Ûd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Ûd''' [[amûrên muzîkê|amûr]]eke [[muzîk]]ê ya têldar e.
 
Peyva ''ûd'' ji erebî ye û ji peyva “el-'ûd” (العود) tê ku wateya wê [[talîjarî]] (Aleo vera) ye. Di zimanê erebî de pêşdaçeka “el” herfî tarîf e. Civakên ku di zimanê wan de “herfî tarîf” tune ye, ev peyv wekî "ûd" wergirtiye lê yên di zimanê wan de “herfî tarîf” heye, bi wî awayî wergirtiye. Rojavayiyên ku di sedeyên 11emîn û 13emîn de li dû [[Şerên Xaçperestan]] ev amûr biriye [[Ewropa]]yê, navê wê jî li gorî zimanê xwe, girêdayî bingeha wî ya erebî, daniye: ''luth'' (fransî), ''lute'' (inglîzî), ''Laute'' (almanî.), ''liuto'' (îtalî), ''alaud'' (spanî).
 
Dema em ji hêla zanistî ve berê xwe bidinê, em ê bibînin ku ev amûr ji hêla [[Sumer]]an û şaristaniyên din ên serdema pêşî ve hatiye bikaranîn. Hin nivîskarên [[ereb]] û [[faris]] dibêjin ku mûcîdê vê amûrê [[Pythagoras]] û hinên din jî dibêjin ku [[Eflatûn]] e.