Xaneyên glîa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Glial_cells_ku.png|thumb|307x307px|Xaneyên glîa alikariya demarexaneyan dikin.]]
'''Xaneyên glîa''', '''demareglîa''' an jî '''glîa''' (bi îngilîzî: ''glial cells'', ''neuroglial'', ''glia'' )<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref> xaneyên alîkarpalpişt in ji boy demarexaneyan.
 
Di zimanê yewnanî de, ji boy zelîqokê peyva “glia” tê bikaranîn<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Xaneyên glîa jî mîna zelîoqok di navbera [[Demarexane|demarexaneyan]] de cih digirin. Xaneyên glîa ji demarexaneyan hûriktir in, [[tewere]] û [[Dendrît|dendrîtên]] wan tune ye. Loma xaneyên glîa ji boy gihandina sinyalên elektrîkî kar nakin<ref> Fields, R. D., Araque, A., Johansen-Berg, H., Lim, S. S., Lynch, G., Nave, K. A., Nedergaard, M., Perez, R., Sejnowski, T., & Wake, H. (2014). Glial biology in learning and cognition. The Neuroscientist : a review journal bringing neurobiology, neurology and psychiatry, 20(5), 426–431. https://doi.org/10.1177/1073858413504465 </ref>. Hin ji xaneyên glîa, xwe li ser tewereyên demarexaneyan ve dipêçînin. Pêçên xaneyên glîa ên li ser tewereyê wekî bergê maylînî tê navkirin. Bergê maylînî çînek negihîner e. Bergê maylînî, tewereyên demarexaneyan ji hev dadibirrine(ji hev cihê dike), bi vî awayê demareragîhandin hêsantir û leztir dibe. Xaneyên glîa li ser demarexaneyan, li hawirdor û navbera demarexaneyan de, an jî li ser mûlûleyên xwînê de hebûna xwe didominin. Di [[Mejiyê mirov|mejiyê]] mirov de hêjmara [[Xane|xaneyên]] glîa ji ya demarexaneyan 10 car zêdetir e<ref name="OpenStax, Biology" />. Heke xaneyên glîa erkê xwe cih neynin, nexweşiyên metirsdar rû dide. Wekî mînak; sedema piraniya [[Şêrpence|şêrpenceyên]] mejî ji ber bazdana(mutasyon) xaneyên glîa e<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Demarexane nikarin dabeş bibin, lê xaneyên glîa heta dawiya jiyana mirov dikarin dabeş bibin û hêjmara xwe zêde bikin<ref name="Anatomy and physiology" />. Tewere û dendrîtên xaneyên glîa tune, lê dîsa jî hem di navbera xaneyên glîa de hem jî di navbera xaneyên glîa û demarexaneyan de alûgorkirina ragihandinan rû dide<ref name="Human biology">Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.</ref>.