Cudahiya di navbera guhertoyên "Suryanî" de

1 bayt hatine jêbirin ,  20 sibat
kurteya guhartinê tune ye
(Rescuing 1 sources and tagging 0 as dead.) #IABot (v2.0.8)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl ya pêşketî
== Kevnariya suryaniyan ==
 
Bi teybetîtaybetî piştî ku bi awayekî girseyî kesên ji gelê suryanî ji welatê xwe dûr ketin û [[diyaspora]]yeke bi hêz li derveyî welatê xwe avakirin, bi xurtî hewl dan ku li binyada xwe bigerin. Sedêmên vê yekê di serî de gihiştina bîreke neteweyî bû ku bêhtir bi derfetên li derveyî welat bi hêz bûbû. Ev hewldan ji ber lêgera gotinek nû ya îdeolojîk bû. Îro gelek îdiayên dîroknasên suryanî û yên din li ser vê xalê hene.
 
Anegorî dîtina herî belav bûyi ku ji aliyê piraniya dîroknasên suryanî tê pejirandin, suryanî (yên berî zayînê împeratoriyeke mezin ava kiribûn û xwediyê şaristaniyeke gelekî dewlemend bûn) ne. Kesên vê dîtinê dipejirînin û lê xwedî derdikevin di wê baweriyê de ne ku hemû gelên kevnar ên Mezopotamyayê wekî [[Babîl]]î, [[Kenanî]], [[Fenîkî]], [[Aram (Welat)|Aramî]] û hwd. Ji yek binyadê ne û [[samî]] ne. Ji ber vê sedemê ew gel bi hesanî tevlihev dibûn û di nav hevdu de diheliyan. Zimanê wan nêzîkî hev bûn, ev jî dibû sedema ku wan zimanê hevdu zû bipejiranda an jî bi hêsaniya tevlihevbûna zimanên wan zimanekî nû yê Samî diafirandin. Piştî belavbûna ola mesîhî li nav van gelên Mezopotamyayê ev gel bêhtir di nav hev de heliyan û bûn yek. Di serî de suryanî dûv re akadî, babîlî û aramî bi xêra zimanê hevbeş, rabûn û rûniştina hevbeş û êdî ola hevbeş gelekî nû anîn holê ku ev jî gelê suryanî ye.
Dîtina din dibêje ku suryanî aramî ne. Ev dîtin pişta xwe dide rastiyeke dîrokî. Em îro dizanin ku piştî sedsala 8an û 7an a berî zayînê zimanê aramî li Mezopotamyayê belav dibe û dibe zimanê bazirganiyê. Dîsa dema ku [[axamenî]] (pers, fars) aramî weke zimanê fermî dipejirînin (sedsala 6an a berî zayînê) ev ziman di nav hemû gelên samî yên Mezopotamya de tê bi karanîn .
 
DîrokvanêDîroknasê suryanî [[Hanna Dolaponu]] dibêje ku meriv nikare di mijara binyad û daheçûya suryaniyan de li gor krîtera nîjadê lêbigere. Dolaponu dîsa davêje holê ku suryanî ji tevlûhevbûna gelên kevnar wek Arami, fenîkî, kenanî û hind û îraniyan pêk hatine. Li gor vê dîtinê navên kesên ku dêra suryaniyan dihebînin bi giştî suryani ne. Gotina suryanî bi taybetî piştî belavbûna ola mesîhî hêdî hêdî bêhtir hate bikaranîn.
 
== Dîroka Mezopotamya jorîn ==
 
#Sabrî Atman; Aramlar Suryanîler, kaynak yayinlari 218, ISBN 975-343-171-6
#Yakup Bilge; Süryanilerin kökeni ve Türkiyeli Süryaniler, ISBN 975-95384-0-7
#Welatê Torî; Birlikte yaşadigimiz halklar
 
20.272

guhartin