Mewlana Xalidê Kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 18:
'''Mewlana Xalid''' yan jî '''Mewlana Xalidê Kurdî''' (z.1773, [[Şehrezûr]] - m. 1826, [[Şam]]) helbestvanekî [[kurd]] û [[alim]]ekî zana yê [[Îslam]]ê bû.
 
== Jiyana ==
Xalidê Kurdî yê Şarezûrî murşidekî kamil, xwenasekî bêlef, xweşpeyvekî zanayê hazicewab, mirovekî kûrgerm, zatekî xwedanbereket, herweha bi bîr, bi hiş û aqildar, bi peyvzanpeyvnas, ciwanekî xwînşêrîn, pisporekî hunermend, tevdezanekî bîrewer, herweha helbestvanekî Lahûtî bûye. Herweha hîmdar û Şêxê duyemîn ê rêçika Nexşebendî jî bû. Gelek mirîd û peyrewên Mewlana li Kurdistanê, xasma li bajarê [[Şehrezûr]] û [[Silêmanî|Silêmaniy]]ê, herweha li [[Tirkiye|Tirkîyê]], li [[Îraq]] û [[Îran]]ê hebûne. Ji ber hindê nasnavê Diyaudîn (Ruhniya dîn) û Qutb-ul ´Arifîn (Mezinê zaneyan) jê re rewa hatibûne dîtin. Lê zêdetir ew li [[Kurdistan]]ê bi şahê Neqişbend î tê binavkirin.
Mewlana Xalid di 1773-an (1193) de li gundê Qeredaxa grêdayê bi Cafê ve hatiye dinyayê û di 1826-an (1242) de, 16-ê16ê Zilqe´ideyê şeva înê di navabera mexrib û 'eşayê de li şamê, li Taxa Salihiyeyê, ji nexweşîna Ta´ûnê çavên xwe ji jiyanê girtine.
Di 1842-an1842an de bi fermana [[Siltan Ebdulhemîd]] kumbeteke cuwan li ser gora wî hatiye çêkirin. Ew Kumbet ji [[Kurd]], [[Ereb]] û piraniya [[misilman]]an re, herweha ji hemû peyrewên Rêçika Nexşebendî re devereke pîroz, giranbiha û qedirşinas e.
Mewlana Xalid, pêşî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre li ba [[Seyîd Ebdulkerîmê Berzencî]], li ba [[Mele Salih Termarî]] û li ba zanatirê Kurdistanê Xerîkî xwendina zanistî, zanyarî û zanîna îslamî, îlmê Hîkmet û Kelam xwendine. Piştre çûye bajarê [[Sine]]yê di zanistiya Îctîhad, [[şerîet]], Usûla [[Îmam Şafiî|îmamê şafiî]] de ji serokê zaneyan [[Şêx Muhemmed Qesîm]] şadetnameyeke payedar wergirtiye. Mewlana piştre çûye bajarê [[Silêmaniye]]yê ders daye feqiyan, herweha bi têgihandina kurdperweriyê jî kamil bûye.
 
Rêz 78:
}}
 
[[Basil Nikitin|Basili Nikitin]], di pirtûka xwe ya bi navêsernavê "Kürtler" de behsa hin navên Şêxan kiriye, ku çiqas tîna wan li Kurdistanê hebûye. Di rada yekemîn de navê Mewlana Xalid aniye zimên û domandiye:
Bê ku li nav derwêşên Neşebendî roleke siyasî hebe, Mewlana Xalid tîneke giran daxistibû ser mirîdan. Ew, kurdekî ji rêzê yê li herêma Şarezorê bû. Piştî xwendina medresê, bû mele û li Silêmaniyê dersdarî kir. şevekê di xewa xwe de dibîne ku, Şêx Ebdullahê Dehlewî dibêje: Ya Xalid, here Hecê. Tu yê li Ke`beyê derwêşekî di şûfê min de bibînî, ku ji xwe sipiyan seh dike. Tu, ji wê rewşa wî zêvir nebî, tenê bi guşekî ebaya wî bigre û bihejîne. Ew, bo tiştên ku tu dixwazî dê ji te re bibe alîkar." Lê Mewlana hîç guh nade wê xewnê û jibîr dike.
Di 1220î (1804), de Mewlana çaxê di riya Mûsilê re çûye Hecê, pêşî çûye Şamê ba Şêx Mistefayê kurê Mihemed Kurdî û Şêx Muhemmed Kezberî, hindî mebest di ´Ilmê Hedîs û ´Ilmê Qur´anê de pirs ji wan pirsîne, hêj çûye Medîneyê.
Rêz 220:
Gelek pirtûk û keşkol li ser keşf û keramet, payedarî û zanyariya Mewlana Xalid bi zimanê erebî û yê farisî hatine nivîsandin. Herweha pir kesan jî li serê lêkolînên hêja kirine. Hin ji wan kesan ev in li jêrê:
 
´Ellame Seyîd ´Ubeydulah Heyderî. Şêx Ehmedê Tirablusî. Şêx Smayîlê Kûrî. Elî Dûrekî. Hacî Şukrî Romî. Smayîl Nubhanî. Usiv kurê Smaîl Binhanî. Xêredîn Zereklî Kurdî. Şemsedîn Samî. Seyîd Mehmûd Alûsî. Evdilmecîdê kurê Mihemed Xanî. Mihemed Mezher Me´sûmî. Mehmûd ´Itte. Corc Zeydan. Smayîl Paşayê Baban. Yûsuf Elyan Serkîs. Ehmed Hilmî. DiktorDoktor Mihemed Es´ed Telsî. Şêx Osmanê kurê Sened. Emîn kurê Hewkîrî. Ehmed Şewket. Şêx Mihemed Ebdulmun´em. Mestûre Xanima jina Xesrew Xanê Waliyê Erdelanê. Mela Mihemed Qizilcî. Mihemed Emîn Zekî. Mihemed Cemîl Bendî. Mamoste Mihemed Xal. Şêx Me´rûf Nûdî. Şêx Şahîn ´Etar. Mihemed kurê Ebdullah Xanî. Mûsa Seba´î. Mihemed Cumleyî Henefî û gwd.
Mamosteyê nemir, zimanzan û rênasê nijadî û dersdarê navdar ê bi ilm û zanînê Seyda Hejar li ser Mewlana Xalid ev çend malik gotine: