Çavê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 91:
Di ronahiyê de rodopsîna xaneyên çîlkeyî û fotopsîna xaneyên qoçekî tîrojên ronahiyê dimijin. Ji vê gavê şûn ve berteka herdu cor ronahiyewergir, xaneyên çîlkeyî û yên qoçekî hema mîna hev in, lê ji ber ko xaneyên qoçekî sê cor in, çalakiya her yekî li gor rengê ronahiyêk taybet e. Ango li gor hebûn an jî nebûna rengên kesk, sor û şîn xaneyên koçekî çalak dibin an jî di rewşa berevajîbûna cemsergiriyê de dimînin.
 
Gava çav bi ronahiyê ve rûbirû dimîne, 11-cis-retînal a beşa rodopsînê ji aliyê fotonên ronahiyê ve tê guhertin boy all-trans-retînalê<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ev rewş mîheng û şeweyê rodopsînê diguherîne. Guherîna rodopsînê bandor li ser cogên sodyumê(Na<sup>+</sup>) yên li ser parzûna beşa derve ya xaneya çîlkeyî dike, cogên sodyumê tên girtin. Bi vî awayê bargeya elektrîkî ya nav xaneyê û derveyî xaneyê diguhere. Xaneya çîlkeyî dikeve rewşa cemsergeriyecemsergiriye û derdana [[Gehînkeya kîmyayî|demareguhêzer]] (glutamet) tê sekinandin. Bi kêmbûna glutametê, cemsergeriya xaneya ducemserî hildiweşe. Îcar ji demarexaneya ducemserî demareguhêzer tê derdan. Xaneyên ducemserî bi xaneyên girêk ve girêdayî ne, loma demareguhêzer li ser xaneyên girêk bandor dike û erkê kar dide destpêkirin. Sînyalên bînînê tê şandin boy tûkila mejî. Herwisa bi guherîna rodopsînê opsîn ji retînalê diqete û bêreng dimîne ev rewş wekî rengbirin( (bi înglîzî: ''bleaching'') tê navkirin. Xaneyên çîlkeyî di dema rengbirinê de bersîva ronahiyê nadin û çalak nabin. All-trans-retînal ên ji opsînê diqetin, an tên enbarkirin an jî tê guhertin boy 11-cis-retînal, paşê boy ji nû ve çêkirina rodopsînê, tê şandin boy xaneyên çîlkeyî. Xaneyên çîlkeyî di tariyê de cardin ji opsîn û 11-cis-retînalê rodopsîn çê dike<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Demareguhêzer di xaneyên girêk de erkê kar dide destpêkirin, bi vî awayê demareragihandin ji xaneyên girêk , bi navbeynkariya demarên bînînê ber bi navenda bînînê ya tûkila mejiyê ve tên şandin<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>. Di mejî de li gor ragihandinên ji xaneyên qoçekî, an jî ji xaneyên çîlkeyî têgihîştina bînîna rengîn an jî reş û spî rû dide.
 
== Rêbaza rûdana bînînê ==