Mueyed Teyib: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 4:
'''Mueyed Teyib''' [[zimannas]], [[helbestvan]] û [[Rojnamevan|rojnamevanekî]] [[kurd]] e.
 
 
==Jiyan==
Mueyed Teyib di sala [[1957]]'an de, li bajêrê [[Duhok]]ê ji dayîk bûye. Her li Duhokê xwendiye û paşî di sala [[1982]]'an de, ji ber terora rejîma faşîst ya [[Bexda]]yê, nekariye zanîngeha Bexdayê bi dawî bîne. Demekê wî pêşmergeyîtî kir û li hemberî [[rejîma Baasê]] têkoşiyaye. Ji ber zordariyên rejîma Baasê demekê welatê xwe terikan û di sala 1983'an li [[Swêd]]ê bi cih dibe. Her ji sala [[1974]]'an û pê dê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Helbest û berhemên edebî jî di piraniya rojname û kovarên kurdî de belav kirîne, herwiha di çend rojname, kovar, radyo û televizyonên cude de jî xebitî û nûçegihanî kir.
 
Di gelek mîhrecanên edebî de beşdarî kiriye. Endamê [[Yeketiya Nivîskarên Kurd]] bû li Kurdistana Îraqê û niha jî endamê [[Yekîtiya Nivîskarên Kurd]] li Swêdê ye. Dîwaneka helbestan ji bo çapê amade kiriye. Mueyed Teyib niha birêveberê Weşanxaneya [[Spîrêz]] û endamê [[Meclisa Akademiya Zimanê Kurdî ya Hewlêrê]] ye.
 
==Çavkanî==