'''Gundê Hedîd''' ({{bi-tr|Ortaköy}}) gundek ji gundên navçeya [[Silopî|Silopi]]ya ye.
Li Gundê Hedîd [[Silopî]] û [[Cizîr|Cizîrî]] dijiyan û heta 5 km dûrî Silopiyê ye. Di zude tabûra Iskerê Tirkî têde hebû û li Silopiyê qereqûl hebû û heta elektrika vî gundî jî hebû. Li wira jî çandîniya [[genim]] hebû. Tête gotin jeji berî ku Silopî bibe navçe, dihata behskirin, ku Gundê Gundê Hedîd bibe navçe ji şunaşûna SilopiyaSilopîya. Bes weke tête zanîn, di SilopiyaSilopîya de xelkê silopîSilopî hene, gotinên wan li cem hikmetê mihimtir bûn. Ji ber vê yekê jî rabîn Silopî kirin navçe û Gundê Hedîd hêlan. Gundê Hedîd gundek gelek xweş bîbû, hişînatiya vî gundî zêde bî û ji Silopiyê xweştir bî. Bes wextê Silopî bî navçe, Gundê Hedîd rengê xwe yê berê winda kir. Di gund de mêrek bi navê [[Ebdula Efendî]] hebû, bi xwe dewlet katibî bû û dilekçe ji xelkê re dinivîsî û vêrgî distand. Di wextê wî de gelek Kurdan xwendin û nivîsana wan tune bûn, ji ber vê yekê ji ewî bi dexdîlo ya xwe arîkariya kesê ku nivîsana wî nebû dikir. Ebdula Efendî û xwe eslê wî ji [[Cizîra Botan]] bû û dibî mirovê Mala Mîr û [[Bedirxan|Bedirxaniyan]].