Xanedana Pehlewiyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 51:
Di adara 1975ê de du partiyên sereke yên meclîsê bi fermana Şah Muhemmed Reza hatin girtin. Şûna van her du partiyan; Hizbi Ristehîz (Hizba Vejîn) hate damezrandin. Bi vê partiyê Şah dixwast Îraniyan bike yekdeng. Lê ev bi dilê Şah birêve neçû. Li gelek cihan nerazîbûnên dijî vê partiyê li kolanan peyda bû. Bi taybetî di nav molla û xwendevanên wan de nerazîbûn zêde bûn. Li gelek cihan şer derketin. Kuştî û brîndar peyda bûn. Li Abadanê jî agir bi saloneke sînemayê ket û di encamê de nêzîkî 400 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ev jî bû sebeba nerazîbûnên mezin. Çepgir û dîndarên Îranê bi hevra çalakî lidarxistin, şerên aktîf di navbera wan û leşkerên Şahî de derketin. Di van çalakiyan de rola [[Ayetulahê Mezin Şerîetedarî]] gelek mezin bû. Piştî van bûyeran 1ê reşemeha 1979ê [[Ayetula Xumênî]] vegeriya welat. Mixalîfan derbeya mezin li meydana Jale li leşkerên Îranê da. Fedaiyên Gel û Micahîdên Gel li vê meydanê li gel mihafizên qesra Şah şer kir. Di encamê de leşker binketin û vegeriyan<ref>Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:211</ref>. Şah Muhemmed Reza ji welat reviya û di radyoya Tehranê da ev deng belav bû:
''Ev der dengê Îranê ye, dengê Îrana rasteqîn, dengê Şoreşa Îslamî''...<ref>Ervand Abrahamian, Modern İran Tarihi,r:212</ref>.
====Bûyerên girîng====
* Serhildana Şiiyan li sala 1963yê
* Rûdana siyahkel li sala 1971ê
 
==Çavkanî==