Abdulrahman Qasmlu: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Ghybu rûpela Dr.Abdulrahman Qasmlu bêyî beralîkirinek bar kir Abdulrahman Qasmlu
Ji bo Ebdurehman Qasimlo hate beralîkirin
Etîket: Beralîkirineke nû
 
Rêz 1:
#BERALÎKIRIN [[Ebdurehman Qasimlo]]
{{Jêbirin|Gotara bi navê [[Ebdurehman Qasimlo]] heye}}Dr.Abdulrahman Qasimlu ji dayîk bûyê 22 kanûna 1930ê mîladî di malbateke zengîn û xwedî milk li bajarê ûrmîya rojhilatê kurdistanê hat dinyayê.
xwendina seretayî û nawendî li ûrmîyê û piştî hingê li tehranê bi dawî kir, hîna xort bû tevlî mijarên siyasî bû û fikrên azadîxwazî di zêhnîyeta wî de cih girtin,(ew vê derbarê de di pirtûka çil sal di rêya azadîyê de) kû piştî serdana beşek ji mezin û zanayê kurd bo baku bi wexwandina şorevî wisa dinivîse,herçiqas wî çaxî ez 11 salî bûm, lê her wekî piraniya zarokan siyasetê bala min kişandibû, bavê min yek ji endamê şandê bû bîra min dihêt gava ji rêwîtiya baku zivirî, çend cûreyên şeker û tifingek tekper/ çifte bi xwe re anî bûn, bavê min digot kê ûrisa gllek şeker û tifin dane endam şandê¨ji xwe vê demê şeker li îranê gellek bi qîmet bû ê bi hêsanî bi dest nediket,û ew karê wan cem min hinekî xerîb bûçimkî xwîşk û birayên min digot kû bavê me bi şandê çûye bo standina mafê kurdan, min jî bi zelalî ji bavê xwe re got, ey mafê kurdan çilê hat?
Dr.Qasmlu di sala 1945 an çalakîyên xwe bi rêxistina yekitîya ciwanên demokrat kurdistan li bajarê ûrmîyê dest pê kir.
di sala 1946 komara mihabadê helweşiya, dûra bo xwendinê çû tehranê û di sala 1947 an bo berdewamîa xwendinê çû parîsê paytexta feranse, gehîştina wî bo feranse hevçax bû li gel êrişa ser şah li zankoya tehranê kê bo sedema têkûna hemî azadîyan li îranê¨bi wê sedemê civînek xwendekarê îranî li parîsê birêve çû kê drç Qasmlu gotarek dijî şahê îranê pêşlêş kir û xwendekaran ev gotar wekî diruşm bilind kirin, ev kiryar bû sedema zex û givaşan ji alîyê kondulxaneya îranê li parîsê û hikumeta feranse ser wî, û di dawîyê neçar ma kû ji feranse derkeve û çê bo piragê paytexta çêklwasî, û di heyama kû li piragê mijûlê xwendinê bû di çalakîyên navnetewî yên xwendekara de başdar dibûç sala 1951 ê bi nûnertiya xwendevanên îranî kû li piragê bireve çû beşdar bû, ji hingê pêve weke nûnerê îranê di zêdehîya kombûn û konferansê fedrasîyona cihanî ya ciwanan çalak bû û di meşa ciwanan li budapest paytexta mecaristanê beşdarî kir. sal 1952 dema hikumeta misedq, dr. qasmlu li zankoya piragê bekalorya di warê sanista civakî û zanista siyasî bi dest xiztibû,zivirî îranê wê demê di navbera PDKÎ û partiya tudeh a îranê de yekitîya rêxistinî hebû,Dr.Qasmlu piştî şeş meh çalakî li tehranê wegerya mihabadêç li vêderê berpirsyariya karê PDKî li wergit, piştî darbeya 1953 neçar bû kê bi weşartî û nihênî li tehranê û kurdistanê mijûlê karê hizbî be.
Di vê heyamê de wî serpereştiya rojnameya kurdistaê dikir kû tenê pênc jimare bi weşartî hatin çap kirin û di wî çaxî bû kû komîteyek bo çalakîyên PDKÎ bi serperştiya wî hat damezirandin.Qasmlu piştî pênc sal çalakî li îranê bixasmayî kurdistanê¨sala 1957 dîsan wegerîya çêklwasî.û di sala 1958 an piştî pîroziya şoreşa Êraqê û herikîna tevgera kurdên Êraqê¨bi çend berpirsên hizbê re hevla bi cih bûnê li Êraqê dan û bi sedema nerazîtiya beşek ji berpirsê PDK Êraqê hevlawan bê encam ma û di sala 1960 an de bibiryara welatê Êraqê neçar bû ji wî welatî derkeve û dîsan zivirî piragêç
Di sala 1962 doktora di warê zanista aborî de bi dets xist û heya sala 1970 li zankoyê fêrkerê waneyên(dersên) aboriya sermayedarî û aboriya sosyalîstî û teoriya pêşveçûna aboriyê bû. di wê heyamê qasmlu çend pirtûk ê belavok sebaret arîşeyên aborî , civakî,siyasî,nivîsandin kû pirtûka kurd û kurdistan yek ji binavbangtirîna wane, kû heya niha bi zimanê îngilîzî, silivakî,lehistanî,erebî,kurdî û hin beşeên vê bi feransî jî hatiye çapkirin û weşandin.
Drç qasmlu zimanên kurdî,farisî,tirkî,erebî,feransî,îngilîzî,çekî û rusî bi başî dizanîn
Di sala 1970 piştî derketina daxuyaniya 11 adare lihevhatina rêberê tevgera kurdên Êraqê li gel hilumeta wî welatî¨derfeta çalakiya siyasî li kurdistana îranê zêdetir bû, qasmlu hevçax ji ewropa zivirî bi hevaltiya beşek ji rêhevalên xwe berpirsayetiya rêxistênê partiya demokrat wergirtî, di konferansa sêyem a PDKî kû di hezîrana 1971 hat lidarxistin weke endamê komîte navendî û hevdem sekreterê giştî yê partiyê hat hilbijartin, ji vir şûnda bi dema 18 salan weke sekreterê karzan û jêhatî di pileya yekim a berpirsyarî yê de, îdareya karûbarên partiyê di dijwartirîn û zehmettirîn qonaxê şorişê de rêberî kir.
pêxemberê aştîyê mamoste û rêber,Drç qasmlu roja 13 tîrmeha 1989 di dema peyda kirina çareseriyek aştiyane bo doza gelê kurd li îranê, bi çend kes ji nûnerên komara îslamîya îranê li wîyena li ser maseya gotûbêjê rûniştibû,kû ligel du hevalên xwe bi destên wan nênerêm rejîma îranê bi awayek hovane û bêbextî hatin teror kirin.