hewzê ve girêdayî ne<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>.
 
Piştêna hewza mirov ji hestiyên qorikê (bi îngilîzî: ''hîp bones''), hestiyê [[Birrbirreya piştê|sêbende]] û hestiyê qilênce pêk tê. Hestiyê qorikê cot in. Her yek ji hestiyê qorikê ne yek, lê ji sê hestiyên bi hevre zeliqî pêk tên. Hersê hestiyên qorikê; hestiyê kemaxe (bi înglîzî: ''ilium''), hestiyê rûv (bi înglîzî: ''pubis'') û hestiyê qûnê (bi înglîzî: ''ischium'') ne<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Di temenê mindaliyê de di navbera hersê hestiyan de [[kirkirk]] heye, lê di temenê 13-15 saliyê de hersê hestî yek dibin û wekî hestîyê qorikê tê navkirin<ref name="Human anatomy" />.
 
== Kemax ==
Ji hersê hestiyên qorikê yê herî gir hestiyê kemaxê ye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Hestiyê kemaxê li herdu kêlekên hewzê ber bi jor û paşiyê ve dirêj dibin û li paşiyê laş bi sêbendê re bi gehek nebizêw (nelivok) ava dikin. Geha sêbende û [[Birrbirreya piştê|kemaxê]] gehek zexm e û darbeyên ji ber giraniya laş kêm dike. Hestiyê kemaxê bi alikî ve sêbendeyê ve girêdayî ne li aliyê jêr jî bi hestiyên rûv û qûnê ve girêdayî ne. Hestiyên kemaxê ji herdu aliyên qorikê ber bi navtengê dirêj dibin. Heke mirov destendestên xwe li herdu kêlêkê de daynedayine ser qorika xwe, mirov bi hêsanî dikarê perên hestiyê kemaxê hest bike<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Ev beşa kemaxê ko mirov bi dest hest dike, wekî taca hestiyê kemaxê tê navkirin. Ji ber ko şêweyê vê beşê dişibe baskê balîndeyan, ev beşa kemaxê wekî baskê kemaxê tê navkirin.
[[Wêne:Piştêna hewzê ku.png|thumb|310x310px|Piştêna hewza jinan firetir e.]]
 
Rêz 16:
Beşa pêşî ya piştêna hewzê ji hestiyên rûv pêk te. Hestiyên rûv bi hestiyê kemaxê ve girêdayî ne û ji herdu aliyan ber bi aliyê pêşiyê laş dirêj dibin. Li pêşiyê de digihîjin hev û bi navbeynkariya kirkirkê, bi gehek nebizêw girêdan ava dikin. Ango herdu hestiyên qorikê li aliyê paşî de bi sêbendê ve, li aliyê pêşî jî bi hev re girêdayî ne. Bi vî awayî di nav laş de pêkhateyek mîna hewz an jî legen ava dikin, ji vê pêkhateyê re tê gotin pîştêna hewz an jî piştêna legen.
 
Piştêna hewzê destek dide [[Endam (biyolojî)|endam]] û pêkhateyên nav [[Kelênên laşê mirov|zikekelênê]]. Herwisa giraniya laş ji birrbirreya piştê diguhêzîne ser [[Ling û pê|ling û pêyan]]. Hestiyên piştêna hewzê ji bo [[jê]] û masûlkeyên lingan rûyek req awaava dike.
 
== Çavkanî ==