Harry Potter: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B paqijkirin, replaced: Avrêla → nîsana, Îlona → îlona, Sibata → sibata (2), Hezîrana → hezîrana, Tîrmeha → tîrmeha, hate → hatiye (6), îyê → iyê (8), guhert → guhart, typos fixed: 'ê → AWB
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 29:
* ''[[Harry Potter and the Deathly Hallows|The Deathly Hallows]]'' (2007)
}}
'''''Harry Potter''''' rêzeromana fantazî ye ku ji hêla nivîskara brîtanî [[J.K. Rowling|J. K. Rowling]] ve hatine nivîsandin. Roman jiyana ciwanê sêrbaz ê bi navê Harry Potter û hevalên wî Hermione Granger û Ron Weasley wekî kronîkî vedibêje ku hemû li ''Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwarts''ê xwendekar in. Çîroka sereke bi tekoşîna ''Harry''yî re têkildar e ku wî li ber Lord Voldemortê sêrbazê tariyê radibe ku dixwaze nemiriyê dest bixe, desthilatdariya sêrbaziyê ku wekî ''Wezareta Sêrbaziyê'' tê binavkirin, hilbiweşîne û hemû sêrbaz û Mugglean (mirovên ne-sêrbaz) li bin hêza xwe stûxwar bike.
 
Di 26ê hezîrana 1997an de ji weşandina romana yekem ''[[Harry Potter and the Philosopher's Stone]]''<nowiki/>ê vir ve, rêzeroman li seranserê cîhanê populerbûnek berbiçav pêk anî û pesnê rexnegir û serkeftinek bazirganî dest xist. Rêzepirtûk him bala xwendevanên mezin û him jî ya xwendevanên biçûk kişand ser xwe û êdî yek ji kevirên kevneşopî yên wêjeya mezinên ciwan tê hesibandin.<ref>{{Cite news|url=http://news.bbc.co.uk/2/hi/entertainment/2996578.stm|title=Potter's place in the literary canon|last=Allsobrook|first=Dr. Marian|date=18 June 2003|website=BBC News|archive-url=https://web.archive.org/web/20080109162755/http://news.bbc.co.uk/2/hi/entertainment/2996578.stm|archive-date=9 January 2008|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=15 October 2007}}</ref> Heta sibata 2018an, ji zêdetirî 500 mîlyon kopiya rêzeroman li çar aliyê cîhanê hatiye firotin û ketiye nav ''lîsteya pirtûkên ku di dîrokê de herî pir hatine firotin'' û li heştê zimanan hatine wergerandin.<ref name="Harry Potter copies">{{Cite news|url=https://www.pottermore.com/news/500-million-harry-potter-books-have-now-been-sold-worldwide|title=500 million Harry Potter books have now been sold worldwide|last=The Pottermore News Team|date=1 February 2018|website=[[Pottermore]]|archive-url=https://web.archive.org/web/20180314231631/https://www.pottermore.com/news/500-million-harry-potter-books-have-now-been-sold-worldwide|archive-date=14 March 2018|dead-url=no}}</ref> Çar pirtûkên dawî yên rêzeromanê li DYAyê di nav bîst û çar demjimêran a çapkirina xwe de nêzî yanzdeh mîlyon kopî firotin ku bi vê taybetiyê bûye yekemîn a ''lîsteya pîrtûkên ku zûtirîn hatine firotin''.
 
Pirtûk di destpêkê de bi [[zimanê îngilîzî]] ji hêla du weşanxaneyên mezin ve hat weşandin, Bloomsbury li [[Keyaniya Yekbûyî]] û Scholastic Press li [[Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê|Dewletên Yekbûyî]]. Şanoya ''Harry Potter and the Cursed Child'', li ser bingeha çîrokek e ku ji hêla Rowling ve hatibû nivîsandin, li [[London]]<nowiki/>ê di 30yê tîrmeha 2016an de li Palace Theaterê hat pêşandan, berhem ji hêla Little, Brown ve hatiye çapkirin. Fîlmên heft pirtûkên xwemalî di nav heşt beşan de bi heman navê ji hêla Warner Bros. Pictures ve hatin çêkirin, ku heta sibata 2018an bûye sêyemîn rêzefîlma ku herî zêde dahatê dest xistiye. Di sala 2016an de, nirxa giştî ya ''takemafa Harry Potter wekî'' $25 mîlyar hatiye texmîn kirin<ref name="Time25">{{Cite web|url=http://time.com/money/4279432/billion-dollar-spell-harry-potter|title=Harry Potter's $25 Billion Magic Spell|last=Meyer|first=Katie|date=6 April 2016|website=[[Time Magazine|Time]]|archive-url=https://web.archive.org/web/20160410113503/http://time.com/money/4279432/billion-dollar-spell-harry-potter|archive-date=10 April 2016|df=dmy-all|access-date=4 November 2016}}</ref> ku bi vê jî ''Harry Potter dibe'' yek ji takemafên medyayê yên herî bilindtirîn yên hemî deman.
Rêz 40:
</ref> Li gorî Rowling, temaya sereke mijara mirinê ye.<ref name="Geordie Greig">{{Cite news|url=https://www.telegraph.co.uk/news/uknews/1507438/There-would-be-so-much-to-tell-her....html|title='There would be so much to tell her...'|last=Greig|first=Geordie|date=11 January 2006|website=The Telegraph|location=London|archive-url=https://web.archive.org/web/20070311032026/http://www.telegraph.co.uk/news/main.jhtml?xml=%2Fnews%2F2006%2F01%2F10%2Fnrowl110.xml|archive-date=11 March 2007|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=4 April 2007}}</ref> Mijarên din ên girîng ên rêzeromanê pêşdarazî, gendelî û dînîtî ne.<ref name="QuickQuoteQuill">{{Cite news|url=http://www.quick-quote-quill.org/articles/2003/0302-newsround-mzimba.htm|title=Interview with Steve Kloves and J.K. Rowling|last=Mzimba|first=Lizo|date=28 July 2008|publisher=Quick Quotes Quill|archive-url=https://web.archive.org/web/20150509001737/http://quick-quote-quill.org/articles/2003/0302-newsround-mzimba.htmaccess|archive-date=9 May 2015}}</ref>
 
Serkeftina pirtûk û fîlman destûr daye nivîskêr ku cîhana ''Harry Potter'' bi gelek xebatên din ên alîgir re berfireh bike û bi vê derfetê ve J. K. Rowling bi riya malpera [[Pottermore]]<nowiki/>ê ji bo geşedana cîhanê çîrokên alîgir diweşîne û wan rojane dike ku di nav wan de ya herî navdar ''[[Fantastic Beasts and Where to Find Them]] e''. Di van demên dawî de, li seranserê cîhanê li çend ''Universal Parks & ResortsêResorts''ê bi navê ''Wizading World of Harry Potter'' parkên temadar hatine çêkirin ji bo gerr û geştên tûrîstîk.
 
 
Rêz 46:
[[Wêne:Harry Potter Platform Kings Cross.jpg|thumb|246x246px| Platforma 9¾ li stasyona trenê ya London King Crossê]]
 
Lehengê navendî yê rêzeromanê Harry Potter e, lawikê yanzdeh salî li Surreyê li bajarroka honakî ya bi navê ''Little WhingingêWhinging''ê bi xaltîk, ap û pismamên xwe -bi Dursleysan- re dijî û her çiqas ew mirovên ne-sêrbaz bin jî ku wekî Muggles têne zanîn, Harry sêrbaz e.<ref>{{Cite news|url=http://edition.cnn.com/2000/books/reviews/07/14/review.potter.goblet/|title=Review: Gladly drinking from Rowling's 'Goblet of Fire'|last=Lemmerman|first=Kristin|date=14 July 2000|publisher=CNN|archive-url=https://web.archive.org/web/20060629221627/http://edition.cnn.com/2000/books/reviews/07/14/review.potter.goblet/|archive-date=29 June 2006|dead-url=yes|df=dmy-all|access-date=28 September 2008}}</ref> Cîhana sêrbaziyê ya veşartî bi cîhana Muggle re paralel e. Hêza wî ya sêrbazî zikmakî ye û zarokên xwedî hêzên bi vî rengî têne vexwendin ku biçin xwendingehên sêrbazî yên taybetî yên ku behreyên pêdivî yên ser efsûnî fêr bibin da ku di cîhana sêrbaziyê de bi ser kevin.<ref name="muggle guide">{{Cite news|url=http://news.bbc.co.uk/1/hi/entertainment/arts/820551.stm|title=A Muggle's guide to Harry Potter|date=28 May 2004|website=BBC News|archive-url=https://web.archive.org/web/20081227212213/http://news.bbc.co.uk/1/hi/entertainment/arts/820551.stm|archive-date=27 December 2008|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=22 August 2008}}</ref>
 
Harry dibe xwendekar li ''Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê'', vê akademiya sêrbaziyê li Skoçyayê ye û piraniya bûyerên rêzeromanê li wir qewimiye. Her ku Harry di temenên xwe de pêşve diçe, ew fêr dibe ku pirsgirêkên têne ber wî, çawa çareser bike: sêrbazî, civakî û hestyarî, mîna pirsgirêkên xortaniyê yên normal, weke hevaltî, dilşikestî, têkiliyên romantîk, karûbarên xwendingehê û ezmûnan, xeyal, depresiyon, stres û hêj mezintir ceribandina tundîtî bi riya şerên cîhana sêrbaziyê.<ref>{{Cite web|url=http://www.southflorida.com/movies/sfe-potter-synopses,0,6711375.story|title=Plot summaries for the first five Potter books|last=Hajela|first=Deepti|date=14 July 2005|publisher=SouthFlorida.com|archive-url=http://www.ebookee.com/Harry-Potter-All-7-Novels-Deluxe-Editions_218867.html|archive-date=15 May 2010|df=dmy-all|access-date=29 September 2008}}</ref>
 
Di her pirtûkê de ji 1991ê heta 1998an ve saleke temenê Harryî tê vegotin.<ref>{{Cite news|url=http://www.khouse.org/articles/2001/374/|title=Potter books: Wicked witchcraft?|last=Foster|first=Julie|date=October 2001|publisher=Koinonia House|archive-url=https://web.archive.org/web/20080820211718/http://www.khouse.org/articles/2001/374/|archive-date=20 August 2008|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=15 May 2010}}</ref> Di pirtûkan de gelek ''flashback'' jî hene, ku bi gelemperî bi riya bikaranîna amûra ''Pensieve''yê tevlî honakê dibin ku Harry tê de bîranînên karekterên din dibîne.
Rêz 61:
Herçiqas met û apê wî hewil dide ku Harry behreyên xwe yên sêrbazî ferq neke,<ref name="hp-stories" /> hewildanên wan pûç dibe. Harry nîv-efsûnî ''Rubeus Hagrid'' nas dike ku ew pêwendiya wî ya yekem bi cîhana sêrbaziyê re ye. Hagrid xwe wekî ''Nobedarê Kilît û Erdên Hogwartsê'' û şahidê hin bûyerên dîroka wî dide nasîn <ref name="hp-stories" /> Harry fêr dibe ku, di pitikiyê de, ew bûye şahidê kuştina dêûbavên xwe a ku ji hêla sêrbazê tariyê Lord Voldemort ve hatine kuştin û piştre jî hewil daye ku wî jî bikuje.<ref name="hp-stories">{{Cite news|url=https://www.usatoday.com/life/books/news/2007-07-19-potter-books_N.htm|title=The Harry Potter stories so far: A quick CliffsNotes review|last=Memmott|first=Carol|date=19 July 2007|website=USA Today|archive-url=https://web.archive.org/web/20081218023806/http://www.usatoday.com/life/books/news/2007-07-19-potter-books_N.htm|archive-date=18 December 2008|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=28 September 2008}}</ref> Di cihê kuştinê de, bûyerek ecêbmayî qewimiye: Harry ji vê êrîşî xelas bûye, tenê bi şopa brîneke birûskî ya li ser eniya xwe û Voldemort bi qelsbûneke şûnde winda bûye.
 
Ji ber vê bûyerê ya bêxwestek û bêhewila wî pêk hatiye, Harry di cîhana sêrbaziyê de bûye efsaneyek zindî. Lê belê, bi fermana sêrbazê pîrê navdar [[Albus Dumbledore]], ''Harry''ê sêwî li mala xizmên xwe yên cirnexweş ên Muggle, ''Dursley''an hat hewandin lê tevî parêziyê tevgerên xirab jî pê kirin; wî gelek caran di dolabekê de bêxwarin hebskirin û wî wekî xulamê xwe dîtin. Hagrid ew bi riya fermî vexwend ''Xwendingeha Cadûgerî û Sêrbaziyê ya Hogwartsê'' ku di vê xwendingeha navdar a Skoçyayê de ji zarokên deh saliyan heta ciwanên hevde saliyan re heft salan perwerdehiya sêrbaziyê dihat dayîn.
 
Bi alîkariya Hagrid, Harry amadekariya xwe dike û dest bi xwendina xwe ya sala yekem a li Hogwartsê dike. Gava ku Harry dest bi venasîna cîhana sêrbaziyê dike, xwendevan li gelek deverên sereke yên ku li seranserê rêzeromanê de têne bikaranîn, nas dike. Harry bi piraniya lehengên sereke re hevdîtinê dike û bi du hevalên xwe yên herî nêzîk re li hev tê: ''Ron Weasley'', endamê malbatek kevn, mezin û şa, lê hejar e û ''Hermione Granger'' ciwanekê hêja, jêhatî û zaroka dêûbaveke ne-sêrbaz e.<ref name="hp-stories"/><ref>{{Cite web|url=http://www.jkrowling.com/textonly/en/news_view.cfm?id=80|title=J K Rowling at the Edinburgh Book Festival|date=15 August 2004|publisher=J.K. Rowling.com|archive-url=https://web.archive.org/web/20080823121201/http://www.jkrowling.com/textonly/en/news_view.cfm?id=80 <!--Added by H3llBot-->|archive-date=23 August 2008|df=dmy-all|access-date=27 September 2008}}</ref> Ji wan pê ve Harry rastî van kesan jî tê: mamosteyê îksîrê yê xwendingehê, ''Severus Snape'' ê ku her tim bi dilsarî nêzî ''Harryî'' dibe; ''Draco Malfoyê ku ji destpêkê ve dijminatiya ''Harryî'' dike û ''Quirinus Quirrell'ê ku dersa ''Parastina Li Dijî Hunerên Tariyê'' dide ku piştre hevalbendiya wî ya bi ''Lord Voldemort''î re eşkere dibe. Her wiha ew behreya xwe ya ajotina ''melkisên firrinde''yê vedibîne û piştî serkeftinên xwe li tîma ''Quidditch'' tê peywirdarkirin, ku ev werzîşek e di cîhana sêrbaziyê de. Pirtûka yekemîn bi rûbirûmana duyemîn a ''Harry''î bi ''Lord Voldemortî'' re dawî dibe, ku ew pir dixwaze ji bo laşek nû, bibe xwediyê kevira fîlozofê, ji ber ku hêza kevir derfeta jiyanek bêdawî û behreya zêrkirina hemû metalan dide xwediyê xwe.<ref name="hp-stories" />
Rêz 69:
Rêzeroman bi ''Harry Potter and the Chamber of Secrets''ê didome, ku salvegera duyemîn a ''Harr''yî ya li Hogwartsê vedibêje. Ew û hevalên wî dikevin şopa sirrek 50 salî, ku têkiliya wê bi bûyerên xirab ên herî dawiya xwendingehê re girêdayî xuya nake. Xwişka biçûk a Ron, ''Ginny Weasley'', sala xwe ya yekem li Hogwartsê tomar dike û lênûskek kevn li nav alavên xwendekarekî berê ''Tom Marvolo Riddle''î dibîne, piştre eşkere dibe ku ew ezîtiya xortaniyê ya ''Voldemort'' e. Bîra ''Tom Riddle'' di hundurê wê rojnivîskê de veşartî maye û dema ku Ginny dest bi pêbaweriyê dike, Voldemort derfetê dibîne ku bibe xwediyê wê.
[[Wêne:Harry Potter.jpg|thumb|çep|Harry Potter]]
Bi domahiya rojnivîskê re, Ginny li ser fermanên Voldemort tevdigere û bêhemdê xwe bo berdana cinawirekî, "Odeya Sirran" vedike, piştre tê fêmkirin, êrîşa ku li ser xwendekarên Hogwartsê tê birin, ji aliyê cinawirekî bi navê ''basilisk''ê tê kirin. Ew kesên ku rasterast li çavên wî dinihêrin dimirin û kesên ku bi dizîka lê dinihêrin jî dibin kevir. Pirtûk her wiha mamosteyê nû yê Parastina Li Dijî Hunerên Tariyê ''Gilderoy Lockhart''î dide nasîn; sêrbazek pir şa û bixwebawer be jî piştre tê dîtin ku sixtekar e. Harry vedibîne ku pêşdaraziya nav Cîhana Sêrbaziyê di dîroka xwendingehê de jî heye, û fêr dibe ku hikumdariya terorê ya Voldemortî bi gelemperî li ser sêrbaz û cadûyên ''bingeh-Muggle''an pêk aniye.
 
Her wiha Harry fêri behreyek xwe ya din dibe ku dikare zimanê maran ''Parseltongue''ê biaxive û ev behreya kêmdîtin bi ''Hunerên Tariyê'' re girêdayî ye. Gava ku Hermione êriş kir û bû kevir, Harry û Ron asoxî parçeyên pazilê li hev anîn û ''Odeya Sirran'' vekir. Harry rojnivîskê ji holê rakir û ''Ginny''ê xelas kir, piştre fêr dibin ku ew perçeyek ji giyana Voldemortî jî tune kirine. Dawiya pirtûkê diyar dike ku ''Lucius Malfoy'' ê ku bavê Draco û dijberê bavê Ron û Ginny ye, wê rojnivîskê têxistiye nav alavên ''Ginny''ê.
Rêz 88:
=== ''Harry Potter and Order of the Phoenix'' ===
 
Di pirtûka pêncemîn de, ''Harry Potter and Order of the Phoenix'', Harry divê bi darî Voldemortê nûvekirî keve. Ji bo bersivê bide nûvekirina Voldemortî, Dumbledore ''Order of the Phoenix''ê (''Celebiya Sîmûrgê'') ji nû ve çalak dike ku ev civakek veşartî ye û di mala malbata tarî ya Sirius Black de dixebite da ku peyrewên Voldemortî têk bibin û li hemberî armancên Voldemortî bi taybetî Harryî jê biparêze. Tevî ku daxûyaniya Harryî li ser çalakiyên vê dawiyê yên Voldemortî, ''Wezareta Efsûnê'' û gelek kesên din ên li cîhana sêrbaziyê red dikin û dibêjin Voldemort venegeriyaye. Li hemberî hewilên Dumbledore û ''Harry''yî yên ku hewil didin ku qala vegera Voldemortî, Cîhana Sêrbaziyê hişyar bikin, ''Wezareta Efsûnê'' ''Dolores UmbridgeêUmbridge''ê wek Vekolînera Bilind a Hogwartsê û mamosteya Parastina Li Dijî Hunerên Tariyê dişînin xwendingehê. Ew xwendingeh vediguherîne rejîmek dîktatorî û destûrê nade xwendekaran ku li hemberî sêrbaziya tarî, dersên parastinê bistînin.<ref>{{Cite news|url=https://www.nytimes.com/2003/07/13/books/review/rowling-phoenix.html|title='Harry Potter and the Order of the Phoenix'|last=Leonard|first=John|date=13 July 2003|website=The New York Times|archive-url=https://web.archive.org/web/20120517174431/http://www.nytimes.com/2003/07/13/books/review/rowling-phoenix.html|archive-date=17 May 2012|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=28 September 2008}}</ref>
 
Hermione û Ron "Artêşa Dumbledore"î ava dikin, komek veşartî ye û tê de Harry ji hevalên pola xwe re efsûnên ''Parastina Li Dijî Hunerên Tarî''yê rê dide ku wî li pevçûnên xwe yên berê ya li dijî sêrbazên tariyê ceribandibû. Bi saya van dersan bala ''Harry''yî dikeve ''Cho Chang''ê a ku navdar û dilkêş. Karûbarên xwendingêhê û xebatên komê Harryî têdixe tengasiyê û di xewnên xwe de her tim dibîne ku ew di eywanên wezaretê yên tarî de ye, bi vê rewşê ew bi bêxewiyê de diçe. Paşê kehanetek girîng di derbarê Harry û Lord Voldemortî de eşkere dibe<ref name="Ivory Tower 1">{{Cite book|title=The Ivory Tower and Harry Potter: Perspectives on a Literary Phenomenon|last=A Whited|first=Lana|publisher=University of Missouri Press|year=2004|isbn=978-0-8262-1549-9|page=371}}</ref> û Harry vedibîne ku di navbera wî û Voldemortî de têkiliyeke êş heye, ku destûrê dide Harry da ku hin çalakiyên Voldemortî telepatîkî bibîne. Di lûtkeya romanê de, Harry ji aliyê ''Wezareta Efsûnê ve'' tê xapandin û ev dibe sebeba ku Sirius êşkence bibîne. Ew û hevalên wî bi peyrewên Voldemortî (bi navê ''Death Eaters'', ''mirinxuran'') ên li Wezareta Sêrbaziyê ne, rû bi rû dimînin. Her çiqas bi hatina endamên ''Order of the Phoenix'' jiyanên ciwanan xilas bibe jî, di pevçûnê de Sirius Black tê kuştin.
 
=== ''Harry Potter and the Half-Blood Prince'' ===
Rêz 96:
Di pirtûka şeşan de, ''Harry Potter and the Half-Blood Prince'', Voldemort dest bi şerek bipergal dike. Harry û hevalên wî kêm zêde ji xeterên li Hogwartsê têne parastin. Lê ew bi tengasiyên xortaniyê mijûl dibin - Harry di dawiyê de bi Ginny re dest bi têkiliyê dike, Ron bi xwendekara Hogwartsê ''Lavender Brown'' re têkiliyek xurt ava dike û Hermione di nav xwe de hestên romantîkî pêşde dixe bo Ronî. Di destpêka romanê de, Harry pirtûkek bi dest dixe ku ji xwediyê kevn ve bi gelek şîrove, jêrenot û pêşniyazan re hatiye dagirtin: "''the Half-Blood Prince''"(''Mîrzayê Melez''). Ev pirtûk çavkaniya serkeftinek zanistî ya skolastîk e û bi saya wê di nav hosteyên îksîran de navdariyeke mezin a nivîskarê wê, ''Horace Slughorn''î pêk hatiye; lê ji ber bandorên mezin ên îksîran bûye çavkaniyek xeternak jî.
 
Bi nêzîkbûna şerê ve Dumbledore bi Harry re dersên taybet dimeşîne, ku Harry bi saya amûra ''Pensieve''ê ji bîranînên cûda yê wî di wê kevirê de ew dîtin, di derbarê destpêka jiyana Voldemortî de agahiyan hev dide. Van agahiyan eşkere dikin ku, ji bo ku jiyana xwe biparêze, Voldemortî giyanê xwe parçe parçe kiriye û ji bo afirandineke nû wan têxistiye nav ''Horcrux''an - alavên efsûnî ên şeytanî yên ku li cihên ji hev cûda hatine veşartin, ku yek ji wan rojnivîsk bû a ku di pirtûka duyemîn de hatibû tunekirin.<ref name="harry-potter-prince">{{Cite news|url=https://www.nytimes.com/2005/07/16/books/16choc.html|title=Harry Potter Works His Magic Again in a Far Darker Tale|last=Kakutani|first=Michiko|date=16 July 2005|website=The New York Times|archive-url=https://web.archive.org/web/20090416015406/http://www.nytimes.com/2005/07/16/books/16choc.html|archive-date=16 April 2009|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=28 September 2008}}</ref> Draco, ku tevlî ''Death Eater''an bûbû, piştî vegera xwe ya ji berhevkirina ''Horcrux''an, hewl dide ku êrîşek bibe ser ''Dumbledore''î û pirtûk bi kuştina Dumbledoreî ji hêla Severus Snape ve diqede, yê ku bi ''Half-Blood Prince'' hatibû binavkirin.
 
===Harry Potter and the Deathly Hallows===
Rêz 106:
Pirtûk bi Şerê Hogwartsê diqede. Harry, Ron û Hermione, bi hevkariyên endamên ''Order of the Phoenix''ê û gelek mamoste û xwendekaran, Hogwartsê ji Voldemortî, Death Eater û afirîdeyên efsûnî yên cûrbecûr diparêzin. Di pêla yekem a şerê de çend lehengên mezin têne kuştin, mîna Remus Lupine û birayê mezin ê Ron Fred Weasley. Piştî ku fêr dibe, ew bixwe jî Horcrux e, Harry li ''Forbidden Forest''ê (''Daristana Qedexe'') xwe berdide destên Voldemortî lê di wê kêliyê de lenet (Avada Kedavra) li wî dike. Parêzgerên Hogwartsê ji ber texmîna mirina Harryî radestî dijminê nabin û şerê didomînin. Harry hişyar dibe û tê ber rûyê Voldemortî, ê ku hemû ''Horcrux''ên wî hatin hilweşandin. Di şerê dawîn de, leneta Voldemortî li efsûna Harryî (Expelliarmus) ket û Voldemort kuşt.
 
Epîloga "Nineteen Years Later" (danîn li 1ê îlona 2017) <ref>{{Cite web|url=https://www.independent.co.uk/arts-entertainment/books/news/harry-potter-19-years-later-jk-rowling-hogwarts-kings-cross-deathly-hallows-epilogue-a7923651.html|title=Archived copy|archive-url=https://web.archive.org/web/20180102191419/https://www.independent.co.uk/arts-entertainment/books/news/harry-potter-19-years-later-jk-rowling-hogwarts-kings-cross-deathly-hallows-epilogue-a7923651.html|archive-date=2 January 2018|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=2017-12-28}}</ref> li ser jiyanên lehengan e ku ji şerê xelas bûbûn û bandorên mirina Voldemortî ya li ser Cîhana Sêrbaziyê vedibêje. Di epîlogê de, Harry û Ginny zewicî ne û sê zarokên wan hene;` Ron û Hermione jî xwediyên du zarokan in.<ref>{{Cite web|url=http://www.beyondhogwarts.com/harry-potter/articles/jk-rowling-goes-beyond-the-epilogue.html|title=Archived copy|archive-url=https://web.archive.org/web/20110918203859/http://www.beyondhogwarts.com/harry-potter/articles/jk-rowling-goes-beyond-the-epilogue.html|archive-date=18 September 2011|dead-url=no|df=dmy-all|access-date=2011-09-09}}</ref>  
 
== Malpera Pottermore ==