Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
'{{Babel-4|en-2|ku-3|tr-3}} dem baş hemo xuşk û birano. zimanê me girîng û dewlemende. pêwîste ku em ji bo zimanê xwe xebat bikin. di vî avayîda wîkîpediya...' ket şûna rûpelê.
Rêz 44:
 
<br />
 
 
'''Otomobîl''' , wesayîta bî teker û [[motor]]<nowiki/>e kû ji bo veguhastina rêwî û bargiraniyê hatîye çêkirin. Otomobîl, wesayîtek e ku bê hêza [[heywan]]<nowiki/>an, bi motor dixebite û barên ser xwe ji cîhekî dibe cîhekî din.
 
 
 
Bi gelemperî, otomobîl bi motorên şewitandina navxweyî û bi çar lastîk dixebitin. Lêbelê, ji [[2001]]<nowiki/>an virda, otomobîlên xwedan [[Motorên Hîbrîd|motorên hîbrîd]] ji derketine û têne firotin. Gelek [[welat]]<nowiki/>an, nemaze [[Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê|Dewletên Yekbûyî,]] [[bac]]<nowiki/>ên xwe ji bo motorên hîbrîd ên bi [[elektrîk]]<nowiki/>ê dixebitin kêm kirine li [[otopark]] û [[îstesyonên petrolê]] amûrên şarzkirinê bi cîh kirine.
 
 
 
Otomobîlên ku dikarin li ser 3 tekeran bigerin jî hatin çêkirin lê din nav gelda pir belav nebû.
 
== Peyva Otomobîl ==
Peyva "otomobîl" ji peyva fransî "''automobile''" ketiye [[Zimanê kurdî|zimanê Kurdî]] û gelek zimanên din. "Automobil" bi berhevkirina bêjeyên [[Zimanê yewnanî|zimanê Grekî]] "αὐτός: autós" (xwe) û "mobilis" (gerîn) a [[Latînî|zîmanê Latînî]] çêbûye.
 
== Kronolojiya otomobîlan ==
1670an - Yekem wesayîta xweser dibe ku wesayîta piçûk a [[hilm]]<nowiki/>ê be ku ji hêla [[mîsyoner]] [[Ferdinand Verbiest]] ve li [[Beijing]] di navbera 1679 û 1681an de wekî [[pêlîstok]]<nowiki/>ek ji bo [[împeratorê Çînê]] hatîye çêkirine.
 
1680 - Yekem motora şewata navxweyî ya ku dikare bixebite, ji hêla [[Christiaan Huygens]] (ku ji [[Holenda]] bu) ve di sala 1680an de hate çêkirin. Barûd, di sîlîndîrek girtî de di teqîya û dibû sedem ku piston hereket bikin.
 
1698 - [[Brîtanya|Brîtanî]] [[Thomas Savery]] yekem [[motora hilmê]] çêkir.
 
1769 - [[Brîtanya|Brîtanî]] [[James Watt]] motora hilmê ya ku demekî dirêj dikare bixebite, çêkir.
 
1769 - [[Fardier]], yekem wesayîta ku bi serê xwe hereket dike ji hêla endezyarê [[Fransî]] [[Nicolas Joseph Cugnot]] (1725-1804) ve hate çêkirin.
 
1787 - [[Oliver Evans]] li [[Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê|Amerîkayê]] otomobîlek ku dikare rêwiyan bibe, çêkir.
 
1801 - [[Richard Trevithick]] li [[Îngilistan]]<nowiki/>ê otomobîlek hilmê çêkir.
 
1824 - Prensîbên bingehîn ên motorên şewata navxweyî , nemaze motorên mazotê, ji hêla [[Endezyarî|endezyar]]<nowiki/>ekî [[Fransayî|Fransî]] [[Sadi Carnot]] ve hate destnîşankirin.
 
1830 - [[Otobus]]<nowiki/>ên rêwiyan ên bi hilmê dixebitin, dikarin bi leza 15-20 km/h herin û 14 rêwîyan hilgirin hatin çêkirin.
 
1860 - Parlamentoya [[Brîtanya]] [[Zagon|zagonek]] derxist ku du ajokarên hemî otomobîlan hebe û bi roj alake [[sor]] û bi şev jî fenereke sor li pêşîya otomobîla hebe. Vê zagonê leza pêşkeftina motora hinekî rawestand. Ev zagon di 1896an de hate rakirin.
 
1860 - Yekem motora ku bi gaza hewayê tê dixebite, ji hêla endezyarê [[Belçîka|Belçîkî]] Jean Joseph Etienne Lenoir (1822-1901) ve hate çêkirin.
 
1862 - Endezyarê [[Fransa|Frensî]] [[Alphonse Eugène Beau de Rochas]] (1815-1893) prensîbên motora 4-derbeyê danî.
 
1867 - Endezyarên [[Almanya|Elmanî]] [[Nicolaus August Otto]] (1832-1891) û [[Eugen Langen]] (1833-1895) li ser prensîbên [[Alphonse Eugène Beau de Rochas]] motorek 4-derbeyê çêkirin.
 
1876 ​​- [[Nicolaus August Otto]] motora gazê ya çar-derbeyê ya yekem çêkir.
 
1877 - [[Nicolaus August Otto]] patenta motorê li [[Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê|Amerîkayê]] hilda.
 
1878 - Endezyarê [[Keyaniya Yekbûyî|Brîtanî]] [[Dugal Clerk]] yekem motora ku li ser bingeha 2-derbeyê dixebite, çêkir.
 
1880 - [[George Brayton]] li [[Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê|Amerîkayê]] motorên bi benzîn dixebite, çêkir.
 
1885 - Yekem otomobîla ku bi motora şewata navxweyî ya bi benzîn dixebite ji hêla endezyarê Elman [[Karl Benz]] ve hate çêkirin
 
1889 - [[Viyana|Endezyarê Viyanî]] [[Siegfried Marcus]] (1831-1898) bi motora ku bî xwe çekirîye, li kolanan gerîya. Ji ber ku gel panîk bû, ewî çend qeza kirin. Ji ber 17 tawanan hate dadgehkirin û Marcus dest ji tiştên nû çekirinê berda.
 
1890 - [[Herbert Akroyd Stuart]] motorek nûjentir çêkir.
 
1890 - Endezyarê Elmanî [[Capitaine]], motorek mîna motora Akroyd çêkir û patent kir. Van motoran, bingeha [[motora nîv mazot]] (serê germ) danîne.
 
1890 - Piraniya otomobîlên yekem nikarîbun berjor herin. Otomobîla Benz Victoria, ku di 1893 de hate çêkirin dikarî bû berjor here.
 
1892-1897 - Rudolf Diesel, yek ji endezyarên [[Dibistana Teknîkî ya Bilind a Munchenê|Dibistana Teknîkî ya Bilind a Munhenê]], motora mazotê çêkir û pêş xist.
 
1893 - Yekem otomobîla serketî ya Amerîkî "[[Duryea]]" ji hêla [[J. Frank]] û [[Charles Edgar Duryea]] ve hate çêkirin.
 
1894 - Yekem pêşbaziya otomobîlê ya fermî hate lidarxistin. Parîs-Rouen, 22ê Tîrmeh.
 
1898 - Klûba Otomobîlan a Fransî (AFC) pêşangeha yekem a otomobîlan li baxçeyên Les Tuileries li Parîsê saz kir.
 
1902 - Di 27 saliya xwe de, [[Ferdinand Porsche]] wesayîta yekem a ku dikare hem benzîn hem jî bi elektrîkê ve here, çêkir.
 
1903 - [[Gustave Liebau-]]<nowiki/>yê [[Fransayî|fransî]] yekem kemberek ewletîyê çêkir û patent kir.
 
1904 - Federasyona Otomobîlan a Navneteweyî, ku bi kurtasî wekî FIA tê zanîn, hate damezrandin.
 
1905 - Endezyarê [[Swêd|Swêdî]] [[Alfred Büchi]] motorên 4-derbeyî pêşta bir.
 
1905 - Yekem pergala 4WS û 4WD li traktora marqeya Latil hate bikar anîn.
 
1905 - Yekem car wesayîta ku bi tampone [[Simms-Welback]], li tesîsê "[[Simms Manufacturing Co.]]" hate çêkirin.
 
1908 - Amerîkî [[Henry Ford]] modela T çêkir. Henry Ford bavê ramana xeta çêkirina ya yekem bû. Fabrîkaya ku ji hêla Ford ve hatî sêwirandin di sala 1913an de karibû rojane 1000 otomobîl hilberîne.
 
1918 - Li Îngilîstanê " Royal Aircraft Establishment “ motorên mazotê yên lezgîn çêkirin û wesayîtên sivikta bi kar anîn.
 
1919 - Type A Citroën lî [[Ewropa]]<nowiki/>yê hate firotan.
 
1920 - Fîrmaya Voisin li ser ABS'ê xebitî, û li [[Almanya]] patent hilda (patent no: 671925 ).
 
1924 - [[Citroën]] wesayîtek bi navê B10 ya ji [[wikt:pola|pola]] hatîye çêkirin, çêkir.
 
1924 - Kamyonek ku ji hêla MAN ve hate çêkirin.
 
1934 - Citroën dest bi çêkirina wesayîtên front-wheel kir.
 
1938 - Citroën pergela Hidropnömatik süspansiyon çêkir.
 
1938 - [[Saurer]] yekem kamyona turbo-motor çêkir.
 
1938 - [[Studebaker Commander]] di wesayîteên xweda klîma standart kir.
 
1938 - Ji [[GM]] yê [[Harley Earl]] yekem car pergela camên bi elektrîk bi kar anî.
 
1954 - [[Motora Rotary-Wankel]] ji hêla [[Felix Wankel]] ve hate pêşve xistin.
 
1957 - [[Cruise control]] di markeya Imperial da hat bikaranîn.
 
1958 - Endezyarê [[Swêd|Swêdî]] [[Nils Bohlin]] ku dî [[Volvo]] yê da dixebite, kembera ewletîyê ya sê xalan patent kir.
 
1961 - Otomobîla bi navê "Devrîm" lî [[Tirkiye]] hat çêkirin.
 
1962 - Yekem otomobîla bi turbo motor [[Chevrolet Corvair Monza]] hat çêkirin. Li dû wê [[Oldsmobile F85 Jetfire]] hat çêkirin.
 
1963 - [[Motora Wankel]] cara yekem di marqeya [[NSU Spider]] de hat bikar anîn.
 
1967 - Şîrketa otomobîlan a Brîtanî [[Jensen]] yekem car ABS li otomobîlên xwe da saz kir.
 
1973 - [[BMW 2002]] yekemîn otomobîl bû ku li [[Ewropa]] bi motorek turbo hate çêkirin.
 
1978 - Yekem pergala nûjen a [[ABS]] di [[BMW 7]] û [[Mercedes S]] da hatê saz kirin.
 
1984 - Hilberînerê Turbo, [[Garrett]] "intercooler" çêkir. Bi vî rengî, hewa ya dikeve turbînê hate sar kirin û performansa turboyê zêde bû.
 
1986 - [[Porsche 959]], yekem otomobîl bû ku bi 2 turbo hate çêkirin.
 
1987 - [[Bosch]], wekî hilberînerê yekem, pergala [[ASR]], ku pergala ABS ya pêşkeftîtir e, destnîşan kir.
 
1993 - [[Fiat Croma Tdi]] hat çêkirin.
 
1995 - Bosch dest bi çêkirina pergala [[ESP]] kir.