Rojavaya Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Balyozbot (gotûbêj | beşdarî)
B sererastkirin, typos fixed: rêbendanê → kanûna paşîn (4), Reşemî → sibat AWB
Rêz 142:
== Rûerd ==
[[Wêne:Syrian Civil War map.svg|thumb|left|300px|{{legend|#e2d974|border=1px solid grey|Rojavaya Kurdistanê}}]]
Rojavaya Kurdistanê parçeya [[Kurdistanê]] ya herî biçûk e: 31.000  km² ye{{Çavk}}. Îro di bin desthilatdariya [[Sûrî|Sûriyê]] de ye. Taybetiyeke herêma Rojavaya Kurdistanê heye ku axa wê piranî deşt û berrî ye. Ev herêma han ji rojava ber bi rojhilat ve zirav û dirêj e, û her ku diçe qad û çarçova wê berfireh dibe.
 
Mirov dikare avhewaya Rojavaya Kurdistanê bike du beş. Beşa yekem avhewaya herêma [[Efrîn|Efrînê]]ê ye. Avhewaya li vê derê nezîkî ya Deryaya Spî ye. Havînan germ e û carnan baran dibare; zivistanan jî zêde ne sar e. Ji ber vê avhewayê herêma Efrînê, şîn e, dar û ber lê zêde ne. Her cureyên daran hene{{Çavk}}. Lê piranî darên zeytûnan e.
 
Beşa duyem ku [[Serê Kaniyê]], [[Hesîçe]], [[Amûdê]], [[Qamişlo]] û Dêrik hildide nava xwe bi berrî û deşt e. Çiya û daristan nîn in. Zivistan kin in. Hema hema berf nabare. Carinan baran dibare. Di meha Çileyê de li Qamişlokê germahî digihîje +7, li Dêrik û Amûde jî +6 pîleyan. Havîn dirêj in. Germahî pirr e. Ziwayî heye. Havînan ji çolên Erebistan û Sûriyê bayên germ tên û bandor li avhewaya herêmê dikin. Havînan germahî digihêje 40 pîleyî.
Rêz 158:
{{Gotara bingehîn|Herêma Şehbayê}}
[[Wêne:Rojava february2014 2.png|thumb|250px|Kantonên Rojavaya Kurdistanê, 2014]]
Di 21ê rêbendana 2014an de [[Rêveberiya xweser a rojavaya Kurdistanê]] hat demezrandin. Rêveberiya xweseriya rojavaya kurd weke sê [[kanton]]an hat ragihandin. Kantona pêşî ya ku di 21ê rêbendanêkanûna paşîn de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, [[Rêveberiya xweser a kantona Cizîrê]] bû. Kantona duyem ku di 27ê rêbendana 2014an de rêveberiya wê ya xweser hat ragihandin, [[Rêveberiya xweser a kantona Kobaniyê]] bû. Kantona sêyem jî, ku rê veberiya wê di 29ê rêbendana 2014an de hat ragihandin, [[Rêveberiya xweser a kantona Efrînê]] bû. Her kanton jî, rêveberî û hikimeta xwe ya demkî ragihandin. Piştî ku ragihandina Rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê jî, êdî di nava kurdan de bi rojan bû sedema şahiyan{{çp}}.
 
==Rêveberiya Federasyonê==
Rêz 179:
|style="background-color: #FEE801"|
|[[Tevgera Civaka Demokratîk|TEV-DEM]]
|RêbendanKanûna paşîn 2014
|
|-
Rêz 190:
|width=5px style="background-color: #FEE801"|
|[[Tevgera Civaka Demokratîk|TEV-DEM]]
|RêbendanKanûna paşîn 2014
|
|-
Rêz 201:
|style="background-color: #FEE801"|
|[[Tevgera Civaka Demokratîk|TEV-DEM]]
|RêbendanKanûna paşîn 2014
|
|-
Rêz 212:
|style="background-color: #0080ff" |
|[[Hevbendiya Demokrat a Niştimanî ya Sûrî|TWDS]]
|ReşemîSibat 2016
|
|-
Rêz 315:
Dîroka Rojavaya Kurdistanê, pirr kevn diçe. Bi taybetî, li ser wê axa wê, ji demên Sumeriyan ve li wir jiyane û şaristanî di pêşketinê de ya. Ev herêm Rojavaya Kurdistanê, dikeve keviya çemê mezin û navdar ê [[Firat]]ê de. Di demên berê de, heta ku digihişt ber çiyayê kurdan û bajarên weke [[Efrîn]], [[Kobanî]], [[Serêkaniyê]] çem diherikî. Ev herêm, weke herêmên şîn û pêşketî bûn. jiyanê li van herêman, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûye. Bi taybetî, ji ber Kobanî û Efrînê û heta ku digihije Helebê û piştre Şamê, weke herêmên ku li wan zanebûn pêş diket bû. Birehîm Xelîl, çanda wî li vê herêmê bicih bûye. Mîtra, di dema mîtaniyan de hatiye û ew bixwe jî ji Mîtaniyan bûye. Mîtanî jî kurd bûne.<ref>Abdusamet Yigit, ''Pirtûka,´jiyane di bin roja Mîtra de dimeşê</ref>
 
Li herêmê, piştî ku rejima be'sê lê tê û serdest dibe, navê herêmê giştkan diguherîne. Lê navên herêmê kevn in. Mînak, navê Kobanê<ref>by Jack M. Sasson - Chapel Hill, North Carolina, HURRIANS AND HURRIAN NAMES IN THE MARl TEXTS </ref>, ji dema Hûriyan a. Navê Serêkaniyê bi rengê ´weşokanî´ ji dema hûrî û mîtaniyan e û di dema Mîtaniyan de bûye paytext ji mîtaniyan re. Herêma Serêkaniyê, piştî ku dewletên Sûrî û Tirkiyeyê ava bûn, bû du-qism. Qismekê li Sûrî ma û rejima Be'sê navê wê guharand û kir "Rasûlayn". Qismê wê yê li aliyê Tirkiyeyê ma jî, rejima tirk navê wê guharand û navê wê kir "Ceylanpinar". Lê ev herdu qism jî, berê yek bûn û bajarek bûn. Berê di ber re jî û di navê de jî şaqna ji çemê Firatê diherikî.
 
Di demên berî zayinê de, di dema Gûtiyan de jî, di nava sînorê Gûtiyan de bûye. Piştî gûtiyan re ku hûrî û mîtanî hatin, êdî ew herêm bû weke navend û paytexta wan ku ew lê bi pêş ketin û mezin bûn. Li herêmê, di dema Sumeriyan de, di dema Xanadana Ur de jî, ev herêm ji wê re û ji pêşketina wê re bûye hîm. Ji her sê xanedanên Uran re jî wisa bûye. Îro, di roja me de ku dikeve naqabîna Efrîn û Helebê de, di dema Sumeriyan de ku ji wê re ´Marî´ dihat gotin, nivîsa bizmarî ku li wir hat dîtin, û tercumeyên wê bi navê "hurrian and hurrian names in the mari tekst" de navê "Kobanê" û hwd hene. Marî, di dema hûrî û mîtaniyan de di nava sînorê hûrî û mîtaniyan de bû.
 
Di dema hûrî û mîtaniyan de, bi pêşketina xwe di aramiyê de li vê herêmê jiyane. Lê piştre, di dema Asûriyan de, rastî êrîşan hatiye. Di dema [[Îskenderê Mezin]] de jî rastî êrîşan hatiye. Gava ku Medî li herêmê bûn desthilatdar ew der di nava sînorê xwe de girt û bi wê re li ser herêmên Anatolia jî karî ku serdestiya xwe bide erêkirin. Di pirtûkên pîroz de behsa Nemrûd tê kirin ku di dema Birehim Xelîl de jiyaye. Nemrûd jî, di dema xwe de li vê herêmê xwe kiriye hukimdar. Çanda herêmê, heta dema derketina Îslemiyetê li gor çanda Êzidîtiyê bû. Piştre dînê Îslamê ew der jî kiriye bin destê xwe de û guherandiye. Piştre, demên desthilatdariyên kurd ên dewletên kurd Merwaniyan û Eyûbiyan li herêmê bi pêş dikevin. Herêm, di dema Eyûbiyan de, ji sadsala 11em heta sadsala 16em, di bin destê desthilatdariya xanadana eyûbiyan de dimîne.<ref>Abdusamet Yigit, ''Pirtûka, ´di sedsale 21´ê de şoreşa kurd: rojava´</ref> Piştî ku Osmanî bi pêş ketin, êdî osmaniyan, ew der weke eyeletekê desthilatdariya eşîrên kurd qebûl kiriye.
Rêz 359:
== Desthilatdarî ==
 
Desthilatdarî, îro di destê kurdan de ye. Kurd, rêveberiya xwe ya xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Herêma Rojavayê Kurdistanê, li sê kantonan hatiye beşkirin û rêveberî û hikûmetên wan ava kirin. Ev hersê kanton jî, "Kantona Cizîrê", "Kantona Kobaniyê" û "Kantona Efrînê" ye. Îro, Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê van hersê rêveberiyên xweser ên kurdistanî ve tê birêvebirin. Herêm, bajarê wê ê mezin Qamişlo ye. Qamişlo, weke paytexta herêmê jî tê dîtin.
 
Hikûmeta hersê kantonan, ji 22 wezaretan pêk tê. Ew wezeret, xwe li herêmê bi rêxistin dikin û herêmê bi rê ve dibin. Kurd, piştî ku bi xelkên din ên li herêmê re şoreşa rojava kirin, êdî ew rêveberî jî hatine avakirin û ragihandin. Lê rêveberiyên herêmê, ji aliyê welatên herêmê ên weke Tirkiye û Îranê ve hatiye xistin bin ambargoyê de. Piştî ku rêveberiya xweser hat ragihandin, ew êdî care pêşî bû ku rêveberiyeke ji xelkê li herêmê hatibû avakirin.
Rêz 371:
{{Gotara bingehîn|Asayîş}}
 
Piştî ku kurdan li herêmên xwe rêveberiya xwe ya xweser ava kirin û ragihandin, êdî hêzeka xwe ya parastinê ku ji kurdên Rojavayê Kurdistanê û beşên din ên civatî afirî ava kirin. Ew jî, navê YPG, Gerîla, Pêşmerge direjîhiya wê "Hêzên Parastina Gel" e. Herêmên kurdan diparêze. Lê bi wê re jî, YPJ hat avakirin. Ev jî, weke hêz û artêşa jinan e. Pirraniya endemên YPJê ji jinên ciwan ên kurd û komên din ên li herêmê ku dijîn pêk tê. Wekî din jî, hêza Aşayîşê heye. kar û erka Hêza Asayîşê ew e ku aramiya nava bajaran biparêzê. Weke hêza polîsan e.
 
Kar û erka Hêzên Parastina Gel ku bi navê wê yê kurt [[YPG]]ê, ew e ku weke artêşa Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên ku ji derve tên bi ser Rojavayê Kurdistanê bergirî bike. Herwisa bi vî rengê YPGê, em dikarin weke artêşa Rojavayê Kurdistanê jî bi nav bikin.
Rêz 398:
{{Commonscat-b|Syrian Kurdistan}}
* [http://ku.pydrojava.com/ PYD Rojava]
 
 
{{Mijarên Rojavayê Kurdistanê}}