Mihemed Sadiq Şerefkendî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B →top: Kategorî sererastkirin jidayîkbûn >> jidayikbûn AWB |
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 29:
Dr. Şerefkendî pola yekem û duyem li bajarê [[Bokan]]ê dixwîne û piştî ku malbata wan koçî Mehabadê dike, ew jî li Mehabadê xwendina seretayî û ya navendî deqedîne û lîseyê jî li bajarê [[Tewrêz]]ê (Tebrîz) dixwîne. Ew di sala [[1959]]an de li Zankoya Bilind a Tehranê dîplomeya Endezarya kîmyayê digire. Di dema xwedina xwe de weke şagirtê yekem dersên xwe diqedîne û di heman salê de dibe hîndekarê kîmyayê û heta sala [[1965]]an li bajarên [[Urmiye]] û Mehabadê bi karê hînekariyê re mijûl dibe.
Di dema hînekariyê de ji bo gihîştina xwendekarên kurd gelekî zehmetiyê dikişîne û hemû şagirtên wî qebûl dibin û diçin zanîngehê. Ev yek bala [[Sawak]]ê ango (Dezgeha Casûsiya Rejîma [[Muhemmed Reza Pehlewî|Mihemed Riza Şah]]) dikişîne û nahêlin ku ew li Kurdistanê bimîne, lewma wî sirgûnî bajarê [[Erak]] û paşê jî bajarê Kerecê dikin.
Dr. Mihemed Sadiqê Şerefkendî di sala 1970yî de weke asîstanê beşa kîmyayê tê wezîfedarkirin. Ew di sala [[1972]]an de diçe Fransayê û piştî çar salan doktoraya kîmyayî ya analîtîk li zanîngeha hejmara 6an a Parîsê werdigire.
|