Feqî Huseyîn Sagniç: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: Infobox >> agahîdank AWB
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B →‎top: parametreyên standard AWB
Rêz 1:
{{Agahîdank nivîskar
| nav = Feqî Huseyîn Sagniç
| navê rastî =
| bernavk =
| wêne =
| mezinahiya wêne =
| binnivîs =
| pîşe = Wêjevan, Zimannas
| zayînroja_jidayikbûnê = 1926
| cihê zayînêcihê_jidayikbûnê = Taxa [[Xorûs|Xoros]] , [[Xîzan]], [[Bedlîs]]
| mirinroja_mirinê = 2003 (77 Salî)
| cihê mirinêcihê_mirinê = [[Tetwan]]
| netewe =
| hevwelatî =
| eslê xwe =
| ziman = Kurdî
| tevger = [[Wêjeya kurdî]]
| şêwe =
| malper =
| berhem =
*1. ''Yûsiv û Zuleyxa, ''1998 - ( ji tîpên Erebî tîpguhêzî)
Line 25 ⟶ 15:
*5. ''Pêşeriya Hewisîna Zimanê Kurdî 2, ''
*6. ''Dîroka Wêjeya Kurdî, ''
| agahî =
| îmze =
}}
 
Line 33 ⟶ 21:
Feqî Hûseyîn Sagniç di [[1926]]'an da li [[Kehnîyamîran]] ji dayîk bûye. Kehnîyamîran taxekê gundê [[Xorûs|Xoros]]ê navça [[Xîzan|Hîzan]]ê bajarê [[Bedlîs]]ê ye. Ew salek piştî bizava [[Şêx Saîd]] hatî dinê. Di temenê sê salî de mala wan ji navça Xîzanê hatîye navça Tetwanê. Dûriya Oranisê li gundê Kûtê cih bûye. Wî zarotiya xwe li wî gundî borandîye. Di temenê heyştanda bûm, bavê xwe winda kir û sêwî ma. Ji ber xizaniyê salek piştî mirina babê xwe, bi birayê xwe yê mezin re bû berxwan. Sala din, ew û birayê xwe yê piçûk bûn gavanê gund. Gavaniya wa sê sal li pey hev domand. Di wê navê de wî [[Quran]] xwend. Li dawiya sala 1938an da çend rojek ji sersala 1939an ra bimîne, çû gundê Oranisê li medresa Seydayê ([[Mela Osmanê Xorosî]]), dest bi [[Nûbihara biçûkan|Nûbar]]<nowiki/>a [[Ehmedê Xanî]] û [[Fiqih|fiqh]]<nowiki/>a [[Erebî]] kir.
 
Xwendin û feqîtiya wî bi zor çar salan domand. Her du birayên wî yên ji wî mezintir, çûne leşkeriyê û bi pêwîstî di ciyên wanda wî rencberî kir. Dûre ew çû leşkeriyê. Piştî qedana leşkeriya, di navça [[Tetwan]]êda rûnişt. Wan mala xwe jî anî wir. Ji bo pêkanîna aboriya xwe, dest avête xeradî û çêkirina avayiyan. Piştî xebata çend salek xeradxaneke mezin damezrand.
 
Li ber wan karên xwe yên aborî de, xebatên wî yên zanistî û dahûrandinî jî hebûn. Wekî, dahûrandina mezhep û olan û hînbûna [[felsefe]] [[metafizîk]] û dîyalektîkî. Hizirin, raman, peyivîn û gengeşiyên sîyasî jî di wan demên keftolefta aborîda bûn. Wî xebatên sîyasî tenê bi medresiyan re dikir. Di wan demanda baweriya bi dibistanan tuneye. Û bi wan ra pêwendî jî çênenedikir. Pêwendiyê wî yên pêşî bi dibistaniyan re, li Dîyarbekir bi [[Canip Yildirim]], [[Edîp Altinakar]], [[Musa Anter]], [[Yusuf Ezîzoxlu]], [[Selahedîn Cizrelî]] û bi [[Mustefa Ekîncî]] re çêdibe. Ev dîtin û pêvendiyên han, piştî dawiya sala [[1959]]an, di dema rojnama “Îlerî Yurd”e de bû û dûra êdî bi rewşenbîran ra, danûstendinên xwe pêşdixîne.
 
Ji bo raman û hizrên sîyasî, sala [[1964]]an dive revoke. Lê piştre xwe radest dike û dikeve zîndana Tatwanê. Di dawiya sala 1965an ji zîndanê derdikeve. Di dema revokiya Sagniç de, hin hevalên wî [[Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur|Partiya Demokrat]] a [[Kurdistan]]a Tirkiyê dadimezrînin. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, bi rêya hevalekî xwe dibe endamê Partiyê. Piştre jî dibe endamê Komîteya Navendî. Di sala 1968an da navenda partiyê û gelek hevalên wî tên girtin. Dûre gelek caran tê girtin û gelek dadgeh lê tên vekirin.
Feqî Hûseyîn Sagniç, di navenda Çanda Mezopotamya de dersên [[Zimanê kurdî|zimanê Kurdî]] dide. Di damezirandina Înstûtiya Kurdî ya Stenbolê de cîh digire. Di kovara `Rewşen`ê de ku kovara Înstûtiyê ye û her wiha di bûltenên Înstûtiyiê de, nivîsan dinivîsîne. Lê belê nivîsên wî di kovar û rojnameyên din de jî derdikevin. Her wiha ew bi giranî bi Kurdî dinivîsîne.
 
Mamoste Feqî Huseyn, gelek caran jiber raman û baweriya xwe ya siyasî û wêjeyî hate girtin, di zîndanan da raza û revok ma. Wek gotarvanê mêhvan li welat û li derveyê welat têkilî gelek panel û konferansên netewî û navnetewî bû. Di celeb-celep rojname û kovaranda bi sedan gotar nivisand.