'''Çêrmik''' ''(bi [[tirkî]] Ilıca)'' yek ji navçeyên parêzgeha [[Erzirom]]ê ye. Jê re herwekî Kurd ''Karnek, Karêza Jor'' jî dibêjin. 16 km ji Erziromê dûr dikeve.
Du cihên bi vî navî hene:
Di sala [[1990]]'î de bûye navçe. 49 gundên wê hene. Hebûna 13 mezreyan jî bi fermî nayên pejirandin. Di qeydên dîrokî de navê wê gelek caran ''Karloî Karnak'' derbasdibe. Li Çêrmikê berê gelek [[Ermenî]] jî hebûne. Di [[Komkujiya Ermeniyan]] de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qirkirin. Dîsa dest dane ser hemî dewlemendiyên wan û dane [[Azerî]]yan yên ku dewletê anîne bicihkirine. Gelek dêrên Ermeniyan hatine rûxandin an kirine mizgeft.
#[[Çêrmik, navçe]]
== Hin agahiyên bikêr ==
#[[Çêrmik, gund]]
*Rûber: 1.702 km²
*Bilindahiya navçeyê ji rûyê avê: 1.812 m
*Gelhe: Navend 18.000 û bi giştî jî nêzîkî 30.000 (Ev statîstîkên fermî ne)
== Aborî ==
Hin fabrîkên piçûk hene lê gel ji ber xizanî û pêkutiyan koçberê bajarên mezin dibin. Xwedîkirina ajalan cihekê girîng digire.