Rojhilata Navîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Rojhilata Navîn''' navê erdnîgariyî yê herêma ku dikeve Asyaya rojava û Afrîkaya bakur. [[Kurdistan]] jî yek ji welatên Rojhilata Navîn e.
=Destpêk=
Dîroka Rojhilata Navîn ji bo ehemiyeta dîroka dinyayê xwedî cihekî girîng e. Cihên mirovnîş yên yekemîn li Rojhilata Navîn peyda bûne ku ew jî tê wê maneyê ku ji bo destpêkirina dîrokê Rojhilata Navîn muhim e. Dînên mesihî, cihûtî, zerdeştî, mislimanî jî li vê herêmê peyda bûne. Ji ber van sedeman jî li Rojhilata Navîn nasnameyeke xas hatiye afirandin. Jixwe piştî belavbûna Îslamê, nasnameya esasî ya Rojhilata Navîn dînê Îslamê ye. Îslam wek cilekî xwe li Rojhilata Navîn kiriye. Çand, dîrok, siyaset, zanistî û kullî tiştên Rojhilata Navîn guherandiye. Ji ber wê nasîna Îslamê ji bo fêmkirina dîroka ÎRojhilata Navîn cihekê esas digire.
 
Di dînê Îslamê de piştî mirina Pêxemberê Îslamê hinek guherîn çêbûn ku heta niha hem tesîra xwe li Îslamê jî, li Rojhilata Navîn jî, li dinyayê jî kiriye. Piştî wefata pêxemberê Îslamê, Îslam dibe du çiqên sereke; [[Sunîtî]] û [[Şiîtî]]. Jêkvebûna van herdu grûbên siyasî bingeha xwe ji hilbijartina xelifeyê Îslamê werdigire. Aligirên Şiîtiyê dibêjin ku mafê xelifetiyê yê îmam [[Elî]] ye û mafê hersê xelîfeyên din nasnakin. Di dewama fikrên xwe de dibêjin ku xelîfetî piştî îmamê Elî jî, mafê zurriyeta îmam Elî ye. Li hemberî van fikran, alîgirên Sunitiyê bi dûçûna nijadî hilbijartina xelîfeyê Îslamê qebûl nake. Civaka misliman kê hilbijêre, ew dibe xelîfeyê Îslamê. Ehlê Sunet, serokê civaka misliman wek ''xelîfe'' bi nav dike û hemî erkên Îslamê di destê xelîfe de ne. Lê alîgirên Şiîtiyê serokê civaka Îslamê wek ''îmam'' bi nav dikin. Her wiha alîgirên Şiîtiyê bawer dikin ku îmamê 12emîn berze ye û di axirê zeman de dê vegere dinyayê û wek Mehdî binav dikin. Di Şiîtiyê de jî bi navê ''îsmaîlî'' grûbek heye ku bawer dikin, îmamê 12emîn berze nebûye û îmamên dînê Îslamê heta niha berdewam in û hetta serokê wan yê niha Axa Xan e. Heta dîroka modern ya Rojhilata Navîn em tesîra van herdu mezheban dibînin. Xelîfeyên Îslamê bi dûçûna xwestina civakê û hêza grûbekê tê hilbijartin lê berevajî vê Îmamê Îslamê bi dûçûna sîlsîleya nijadî tê tesbît kirin.
 
= Dîrok =