Cudahiya di navbera guhertoyên "Eshabê Kehf" de

1 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 1 salê
B
Quran di ayeta 18an de dibêje ku "''... û segê wan jî, li hewşa şikeftê lingên xwe yên pêş dirêj kiribû û raketî bû.''"<ref>Islam Folktales The Dog of Ashab Al-Kahf The 7 Sleepers (The People of The Cave); By Mega Hikari Aminah, Muham Taqra;</ref> Li ser navê segê nîqaşek heye. Di ayeta 9an de wiha derbas dibe: "''... tu guman neke ku rewşa Eshabul Kehfî (xwedanên şikeftê) û Reqimê ji wan nîşanên me yên herî balkêş bin.''" Bi ya hinin ev Reqîm navê segî ye û bi ya hinan jî navê çîyayê ye ku şikeft li wê derê ye û Mîna [[Teberî (zanyar)|Teberî]] û Îbn Kesîr hinin jî dibêjin ku ji ber maneya bêjeya Reqîmê divê ew bibe kîtabe ya ku berî esker devê şikeftê mor bikin ji aliyê yekî re li ser wê lewhayê sebaba girtina vê şikeftê hatibû nivîsandin û wî ew avêtibû nav şikeftê.<ref name=":2" /><ref name=":3" />
 
Gelek psipor li ser dînê Eshabê Kehfê hemfikirin ku divê ew bibin xiristiyan ji ber ku ev çîrok di seranserê cîhana [[xiristiyanî]] de berbelav bû. Lê belê ji ber ku [[Quran]] bi eşkere dînê wan nabêje hin teorî jî hatine bilêvkirin wekî ya Ihsan Eliaçik. Bi ya wî ew [[Essenî]] ne, yên ku piştî dagirkirina [[Filistîn (herêm)|Fîlîstînê]] reviyane çiyayan û berevajiya [[Romaya Kevnare|romayiyên]] [[Paganî|pagan]] û zalim li ser dînê [[Îbrahîm|IbrahimÎbrahim]] û [[Mûsa|Mûsa pêxember]] jiyana xwe dewam kirine. Heman pispor dibêje ku Eshabê Kehf ne tenê heft kes e lê navê xelkek e ku sedan sal li ber zilma romayiyan ber xwe dane li ser çiyayan. Her wiha bi ya wî Reqîm jî Destxetên [[Gola Mirî]] ye.<ref>{{Cite book|title=Yaşayan Kur'an (Nuzul Sirasina Gore Tûrkçe Meal -Tefsir)|last=Eliaçik|first=R. Ihsan|publisher=Inşa Yayinlari|year=2014|isbn=978-605-88003-0-4|location=Istanbul|pages=548-552}}</ref>
 
Ji ber ku Xwedê di heman sureyê de ferman daye ku li ser navên xortan û bajêr û agahiyên din nîqaş nekin û ji xwedankitêban agahî nestînin riwayetek ji [[Muhemmed|Muhemmed pêxemberî]] jî tune ye. Di nav sahebeyan de jî tenê ji Ibn Abbasî rîwayetek heye lê siheta wê jî ji aliyê pisporan ve wekî nebaş tê senifandin.
1044

guhartin