Piştêna sîngê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4:
'''Piştêna sîngê''' an jî '''kemera sîngê''', (bi îngilîzî: ''pectoral girdle'') beşek ji pelepeykerê ye.
 
Hestiyên ko herdu milan bi tewerepeykerê ve girê didin, piştêna sîngê (kemera sîngê) pêk tînin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Piştêna sîngê du cor hestî, hestiyê pirika mil û defe (hestiyê bêrokê) li xwe digire. Ango piştêna sîngê mirov jjji du hestiyên pirikê û du hestiyên berokê bi tevahî ji çar hestiyan pêk tê<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>.
[[Wêne:Pectoral girdle front diagram ku.svg|thumb|Piştêna sîngê mirov ji çar hestiyan pêk tê.]]
 
Rêz 11:
 
=== Defe ===
Defe (bi îngilîzî: ''shoulder blade/scapula'') hestiyek pan û sêgoşeyî ye û her wekî hestiyê berokberokê jî tê navkirin. Defe li aliyê piştê [[qefesa sîngê]] de, li ser parsûyên jorîn de cih digire. Di navbera [[parsû]] û defeyê de [[masûlke]] hene. Defe (hestiyê bêrokê) ji aliyê hestiyê pirikê ve tê destekkirin. Herwisa defe bi hestiyê pazû yê [[Dest û mil|mil]] ve jî girêdayî ye. Hestiyên pirika mil û hestiyên bêrokê ango piştêna sîngê, ji boy masûlkeyên mil û piştê, rûyê girêdanê peyda dikin. Beşa çepê û ya rastê ya piştêna sîngê bi hevdu re girêdayî nîn in. Loma her beş ji hevdu cuda, bi awayekî xweser dikare kar bike. Pirika her beşê bi navbeynkariya [[Geh|gehek bizêw]] bi tewerepeykerê ve girêdayî ye. Ev rewş firsend dide tewahiya piştêna sîngê ko bi hesanî bilive û bi vî awayê jî livîna her mil û sermilê hêsantir bike<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>.
 
== Çavkanî ==