Qabîl û Habîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Liesel (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 85.96.94.205 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Li gora [[QuranTewrat]] û [[TewratQuranê]], '''Qabîl û Habîl''' zarokên [[Adem]] û [[Hewa]]yê yên pêşî ne. Navê Qabîl yê eslî "Qayîn" e, bi Erebî kirin "Qabîl".
 
== Qayîn û Habîl di Tewratê de ==
 
Serhatiya Qayîn û Habîl di kitêba pêşî ya Tewratê de tê gotin (Destpêkirin 4):
 
Adem çû ba jina xwe Hawayê û ew bizaro bû, Qayîn anî û got: «Bi alîkariya Xudan min mirovek qezenc kir.» (Bi zimanê Tewratê, yanî bi Îbranî, dengê peyvên ‹Qayîn› û ‹qezenckirin› nêzîkî hev in.)
Hawa dîsa bizaro bû û kurekî din, Habîl anî. Habîl bû şivanê pêz û Qayîn bû cotkar. Piştî demekê Qayîn ji berê erdê anî û ji Xudan re pêşkêş kir. Habîl jî, ji nixuriyên pezê xwe, ji bezê wan, anî. Xudan bi Habîl û pêşkêşa wî şa bû, lê bi Qayîn û pêşkêşa wî şa nebû. Loma Qayîn pirr hêrs ket û rûyê xwe tirş kir.
 
Xudan ji Qayîn re got: «Tu çima hêrs bûyî û te çima rûyê xwe tirş kiriye? Eger tu ya qenc bikî, ma ew nayê bilindkirin? Eger tu ya qenc nekî, guneh li ber dêrî ketiye kemînê û daxwaza wî tu yî. Lê tu bibe serwerê wî. »
 
Qayîn bi birayê xwe Habîl re peyivî û çaxê ku li deştê bûn, Qayîn li hember birayê xwe Habîl rabû û ew kuşt.
 
Xudan ji Qayîn re got: «Birayê te Habîl li ku derê ye?»
Qayîn got: «Ez nizanim. Ma ez nobedarê birayê xwe me?»
Xwedê got: «Te çi kir? Dengê xwîna birayê te ji axê gazî min dike. Tu niha ketî bin nifirê. Êdî çaxê ku tu axê biçînî, ew hêza xwe, yanî berê xwe, nade te. Tê li ser erdê firar û gerok bî.»
 
Qayîn ji Xudan re got: «Cezayê min bi qasî ku neyê hilgirtin giran e. Tu îro min ji ser rûyê axê derdixî. Ezê ji rûyê te veþartî bimînim û li ser erdê bibim firar û gerok. Her kî min bibîne, wê min bikuje.»
Xudan jê re got: «Na, her kî ku ji ber vê yekê Qayîn bikuje, heft caran heyf wê ji wî bê standin.» Û Xudan nîşanek danî ser Qayîn, da ku her kî wî bibîne, lê nexe.
 
Hingê Qayîn ji ba Xudan çû û li rojhilata Êdenê li herêmeke beredayî digeriya.
 
 
== Qayîn û Habîl di Încîlê de ==
 
Di Peymana Nû (Încîl) de çend caran behsa Qayîn û Habîl tê kirin: Habîl mirovekî rast û pêxember tê hesabkirin (Metta 23:35; Lûqa 11:51), bi baweriyê, wî goriyeke qenc pêşkêş kir, lê belê karên Qayîn xera bûn û wî li gor Îblîs kir:
 
Bi baweriyê, Habîl goriyeke ji ya Qayîn çêtir pêşkêşî Xwedê kir. Bi wê baweriyê ew mirovekî rast hat erêkirin, çimkî Xwedê diyariyên wî erê kirin. Rast e, Habîl mirî ye, lê bi saya baweriya xwe hê jî dipeyive. (Îbranî 11:4)
 
Hûn nêzîkî navberkarê Peymana Nû Îsa bûn ku xwîna wî ya reşandî ji ya Habîl çêtir dibêje. (Îbranî 12:24)
 
Gotina ku we ji destpêkê ve bihîstiye ev e ku em ji hevdû hez bikin. Em ne wek Qayîn bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku kirinên wî bi xwe xerab bûn, lê yên birayê wî rast bûn. (Yûhenna I, 3:12)
 
 
 
== Çîroka Qabîl û Habîl li gora Qur'anê ==