Wîkîpediya:Dîwan (teknîkî): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Guherto (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: 2017 amûra guhartina çavkaniyê
Rêz 850:
:::Pirtûka [[Amed Tîgrîs]] (2001). Pêşkît û paşkît. Wêşanên Medya, Stockholm., tê bîra we? Derbarê paşkîta -dan(k) de dibêje: "di zimanê axaftînê de tîpa k ketiye û wek -dan tê gotin." Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin hem avdank û hem jî avdan, çaydank-çaydan, masîdank-masîdan, pênûsdank-pênûsdan, xwelîdank-xwelîdan, agahîdank-agahîdan. Lê heke ez ne çewt bim, di zimanê nivîskî de -dank dirust e. --[[Bikarhêner:MikaelF|MikaelF]] ([[Gotûbêja bikarhêner:MikaelF|gotûbêj]]) 18:17, 2 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
::::Tiştê ku nayê gotin ber çima werê nivîsîn? Ez bixwe -dank ne xweş dibînim, -dan xweştir e. Ew kitêb dibêjê ku -dan ji dagirtin tê, ku ew rast bê, ez di "dagirtin" de ti "k" nabînim, "k" nabê xelet? -- [[Bikarhêner:Guherto|Guherto]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Guherto|gotûbêj]]) 18:42, 2 kanûna pêşîn 2020 (UTC)
::::: Di rêzimana Celadet Alî Bedirxanî de ev peyv hene: avdank, derzîdank û guldank. Di kovara Kanîzarê de ji bo peyva prothesisê pêşdank heye. Peyvên "pifdank, çaydank, peyvdank" di "Gotarên Zimannasiyê (Nûbihar)" de derbas dibin. Peyvên "derdank, mîzdank, mûmdank" jî di "Rehnas (Husein Muhammed)"ê de derbas dibin. Ev peyv çêkirîbin jî maneya qertafê xwe dide der û ji bo hewcedariyê hatine pêşniyazkirin, ji aliyê pisporan ve. Loma ji bo kurdîkirina infoboxê "agahîdank" çêtir e. Ji bo armanca fêmkirin û gihaştina naverokên wîkiyê, heke hewcebe, divê em însiyatifan hilgirin milê xwe. Li aliyê din, yekser BZ û PZ çewt in. "zayîn" ji bo heywanan e, ne ji bo însanan e. Heywan dizên, însan çêdibin. Ji aliyê bikaranînê ve "çêbûn" ji peyvên "ji dayik bûn" û "bûyîn"ê jî bêhesab berbelavtir û çêtir û rasttir e. (reqîbê wê "Xwedê dayîn e", ne yên din) Wîkîferheng çawa peyva "wate" kiriye "mane"; divê zayîn jî bike "çêbû(yî)n". (lê divê dest bi BZ û PZ neke ku ev têketiye lîteraturê, lê heke alternatîfa wan hebe, belkî em li ser wan jî bipeyivin.) Xebatxweş! [[Bikarhêner:Jiju|Jiju]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Jiju|gotûbêj]]) 18:47, 2 kanûna pêşîn 2020 (UTC)