Çêja tirş: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Çêja tirş''' an jî '''tama tirş''', çêja xurekên asîdî ye.
 
Mirov bi [[Çêjtin|hestê çêjtinê]], dikare pênc cor çêjan ji hev derxe; [[çêja şor]], tirş, [[Çêja şîrîn|şîrîn]], [[Çêja tal|tal]] û [[çêja umamî]]<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. [[Ziman (endam)|Ziman]] endamê sereke ye ji boy çêjtinê. Ji bilî ziman, çêja xurekan ji aliyê xaneyên li ser rûyê esmanê dev, rûyê gewrî û li ser rûyê zimanê kirkiragî jî tê girtin<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>. [[Xane|Xaneyên]] ko molekula çêjê dinasin, wekî xaneyên çêjewergir tên navkirin. Xaneyên çêjewergir li gel xaneyên palpişt û xaneyên binçîne, di nav [[Çêjegopke|çêjegopkeyan]] de cih digirin. Xaneyên çêjewergir, ji boy nasîna molekulên çêjê, [[Hestewergir|kîmîkewergirên]] taybet bi kar tînin<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Ango ji boy her corek çêjê, kîmîkewergirek taybet heye.
[[Wêne:Signal transduction pathway of the sour taste ku.png|thumb|Ji boy nasîna çêja tirş, molekula çêjdar îyonên hîdrojenê yên nav asîdê ye.]]