Zagros (rêzeçiya): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 31:
== Di dîrokê de Zagros ==
 
Zagros bi tenê ne zîncîreçiyayên bilind û asê ne. Li gor arkeolog û dîrokzanandîroknasan cara yekem çandinî û şaristanî li qontarên Zagrosê destpê kiriye û ew gel kurd bi xwe bûne. Kurd heta îro jî li ser axa xwe mane û li heman herêmê dijîn. Ji wan kurdên herî kevn heta îro arkeologan navên sê eşîran tespît kirine: eşîrên [[Makran]], [[Zengene]] û [[Çigînî]]. Bi rastî ev hersê eşîr hîn îro jî li Kurdistanê dijîn.
Di serdema me de arkeolog û lêkolîngerên dîrokî dibêjin ku [[sumer]] ji çiyayên Zagrosê ber jêr daketine deştê û şaristaniya ku li Zagrosê hebûye, bi xwe re anîne û bi pêş xistine. Esas navê sumeran ''hatî'' ne. Hatî yanî yên ku ji çiya hatine. Piştre ji hatiyan re sumer gotine.
Rêz 37:
Bajarên yekem ên ku îro hatine dîtin li nêzîkî Zagrosan bajarên wek [[Ansan]], [[Sûsa]], [[Şandiyar]] û [[Cermo]] ne.
 
Îro hema hema hemû arkeolog û dîrokzandîroknas hemfikir in ku 9.000 sal berî zayînî ango 11.000 sal berî niha li qontarên Zagrosê mirovan dest bi xwedîkirina ajelan kirine. Cara yekem li wir bizin, mîh û mange û beraz kedî û xwedî kirine. Xanî û mal lêkirine. Genim, çewder û fesûliye çandine. Berî zayînî di navbera salên 5.400-5.300 li nêzîkî qontarên çiyayên Zagrosan bi awayekî sîstematîk rez xwedî kirine û ji tirî mey çêkirine. Navê tiriyê ''Vitis silvestris'' bûye ku îro jî bi latînî navê wê ''Vitis vinifera'' ye. Herweha bîra jî li wir hatiye çêkirin.
 
[[KsenofanKsenofon]] di "Vegera dehhezaran" de (beri zayînî 401-400) behsa serpêhatiya xwe û çiyayên Zagrosê dike ku çawa asê ne û di wan çiyayên asê de qala şerê artêşa xwe û [[kardoxî|kardoxiyan]] dike. 75 sal piştî vegera Ksenofan, vê carê Îskenderê Mezin dixwazê di ser Zagrosê re here Îranê. Lê ji ber ku di ”Vegera dehhezaran" de bûyerên ku li çiyayên Zagrosê hatibû serê artêşa Ksenofan hemû xwendibû û di derheqê Zagrosê de êdî xwedî zanyarî bû, di jêrê Zagrosê re derbasî Îranê dibe.
 
Zagros di jiyana şerê çekdarî ya kurdan de ciyekî xwe yê girîng û pîroz heye. Di serdema me de, bi salan pêşmergeyên Başûr û Rojhilat di dema tengasiyê de hildikişiyan Zagrosê, li wir bi cih dibûn û xwe diparastin. Di van 15-20 salên dawî de gerîlayên [[PKK]]ê li serên zîncîreçiyayên Zagrosê biryargehên xwe yên mezin û navendî danîn û niha jî li çiyayên Zagorsê ne. Artêşa tirk bi [[balafir]], [[helîkopter]] û teknîka nûjen a şer nikare li Zagrosê bi ser bikeve. Operasyonên artêşê bê encam dimînin.
Rêz 45:
Zagros ne bi tenê hêlîna [[pêşmerge]] û gerîlayên kurd e, herweha hêlîna [[teyrê Sîmir]] e jî.
 
Zagros ji aliyê siruştê ve him paradîs (bihuşt, cennet) û him jî dojeha (cehenem) nedîtî ye! Zivistanan ba, bager û pûk e. Tu jîndarek nikare xwe li ber pêtî, serma, fîgan û fîzana Zagrosê bigre. Hirç bi hirçîtiya xwe bi mehan newêre ji qula xwe derkeve. Di demsalên bihar û havînan de mirov dikare çar demsalan li gel hev bibîne. Dar û ber, nebat û kulîlkên çiyayên Zagrosê bi dîmen û bîhna xwe paradîsa rasteqîn e. Di mîtolojiyê de, li Zagrosan giyayekî pîroz heye ku mirov bixwe, namire.
 
== Çavkanî ==