Korporatîzm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina MikaelF (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Addbot
Etîket: Vegerandin
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Korporatîzm''', '''korporasyonîzm''' sîstemeke aborî, siyasî yan jî civakî ye ku tê de komên korporat ên mîna cotkar, pîşesaz, etnîk, kedkar, eskerî, patron (karsaz), zanyar yan jî dînî tên cem hev û saziyeke yekpare ava dikin û di nava wê de komên cihê hene ku ji bo çêkirina siyasetên ji bo berjewnediya gelek koman hevdîtinan dikin<ref>Wiarda, Howard J. Corporatism and comparative politics. M.E. Sharpe, 1996. Pp. 29-30.</ref>.
 
Gotina Korporatîzm ji peyva latînî ''corpus'' ango beden, gewde tê. Ev mane û maneya neyênî ya îro di gotina '''korporatîzm''' de heye nepêwendîdarî hev in, lewra '''korporatîzm''' polîtîkayên korporasyonên pîsesaziyê serdestî ne tîne ziman. Korporatîzm civakê weke bedeneke organîk dibîne, di vê bedenê de her koma korporat ji bo civak rast û bas bixebite weke endamekî pêdivî pê heye tê dîtin<ref>Wiarda, Howard J. Corporatism and comparative politics. M.E. Sharpe, 1996. Pp. 28-30.</ref>. Korporatîzm têkiliya xwe bi konsepta civaknasî [[fonksiyonalîzm|fonksiyonalîzmê]] heye<ref>a b Adler, Franklin Hugh. Italian Industrialists from Liberalism to Fascism: The Political Development of the Industrial Bourgeoisie, 1906-34. Pp. 349</ref>. Li welatên ku sîstema wan a korporatîst heye, dewlet bi awayekî xurt dest werdide da ku ber bide polîtîkayên korporatîst û pêşiya pirsgirêkên di navbera koman de bigire <ref>Wiarda, Howard J. Corporatism and comparative politics. M.E. Sharpe, 1996. Pp. 23-24.</ref>.