Tuhfetu'l-xullan fî zimanê kurdan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 1:
{{Sernav bi îtalîk}}
'''Tuhfetul-xullan fî zimanê kurdan''' Berhema [[Mele Mehmûdê Bazîdî]]yî ya giranbiha, "Risaleyi Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan" (Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatîye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û dîyalogan pêk dihê, yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksiyona Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Herçend yekemîn rêzimana kurmancî, ya [[Eliyê Teremaxî|Elî Teremexayî]](1590) ye lê wisa xuya dike ku ''cara pêşî xebata ku tenê ji bo rêzimana kurmancî û bi zimanê kurmancî hatîye kirin, ev xebata hêja ya Bazîdîyî ye.''
 
Rîsaleyî Tühfetu’l-Xîlān Fi Zimanê Kurdan (Dîyarîya Dostan di Zimanê Kurdan da), ku di koleksîyona A. Jabayî da bi hejmara KURD 8an cih digire, li gor agahîyên heta niha nisxeyeka “unîk" e; anku kopîyeka wê tenê heye û ew jî di nava về koleksîyonê da ye. Ji vê yekê jî dîyar dibe ku heger ne ev hewilên A. Jabayî bûna belkî me nedikarî ev berhema ku derbarê zimannasîya kurdî da ewqas heyatî ye, bi dest bixista. Mela Mehmûdê Bazîdîyî, wekî mamosteyê A. Jabayî, weha dide famkirin ku di hewila hînkirina kurmancîyê da ev
Rêz 9:
'''''
Di vê xebatê da Bazîdîyî da sê beş hene ku ev beş; rêziman, ferhengok û dîyalog in. Bazîdî, di vê xebatê da û bi taybetî di beşa rêzimanê da, li ser bi dehan mijarên rêziman û zimannasîyê sekinîye û bi mînakan ew, rave kirine. Ev xebat ji alîyê naveroka xwe ve gelekî dewlemend e. Ji mijarên morfolojik û morfo-sentaktîk bigirin heta yên sentaktîk û semantîk, gelek mijarên zimanî tê da cih girtine. Ji mijarên beşên axaftinê, têperîyê (transitivity) bigirin heta hokarîkirinê (causativisation) û têneperkirinê (detransitivization); ji kêşana lêkeran bigirin heta deman û rêkkeftina (agreement) li gel cihnavan; ji rengdêrên pêveberî, biçûkkirina navdêran bigirin heta lîsteya lêker û navdêrên hevmane û hevdeng û dariştina bêjeyan, gelek mijar tê da hene.<ref>Oztirk, M., & Bilbil, M. (2019). Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan (Vol. 1). Stenbol: Weqfa Mezopotamyayê.</ref>
 
== Çavkanî ==
{{kurt}}