Difin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 18:
==== Parzûnkirin û paqijkirina hewayê ====
 
Dibe kuko bi henasegirtinê de li nav hewayê de, parçeyên tozê, [[bakterî]], sporên [[Kevz|kevzê]] û [[Kuvark|karokan]], tozkulîk(polen) hwd hebe<ref name="Human biology"/>. Gava hewa ji kunên difinê derbasê hundir dibe, rastê mûyên difinê tê. Ji ber gurrahiya mûyan û hebûna lîncemadeyê, hewa li vir tê parzûnkirin û paqijkirin. Heke hinek parçeyên hûrik ji mûyên difinê bifilitin û derbasî difnekelênê bibin, îcar rastê xaneyên kûlkdar û lîncemade dibin. Parçeyên hûrik ên nav hewayê li ser lîncê dizeliqin. Xaneyên kûlkdar bi livîna kûlkan, lincemadeyê û parçeyên nav lîncemadeyê pal dide û arasteyê [[Gewriya mirov|gewrî]] dike. Van madeyan an bi kuxikê ji gewrî tên avêtin, an jî bi daqurtînê derbasî soriçikê dibin. Bi xebata hevbeş a xaneyên kûlkdar, lîncemade û mûyên difinê, hewayê henasegirtinê ji hokarên nexweşiyê û tozan paqij dibe.
 
==== Germkirin û hênikkirina hewayê ====
 
Pileya germahiya laşê mirovê tendirust 37 <sup>0</sup>C ye û ji xeynî dema nexweşiyê, naguhere<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref>. Lê hewayê henasedanê her tim ne bi heman germahiyê ye. Zivistanê dinya sar e, havînê germ e. Heke havînê hewa yê 40-50 <sup>0</sup>C, zivistanê hewa yê 1-2 <sup>0</sup>C bi henasegirtinê rasterast bikeve nav pişikan, dibe kuko ziyan bigihîje tenduristiya mirov. Divê ji boy hevsengiya pileya germahiya laş, germahiya hewayê henasegirtinê bê rêkxistin, hewayê sar divê bê germkirin, ê germ jî divê bi hênikkirin û paşê were şandin ji boy pişikan. Di bin linceperdeya difnekelenê de jêrelinceperde heye, jêrelînceperde gellek zêde mûlûleyên xwînê lixwe digire<ref name="visualizing-human-biology"/>. Gava hewa di nav difin de derbas dibe, ji ber cudahiya germahî yagermahiya navbera laşalaş û hewayê, di navbera [[xwîn]] û hewayê de alûgorkirina [[Tîn|tînê]] dest pê dike. Heke hewa sar be, ji xwînê tîn diherike nav hewayê û hewa germ dibe, na heke hewa germ be, vê gavê ji hewayê tîn diherike nav xwînê û hewa hênik dibe. Ji ber girtina tîna hewayê germahiya xwînê pîçek zêde dibe, lê xwîn belavê laş dibe û bi alîkariya pest û xwêdanê, tîna laşê belavê hawirdorê dike û germahiya laş kêm dike.
 
==== Şêdarkirina hewayê ====
 
Hin caran dibe kuko hewaya henasedangirtinê pîçek zuha be. Hewayê zuha gava li ser lînceperdeyê de ber bi qirrikê ve xiş dibe, ji lînceperdeyê molekûlên avê tevlê hewayê dibin û hewayê nav difin şêdar dikin. Hewayê şêdarbûye, bi hesanî ji [[Parzûna xaneyê|parzûnê xaneyê]] [[Sikildanok|sikildanokan]] diguhaze û derbasî nav xwînê dibe.
 
=== Bêhngirtin ===
 
Bêhngirtin bi navbeynkariya hestewergiran rû dide. Cureya [[Hestewergir|hestewergirên]] ji boj bêhngirtinê kîmîkewergir e<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>. Li esmanê difinekelênê de [[Rûkeşeşane|rûkeşeşaneya]] bêhngirtinê (bi îngilîzî:''olfactory epithelium'') heye. Rûkeşaşaneya behngirtinê demarên hestê yên kûlkdar lixwe digire. Liqupopên(dendirîd) hestedemaran di nav lîncemadeya difnekelênê dirêj dibin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Gava molekulên bêhndar di nav hewayê de digihîje esmanê difnekelênê, di nav lîncemadeyê de dihele(ditiwêne)<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Molekulên bêhnê bi kûlkên hêstedamaran ve tên girtin, ev rewş ji boy hêstedamar dibe kartêker. [[Demar|Demarên]] hestê ev kartêkerê radigihîne mejî, li mejî hestahestê bêhnêbêhnînê peyda dibe. Anko molekulên bêhndar bi hewayê henasegirtinê dikeve nav difin, di nav lînca difinê de dihele û ji aliyê hestewergiran wekî kartêker tên girtin û ber bi [[Mejî (mejiyê mezin)|mejî]] ve tên şandin, boy peydabûna hesta bêhngirtinê. Loma dive difinekelên hertim şil be û bi lîncemadeyê dapoşî be ko bêhna malekûlan bên girtin.
 
=== Rêkxistina hevsengiya pestoya perdeya guh ===
 
Naverasta guh, bi navbeynkariya [[Coga ostakî|coga ostakiyê]] bi gewriya difinî (bi îngilîzî:''nasopharnx'') ve giridayî ye<ref name="Modern Biology"/>. Difnekelên jî di devere gewriya difinî de bi dawî dibe, ango hewayê henasegirtinê ji difnekelênê derbasî beşa gewriya difinî dibe. Di navbera beşa [[guhê derve]] û [[guhê naverast]] de perdeya dengê heye. Coga ostakî ji [[Gewriya mirov|gewriya]] difinî dirêjê beşa [[guhê naverast]] dibe. Deng û hewa bi [[coga bihistinê]] digîhîje perdeya guh. Dengên berz li ser perdeya guh pesto peyda dike. Dibe kuko ev pestoya yekalî ziyan bide perdeya guh, loma divê pestoya ji aliyê derve tê, li aliyê guhê naverast ve bê hevsengkirin. Hewaya ko ji dev û difin digihîje gewriyê, bi navbeynkariya coga ostakîyê, tê guhaztin heta guhê naverast. Bi vî awayê pestoya hewayê yeksan dibe li ser herdu aliyên perdeya guh<ref name="Human biology">Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education. </ref>.