Nexweşiya Koronayê 2019-2020: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
'+' ket şûna rûpelê.
Etîket: Xist şûnê Betalkirî
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Guhertina 89.111.226.98 (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhertoya dawî ya Rasti
Etîket: Vegerandin
Rêz 1:
{{Bêçavkanî}}
+
'''COVID-19''', an '''vîrusa koronayê 2019''', [[Nexweşî|nexweşiyeka]] [[Vîrûs|vîrusî]] ye ko bi sedema [[hewdan|hewdana]] bi vîrusa [[SARS-CoV-2|SAR-CoV-2ê]] peyda dibe. Ev nexweşî sedema peydabûna [[pejîk|pejîkekê]] li sala 2019ê ye ko ji welatê [[Çîn]]ê dest pê bûye û heta niha li zêdetir ji 30 welatên cîhanê belav bûye. Ev vîrus bi rengekê serekî [[koendama pişiyê]] tûş dike û li goreyê zanyarên heyî, dikare bi rêya peşikên ko ji koendama pişiyê ya kesên nesax derdikevin û li derdorê belav dibin kesên sax jî tûş bikin. Ji dema wergirtina vîrusê heta peydabûna nîşanên nexweşiyê dikare 2 heta 14 roj derbaz bibin. Ev nexweşî ji bo cara pêşîn li Çînê hat dîtin, lê heta niha jî jêdera vîrusê cihê gumanê ye. Hindek ji salixên destpêkê amaje dida ko ji [[çekçekûl|çekçekûlan]] derbazî mirovan bûbû. Lê salixên paştir behsa coreyekê [[mûrîxwer|mûrîxweran]] dikir. Jêdera pêşîn her çi bûbe, niha êdî vîrusa şîyana wê heye ko ji mirovekî derbazî yê dî bûbe û tirsa wê heye ko ji pejîkeka xwecihî bibe [[panpejî|panpejîkeka]] cihanî. Gelek welatan ji tirsa veguhastina wê vîrusê firrîna balafirên rêvîngan ji Çînê û ber bi Çînê rawestandine.
 
== Sedema nexweşiyê ==
Ev nexweşiya Covid-19 ji egerê vîrusa SARS-CoV-2ê ko yek ji vîrusên nêzîkî vîrusa nexweşiya [[SARS|SARSê]] ye peyda dibe. Vîrus ser bi destekeka vîrusan in ko jê ra dibêjin [[koronavîrus]]. Ew vîrus [[balinde|balindeyan]] û [[memikdar|memikdaran]] tûş dikin.
 
== Nîşan û berjengên nexweşiyê ==
Ev nexweşî bi rengekê serekî nexweşiyeka koendama pişyê ye û li destpêkê dikare xwe wekî nesaxiya [[persîv|persîvê]] nîşa bide. Lê di kesên berataf da, rewşa nexweşî dikare gelek zû ber bi xirabbûnê biçe û bibe sedema [[bertengîya pişîyê ya demildest]] û rawestiyana [[gurçik|gurçikan]] û mirinê.
 
Kesê ko vîrusa nesaxiyê werdigire dikare heta 14 rojan bê nîşanên nexweşiyê be. Li destpêkê nexweşî wekî [[ta|tayê]] anko zêdebûna germî ya laşî, [[koxik]] û [[bêhintengî|behntengîyê]] xwe nîşa dide. Nîşanên edetîyên persîvê (wekî hatinexwara avê ji difinê anko pozê, û bêhnişîn) ne berbelav e. Kêmtir ji 4 ji sedê ji nesaxan jî tûşî [[zikçûn|zikçûnê]] dibin.
 
== Xweparastin ==
Rêya herî baş ya xweparastinê xwedûrgiritna ji peşikên ava dev û difinê û koxika kesên tûşbûyî ye. Bi karînana [[demamk]] anko maskan dikare piçekê pêşiyê li ber belavbûna nesaxiyê bigire, nemaze heker kesên tûşbûyî wê bi kar biînin. Şuştina destan ya zûbizû û xwedûrgirtina ji cihên ko xelik zêde lê hene rêya herî baş e.
 
== Mijarên têkildar ==
* [[Belavbûna vîrusa Koronayê 2019-20‎]]
* [[Koronavîrus]]
*[[Karantînaya Hubeiyê, 2020]]
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
[[Kategorî:Nexweşî]]
[[Kategorî:Coronaviridae]]